Salîha Aydenîz: Em ê di Newrozê de ji sîstema faşist hesab bipirsin

  • 09:56 13 Adar 2023
  • Ramyarî
 
Medya Uren
 
AMED - Hevseroka DBP’ê Salîha Aydenîz têkildarî Newroza 2023’yan nirxandin kir û got: “Di hemû qeyranan de me kiryarên îqtidarê dîtin. Di qeyrana aborî, şewba korona, talanên xwezayê û herî dawî erdhejê de me dît. Em ê li hemberî van kiryaran bibin yek deng. Em ê li dijî hemû polîtîkayên rê li ber neçareserkirinê vedikin bi hemû rengên xwe li qadan bin. Em ê peyama xwe ya ji bo hilbijartinê jî eşkere bikin û di Newrozê de ji sîstema faşîst hesap bipirsin.”
 
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Meclîsa Dayikên Aştiyê, Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiyên Tifaqa Kurdistanî bi dirûşma “Her Der Newroz, Her Dem Azadî” li Amed û Stenbolê deklerasyona Newroza sala 2023’yan aşkere kirin. Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP)  Salîha Aydenîz  têkildarê Newrozê nirxandin kir û hemû gel vexwed qadên Newrozê.
 
‘Em ê şînê vegerînin têkoşînê’
 
Salîha erdheja li Mereşê ku bandor li 11 bajaran kir bi bîr xist. Salîha sersaxî ji mexdûrên erdhejê re xwest û got: “Me her sal bi coşeke mezin, bi tilîlî û şahiyê Newroz pêşwazî dikir. Beriya rojan kelecana Newrozê li gel me hemûyan hebû. Lê mixabin îsal erdhejek mezin rû da û bi hezaran kesî jiyana xwe ji dest dan. Ango hîna jî ev birîna erdhejê nehatiye pêçan û şîna me berdewam e. Em di vê şînê de Newrozê pêşwazî dikin. Li gorî çanda me Newroz ne tenê şahî ye tê wateya têkoşînê jî. Em ê di vê Newrozê de jî vê çanda xwe bidin berdewamkirin. Em ê bi têkoşînê pêşwazî bikin. Em ê şîna xwe vegerînin têkoşînê. Rast e erdhej karesatek xwezayî ye lê mezintiya bilançoya wê ji sîstemê ne cuda ye. Em baş dizanin ku sedema vê erdhejê polîtîkayên rantê ne. Ji ber ku sedema vê şînê polîtîkayên şer e, polîtîkayên ku sîstema yek zilamî tê meşandinê ye, sedema wê faşîzm e. Sedema têkoşîn û serhildana me ya di Newrozê de jî hesappirsîna vê yekê ye. Em ê li hemberî van polîtîkayên li ser gel tên meşandin bi hev re hesap bipirsin.”
 
‘Peyama sereke azadiya birêz Abdullah Ocalan e’
 
Salîhaya atmosfera îsal a Newrozê nirxand got ji ber van sedeman îsal Newroz hinek ji me re cuda ye û wiha pê de çû: “Her sal li Kurdistanê, Tirkiyeyê, Mezopotamya û Rojhilata Navîn agirê Newrozê tê gurkirin. Îsal jî wê ev agir pê bikeve. Li gel karesata erdhejê em di rojên dîrokî re derbas dibin. Li pêşiya me hilbijartin heye û daxwazên gelê Kurd hene. Ew ê di Newrozê de van xwestekên xwe qêr bikin. Wê gelê kurd bi seknek polîtîk jî li qadan hem hesap bipirsin hem jî peyama xwe bidin. Sala çûyî li qadan gelê kurd bi yek dengî peyama azadiya birêz Abdullah Ocalan dan. Bê guman wê îsal jî peyama sereke ev be. Ji ber ku tecrîda li ser Birêz Ocalan îro li her deverê belav bûye. Bûye şêweyê rêveberiya sîstemê. Bi hezaran girtiyên siyasî îro bi heman sîstema tecrîdê re rû bi rûne. Bi taybetî jî girtiyên sîyasî yên nexweş zêdetir ji vê bi bandor dibin û metirsiya jiyana wan heye. Ev tecrîd bi girtîgehan re sînordar namîne li gel belav dibe. ”
 
‘Em ê li hemberî rêvebirina tecrîdê bibin deng’
 
Salîha da zanîn ew ji bûyerên di erdhejê de derketine holê de jî, bi eşkerahî vê şêweya rêveberiya tecrîdkar dibînin. Salîha bi van mînakan kiryarên rêveberiya bi tecrîdê ya sîstemê şîrove kir: “ Îqtidar li cihê ku mexdûriyeta cihên erdhejê derbas bike û guh bide pirsgirêkên wan qeyran derxistin. Ev yek ji bo xwe weke fersendekê bi kar anîn. Biryara OHAL'ê ya ji bo 3 mehan hatiye dayîn jî mînaka vê ye. Xwestin ji bo nixumandina kiryarên xwe dengê çapemeniya azad bibirin. Bi vê ve girêdayî jî di medyaya dîjîtal de astengî derxistin. Ji bo heqîqet negihêje gel ev astengî derxistin. Lê nikarin rastiyan veşêrin. Heta 2 rojan jî dewlet li holê tune bû. Çawa OHAL hate îlankirin ew derketin qadê. Ev jî ji bo astengkirina dengê gel, ji bo astengkirina dengê beşa mualîf, ji bo astengkirina alîkariyên dikevin cihê erdhejê bûn. Ev hemû, tecrîd bi xwe ye. Ev kiryarên wan girêdayî politikaya tecrîdê ye. Ji ber wê jî em dibêjin tecrîd weke rêbaza rêveberiyê ya sîstemê lê hatiye. Ji ber van sedeman jî Newoza îsal xwedî girîngiyek mezin e ji bo me. Em ê bibin dengê gel, wê gel bibe dengê xwe.”
 
‘Erdhejê gelek tişt nîşanî me da’
 
Salîha dema qala peyamên li qada Newrozê werin dayîn destnîşan kir û got: “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye. Em ê li hemberî van polîtîkayan dengê xwe bilind bikin. Lê belê dem dema azadiyê ye. Em ê ji bo azadiya fîzîkî ya Birêz Abdullah Ocalan jî peyamên xwe li qadan ragihînin. Li dijî sîstema faşîzmê, kapîtalîzmê, sîstema alternatif a birêz Abdullah Ocalan pêşkêş dike heye. Ango ev sîstemek ekolojîk, demokratîk û sîstemek  ku azadiya jinê esas digre ye. Li dijî sîstema ku hatiye rewşa xetimî de ev sîstema alternatif riya çareseriyê ye. Ev erdhej jî vê yekê bi eşkere nîşanî me da. Di eslê xwe de sîstema dewletê çiqasî ji bo jinan, ji bo gelan bê ker e. Ka ev dewlet çiqasî di rewşek awarte de jî dikare berjewendiyên xwe li pêş berjewendiyên gelan bigire. Pêwîstiya me sîstemek ku civak xwe bi xwe bi rê ve bibe heye. Em ê bi vê daxwaza xwe li qadan bin.”
 
‘Di erdhejê de hîna êriş berdewam bû’
 
Salîha diyar kir ku di dema erdhejê de jî erişên dewleta tirk ên li ser çiyayên Kurdistanê berdewam bûn. Salîha got li cihê pêdiviyên gel werin pêşwazîkirin ew bi balafiran di êrişê de bûn û gotina xwe da berdewamkirin: “Tê zanîn weke Bakurê Kurdistanê, Rojavayê Kurdistanê jî birînên giran ji erdhejê girt. Di erdhejê li wir jî bi hezaran kesî jiyana xwe ji dest dan. Lewra dewleta tirk hîna li ser Rojava êriş dikir. Çiqas qeyran û karesatên mezin derkeve holê jî sîstema heyî dev ji dijminatiya xwe ya kurdan bernade. Dev ji êrişên xwe yên li hemberî nasname, ziman, hebûn û destkeftiyên kurdan bernadin. Em ê bi taybetî jî van polîtîkayên şer ên Tirkiyeyê şehmezar bikin. Em ê li hemberî vê peyama xwe bidin. Welatî bi rojan di sermayê de ji derve man. Bê kon ma, li cihê kon werin standin bombe dibarandin li ser Rojava û Başûr.”
 
‘Em ê ji bo aqûbeta jinan dengê xwe bilind bikin’
 
Salîha da zanîn peyama me ya din wê azadiya jinê be. Salîha wiha pê de çû: “Bi azadiya jinê re wê azadiya civakê pêkan be. Her ku diçe em dibînin qetlîamên li ser jinan zêde bûn. Hişmendiya dewlet-mêr li cihê ku gavên astengkirina van qetlîaman bike polîtîkayên gurkirina vê kir. Wê jin li hemberî sîstema dewlet-mêr  peyama xwe ya sîstema demokratîk li qada Newrozê bide. Wê jin ji bo azadiyek domdar li Newrozê bin. Wê rola herî girîng jî ya jinan be. Îro bi milyonan jin, heya hemû cîhan têkoşîna ji Kurdistanê bi dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’  belav bûye silav dikin. Ev têkoşîn li cîhanê belav dibe. Hemû tevgerên jinan bi vê dirûşmê re dibin yek. Em ê di Newrozê de vê dirûşmê bilind bikin. Em ê xwe bi hêz bikin û bigihêjin armanca xwe.”
 
‘Wê gel bersiva xwe li qadan bide’
 
Salîha da zanîn wê gel bersiva xwe li qadan bide û wiha berdewam kir: “Me kiryar û nêzîkatiya dewletê di her qeyranê de dît. Di qeyrana aborî de çi kirin çawa bûn çareserî me dît. Di şewba koronoyê de xebatek çawa dan meşandin di holê de bû. Ango bi heman rengî şewata daristanan, talankirina xwezayê û heya roja îro erdhejê jî her tişt nîşanî me da. Li hemberî vê yekê ji hilbijartinê hêviyên me hene. Em bawer in ku wê ji bo me hemûyan jî ya herî baş bibe. Em dizanin gelê kurd di van hilbijartinan de jî wê peyama herî baş bidin. Ji ber kurd xwedî rola krîtîk in. Wê kurd rola xwe ya dîrokî bilîze û di hilbijartinê de jî vê peyama xwe bide.”
 
‘Em bi hev re peyama xwe bidin’
 
Salîha herî dawî bi van gotinan bang li gel kir: “Em ê îsal li 43 deveran Newrozê pîroz bikin. Em ê di rojên pêşiya me de ji gel re pêşkêş bikin. Em ê bi hemû rengên xwe ve li qadan bin. Em ê bi yekîtî û bi yek dengî peyamên xwe bînin ziman. Ez bawer im ku wê gelê kurd bi vê hişmendiyê pêşwazî bikin. Em li benda hemû gelê xwe ne. Werin em bi hev re peyama xwe bidin.”