Zîlan Ecevît: Em ê li qadê agirê Newrozê gûr bikin

  • 09:07 15 Adar 2023
  • Rojane
 
Sema Çaglak
 
ŞIRNEX - Ji Komîteya Amedakar a Newrozê ya Cizîrê Zîlan Ecevît, diyar kir ku ew ji bo Newroza îsal amadekariyên xwe dewam dikin û got: “Hem ji bo hesabpirsînê hem jî ji bo vê desthîlatdara talanker  ku rêkin sergoyê dîrokê, em ê li qadê agirê Newrozê gûr bikin.”
 
Îsal Newroz bi dirûşma “Her der Newroz, her dem azadî” dê li 43 navendan were pîrozkirin. Pîrozbahiyên Newrozê di 18’ê Adarê de wê dest pê bikin û di 21’ê Adarê de bi dawî bibin. Li Cizîra Botan jî Newroz di 21’ê Adarê de dê were pîrozkirin. Derbarê mijarê de ji Komîteya Amadekar a Newrozê ya Cizîrê ya navçeya Şirnexê û Hevseroka HDP’ê ya navçeya Cizîrê Zîlan Ecevît axivî.
 
‘Newroza îsal newrozek dîrokî ye’
 
Zîlan, diyar kir ku ku ew di demeke dîrokî de newrozê pêşwazî dikin û got: “Newroz her sal bi coş û kelecanek mezin dihat pîrozkirin lê mixabin îsal ji ber erdheja ku bandor 11 bajaran kir em ligel şîna erdhejê pêşwazî bikin. Em Newroza îsal diyarî kesên ku di erdhejê de jiyana xwe jidest dane dikin. Newroz ji bo gelan di warê têkoşîn û berxwedanê de bi nirx e. Li dijî zilma Dehakan berxwedana Kawayan e. Ji salên 1990’î ve bi berxwedana Berîvanan heta roja îro wateya Newrozê cudatir bûye.  Îsal em wek Botanê bi 7 navçeyên xwe li Cizîrê kom dibin û Newrozê pîroz dikin. Amedekariyên xwe yên ji bo Newrozê me dane destpêkirin û heta roja dawî jî wê xebatên me bidomin.”
 
‘Gelê Botanê di erdhejê de li qadê bû’
 
Zîlan, daxuyand ku gele Botanê ji roja ewil a erdhejê ve heta niha alikarî û piştgiriya xwe ya ji bo mexdûrên erdhejê berdewam kiriye û got: “Gelê me heta niha mexdûrên erdhejê tenê nehiştine û bi hemû derfetên xwe ji bo bajarên ku lê erdhej pêk hat seferber bûye. Ji dayikên me bigirin heta hemû ciwanan li qadê bûn û piştgiriya xwe kêm nekirin.”
 
‘Em ê hesab bipirsin’
 
Zîlan, destnîşan kir ku gel îsal di Newrozê de şîna xwe veguhertiye hesab pirsînê û got: “Pêwiste ku îsal gelê me qadên Newrozê tijî bike. Em her çiqas di bin siya erdhejê de Newrozê pêşwazî bikin em ê ji desthilatdariyê hesap bipirsin. Ji ber ku bi hezaran kes di bin kavilan de hatin hiştin, bi deh hezaran kesî jiyana xwe jidest dan. Desthîlatdar ji vê berpirsyar e. Gel di erdhejê de terkî mirinê hat kirin. Em ê li qadên Newrozê bersîvê bidin berpirsiyaran.”
 
Ji bo tevlibûna Newrozê bang
 
Zîlan, di dawiya axaftina xwe de ji bo Newroza Cizîrê ev bangewazî kir: “Hem ji bo hesabpirsînê û hem jî ji bo vê desthîlatatdara talanker em ê li qadê bin. Li dijî vê sîstema dîktaro ku dijminatiya jinê dike û gel bi hemû qeyranan re rûbirû hişt em êtêkoşina xwe bidomîn û wê  rêkin sergoya dîrokê. Em ê agirê Newrozê gûr bikin û em bang li herkesi dikin ku tevli Newrozê bibin.”