'Hewldana HDP û pêkhateyên wê ev e ku bi hev re biçin hilbijartinê'

  • 09:09 16 Adar 2023
  • Ramyarî
 
Melek Avci
 
ENQERE - Hevberdevka HDP’ê Ebru Gunay der barê hilbijartinan de got: “HDP û pêkhateyên wê di bin yek sîwanê de diçin hilbijartinan. Di van şertên faşîzmê de li şuna hesabê partiyan bên kirin bi hêzên demokratîk re divê formula serkeftinê bê dîtin.”
 
Bi aşkerakirina bernameya hilbijartinê re  rojev ditije dibe û Tifaqa Ked û Azadiyê jî civînên xwe didomîne. Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebru Gunay der barê rojeva hilbijartinê de axivî.
 
Ebruyê wiha daxuyand: “Desthilatdarî û muxalefet ji civakê re çareseriyan pêk nayne. Muxalefetek di nav sînorên desthilatdariyê de tengezar bûye heye. Em li pêvajoya salek û nîv a dawî binerin.  Piştî Maseya 6’an namezedê xwe aşkera kir şûnde ji sînorên xwe yên diyarkirî wêdetir neçû. Me rastiyeke muxalefeta ku pirsgirêkên civakê çareser bike nedît.”
 
‘Hewcedariya Tirkiyeyê bi guherînên mayînde heye’
 
Ebruyê destnîşan kir ku di geşedanên tifaqa Mîllet de li ser çîroka koltixê tê meşandin û wiha dirêjî daye: “Ji demokratîkbûna Tirkiyeyê wêdetir, mijara koltixê dertê pêş û ev tê nîqaşkirin. Geşedanên dawî jî wisa divê bên nirxandin.  Bêguman hewcedariya Tirkiyeyê bi guherînên mayînde heye. Me dît ku ji xeta çareseriyê û alternatîfê bi lez dur ketine.”
 
‘HDP xeta demokrasiyê ava dike’
 
Ebruyê di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser xeta HDP’ê û wiha vegot: “Em wek partiya HDP’ê di xeta xwe ya polîtîk de dimeşin.  Xwe di Tifaqa Ked û Azadiyê de vedibêje û siyaseta riya sêyem dimeşîne. Ji ber vê jî pêvajoya nîqaşkirina namzetiyê jî rewşeke eleqedarê karê wan yê hundir e. HDP xeta demokrasiya Tirkiyeyê ava dike. Dibêje wê tifaqek demokrasiye ya rast bi Tirkiyeyê bide qezenckirin.”
 
‘HDP daxwazên gel li ber çavan digire’
 
Ebruyê wiha dirêjî daye: “HDP siyaseta demokratîk li ser xeta yekbûyî dimeşîne. Em di alî xwe de helwesta xwe nîşan didin. Bêguman ev helwest bandor li hev dikin û di alî erênîbûn û demokratîkbûnê de. Di vî alî de HDP partiyeke ku di riya xwe de dimeşe û daxwazên gel li ber çavan digire ye. Çareseriya pirsgirêkan vedinasîne. Xet û gotina xwe he rtim di alî daxwazên gel de diyar kir, nirxand. Helwesta HDP’ê her tim di alî destkeftiya civakan de ye. Ev yek ji nokteya esas a fikriyata HDP’ê ye. Dema em vê pêvajoyê dimeşînin jî di vê pêvajoya hilbijartinê de helwesta me ya polîtîk pir zelal li holê ye.”
 
Hedef avakirina komarek demokratîk e
 
Ebruyê bal kişand ser deklerasyona di 27’ê îlonê de ya der barê helwesta polîtîk de ku aşkara kiribûn û wiha dawî lê anî: “Deklerasyonê helwesta HDP’ê pir aşkera îfade kiribû. Ev hilbijartinek qederê ye. Gelo komara Tirkiyeyê wê bi komarek demokratîk riya xwe bidomîne an jî bi ya otoriter bidomîne? HDP wê li ser avakirina komareke demokratîk xeta têkoşînê bimeşîne. Hedef avakirina komarek demokratîke. HDP û pêkhateyên wê di bin yek sîwanê de diçin hilbijartinan. Di van şertên faşîzmê de li şuna hesabê partiyan bên kirin bi hêzên demokratîk re divê formula serkeftinê bê dîtin.”