‘Em dikarin tecrîdê bi hev re bişkînin’

  • 09:06 12 Adar 2023
  • Rojane
 
WAN - Jinan balkişandin ser binpêkirinên mafan yên li girtîgehan û diyar kirin ku çavkaniya pirsgirêkan tecrîda li Îmraliyê ye û bi têkoşînê dikare tecrîd bê şikandin.
 
2 sale agahî ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nayê girtin. Kurd û dostên Kurdan li her derê bi armanca azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan pêk bê  çalakiyan pêk tînin. Li Wan û Agiriyê jî siyasetmedar, nûnerên komeleyan û xizmên girtyan diyar kirin ku divê demidlest tecrîda ku çavkaniya pirsgirêkane bê şikandin.
 
Hevseroka Komeleya Piştevaniya Malbatên Girtiyan (TUHAY-DER) ya Wanê Edîbe Babur da zanîn ku îşkenca li girtîgehan û surgun zêde bûne û wiha vegot: “Nêzîkatiyek mirovane li hember girtiyan tune. Girtî baş nayên dermankirin. Dema dibin nexweşaneyan jî bi pêkanîn cur bi cur e tên rû hev.”
 
‘Bila îşkence bidawî be’
 
Edîbeyê wiha dawî lê anî: “Sedema binpêkirinên mafan tecrîda li Îmraliyê ye. Agahî ji birêz Abdullah Ocalan nayê girtin. Tecrîd her diçe giran dibe. Çavkaniya binpêkirinên li girtîgehan jî tecride. Em tecrîd û îşkencê qebûl nakin. Divê demildest bidawî be.”
 
‘Dijhiqûqiya mezin li Îmraliyê destpê kir’
 
Hevşaredara Panosê Muşerref Geçer jî nêrînên xwe wiha anî ziman: “Mafên qanûnî yên girtiyan hene lê bi hincetên siyasî ev maf nayên dayîn. Hemû mafên girtiyan bi awayekî kêfî dane sekinandin. Di bin navê cezayên dîsîplînê de girtiyan ji mafan bêpar dihêlin. Girtiyan nav çar dîwaran de tengezar dikin. Tecrîda li Îmraliyê divê demildest bê rakirin. Divê em bi têkoşîna xwe tecrîdê bişkînin. Divê em hemû ji vê re bêjin nan.”
 
 
‘Edelet û hiqûq tune’
 
Dayika girtiya bi navê Sena Efe (30) Serayî Efe ya 60 salî ku li Bazidê dijî jî der barê mijarê de ev bertek anî ziman: “Li welat maf û hiqûq tune. Tecrîda giran li ser malbatan û girtiyan pêk tê. Dewlet ji ber ji Gelê Kurd ditirse tecrîdê pêk tîne. Zaroka min bêyî sûc niha girtî ye. Gelê Kurd wê li dijî van polîtîkayan dest ji têkoşîna xwe bernedin. Em mafê xwe dixwazin. Em ê heta dawî têbikoşin.”