Dîlşah Taş: Dewletê li dijî zarokan berpirsyariya xwe neanî cih

  • 09:05 13 Adar 2023
  • Rojane
 
Rozerîn Gultekîn
 
STENBOL - Endama Komîsyona Mafên Zarokan a Stenbolê ya OHD’ê Dîlşah Taş  diyar kir ku der barê zarokên herêma erdhêjê de pêvajoyek baş nehatiye meşandin û got li dijî zarokan berpirsyarî neye cih ev sûc e û  got zarok çima ne di bin parastina dewletê di bin parastina Tarîkata Menzîlê de ne.
 
Di erdhêjên navenda wan Mereş bû ku di 6’ê Sibatê de pêk hatin û bandor li 11 bajaran kirin, bi dehzaran kes mirin û bi mîlyonan kes bê mal man. Bêguman yên herî zêde bi bandor bûn zarok bûn. Ji roja ewil de zarokên hatin xilaskirin û bê malbat mabûn birin bajarên cuda.  Wezareta Karên Hundir da zanîn ku 213 zarok bê nasname û malbat  hatine dîtin û Wezareta Malbat û Xizmetên civakî jî got 78 zarokên bê nasname hatine dîtin. 
 
Li ji bo zarokên bi polîtîka dewletê hatin windakirin têkoşîna saziyên civaka sivîl didome.Komîsyona Zarokan a Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) der barê mijarê de li herêmê lêkolînek kir. Komîsyon wê di demên pêş de rapora xwe pêşkêş bike.  Endama Komîsyona Mafên Zarokan a Stnebolê ya OHD’ê Dîlşah Taş der barê mijarê de axivî.
 
‘Dewletê berpirsyarî neanî cih’
 
Dîlşahê got delwetê bi erdhêjê re berpirsyariya xwe neaniye cih û di vê pêvajoyê de dewlet ji bo komkirina cenazeyan çûye. Dîlanê wiha got: “Binpêkirinên mezin li herêmê hene. Bi taybet jî di mijara zarokan de. Bi erdhêjê re gelek zarok bê xwedî man.  Her kes di derdê xwe de ye û xizmên zarokan nikarin xwe bigihînin wan. Gelek zarokên birîndar hene. Berpirsyariya dewletê ji vir dest pê dike. Berpirsyariya dewletê ev bû ku van zarokan biparêze. “
 
‘Gelek zarok bêkes man’
 
Dîlşahê wiha dirêjî daye: “Gelek zarok bêkes man. Lê daneyên zelal tune ne. Mafên zarokan hat binpêkirin. Dewletê berpirsyariya xwe neanî cih. Wezareta Xizmetên Civakî û Malbatî berpise ku tedbîran bigire. Lê em dibînin der barê zarokan de daneyên zelal kom nekirine.  Heman demên daxuyaniyên du wezaretan didin jî bi nakokin.  Wezareta Xizmetên Civakî û Malbatî û wezareta Kare Hundir ji hev cuda daxuyaniyan didin. Em behsa çend zarokan nakin . Em behsa hezaran zarokî dikin. Em neçarin hesabê vê bipirsin. Çend roj piştî erdhêjê di çapemeniyê de hat gotin ku 20 zarok birine vîlaya ÎHH’ê ya li Beykozê. Serlêdana sûc hat kirin lê gotin cih ji lêpirsînê re tune ye. Gelo zarok çima ne di bin parastina dewletê de ne û çimad i bin parastina Tarîkata Menzîlê de ne? Em ê çend roj şûnde rapora xwe amade bikin.”