Xizmên windayan li aqûbeta rojnameger Nazim Babaoglu pirsîn

  • 14:15 11 Adar 2023
  • Rojane
 
AMED - Xizmên Windayan, li Amedê di hefteya 735’emîn de li aqûbeta nûçegihanê Rojnameya Ozgur Gundemê Nazim Babaoglu yê ku hatiye windakirin, pirsîn.
 
Malbatên Windayan û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) di çalakiya xwe ya “Bila windakirî bên dîtin, faîl bên darizandin” a hefteya 735’emîn de li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê yê li Parka Koşûyolû ya navçeya Rezana Amedê daxuyanî dan çapemeniyê. Di çalakiya ku wêneyên windayan hatin hilgirtin de pankarta “Bila winda bên dîtin, faîl bên darizandin” hate vekirin. Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Abdullah Zeytun, rêvebirên ÎHD’ê, Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG), Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKGP), JINNEWS û Ajansa Mezopotamyayê (MA) tevlî daxuyaniyê bûn. Di çalakiyê de çalakvanan li faîlên nûçegihanê Rojnameya Ozgur Gundemê Nazim Babaoglu yê ku di 12’ê Adara 1994’an de li navçeya Sîwereka Rihayê hate binçavkirin û windakirin, pirsîn.
 
Berteka li dijî erîşa Amedsporê
 
Di destpêkê de Abdullah Zeytûn ê ku axivî, bal kişand ser maça Amedspor û Bûrsasporê û got: “Em dibînin ku pankart û wêneyên ku di maçê de hatin vekirin, nîşana wê yekê ye ku hê jî hesabê sûcên li dijî mirovahiyê nayên dayîn. Di encama van polîtîkayan de kesên ku kurdan di hafizeya xwe ya civakî de weke 'qatîl' dibînin hê jî tên parastin. Aştî û yekîtiya civakî bi rêzgirtina bawerî û çanda civakê ve girêdayî ye. Heger hesab û rûbirûbûna bi rabirdûyê re hebûya, dê van sûcan nekirana û bi hêsanî nedana nîşandan.”
 
‘Dîrok li pişt me ye’
 
Piştre birayê Nazim Babaoglu, Burhan Babaoglu jî destnîşan kir ku ji bo dîtina birayê wî û di têkoşîna paratina mafan de dayik bûne pêşeng û wiha pê de çû: “Ez di girtîgehê de bûm birayê min winda bû. Ez derketim û niha jî dora nobedê ya min e. Ez wêneyê birayê xwe bi serbilindiyekê bilind dikim. Ev wêne ji bo me her tim bûye çavkaniya morelê. Birayê min hat qetilkirin. Em jî gelek baş dizanin ku kê û çima qetil kiriye. Yê ku ew qetil kiriye ne sê-pênc çete ne, kesên ku vê kir pergal bi xwe ye. Ev ferman dê biguhere. Hejmara me dibe ku kêm be lê li pişt me dîrok heye. Em mafdar in û serbilind in. Têkoşîna me dê heta dawiyê bidome.”
 
‘Em ê tu carî dev ji heqîqetê bernedin’
 
Piştre li ser navê DFG’ê Rojnameger Kadrî Esen axivî. Kadrî, destnîşan kir ku Nazim dema çûye şopandina nûçeyê û ji wê rojê şûnde tu agahî jê nayê girtin. Kadrî, bi lêv kir ku kesên rayedar berpirsiyarên vê bûyerê dernexistiye holê û wiha domand: “Hîna aqûbeta hevalê me nayê zanîn. Ne bi tenê Nazim, Apê Musa, Huseyîn Denîz, Hafiz Akdemîr, Ferhat Tepe, Yahya Orhan, Kemal Kiliç û gelek hevalên me yên din hatin qetilkirin û windakirin. Nazim çû li Sîwerekê têkildarî cerdevanan de nûçe çêbikira. Lê belê piştî wê tu agahî jê nehat girtin. Di salên 90’î de hevalên me qetil dikirin û dixwestin ser heqîqetê bigirin. Lê îro jî bi girtin û binçavkirinê dixwazin vê yekê bikin. Em ji vir careke din dibêjin em ê tu carî dev ji heqîqetê bernadin.”
 
Di 12’ê Adara 1994’an de94’an ve tu agahî jê nayê girtin
 
Herî dawî endamê Komîsyona Windayan a ÎHD’ê Firat Akdenîz, çîroka Nazim xwend.  Firat, anî ziman ku di sala 1992’yan de li dijî Rojnameya Ozgur Gundemê êrîş û tehdît gelek zêde bûne û wiha got: “Di sala 1992’yan de li dijî xebatkarên rojnameyê tehdîdên mirinê hatin kirin. Li Tirkiyeyê buroyên rojnameyan hatin gulebarankirin û rojnameger li kolanan hatin qetilkirin. Buroya Rihayê ya Rojnameya Ozgur Gundemê wê demê têkildarî cerdevanên ku ser mala mamosteyekê de digirin, tecawizê wê û keça wê dikin, nûçeyek çêdike. Piştî vê nûçeyê êrîşên li dijî rojnameyê zêdetir bûn. Di 12’ê Adara 1994’an de94’an ve tu agahî jê nayê girtin.
 
Bi zorê birin mala Sedat Bucak
 
Sibeha 12’ê Adara 1994’an xebatkarê rojnameyeke herêmî ya Siwêregê û nûnerê Ajansa Anadolu (AA) Murat Yogunlu bi telefonê li Buroya Ozgur Gundemê ya Rihayê digere. Murat Yogunlu ji rayedarên rojnameyê re dibêje ku di derbarê cerdevanên li Siwêregê de nûçeyek pir girîng heye û divê teqez nûçegihan bişînin. Nazim Babaoglû ji bo şopandina nûçeyê diçe Çapxaneya Îrfan a Sîweregê û bi Murat Yogunlu re hevdîtinê dike. Li gorî gotinên şahidan; Nazîm Babaoglû dema çû cihê karê xwe yê bi navê Çapxaneya Îrfanê ji aliyê cerdevanên Eşîra Bucak ve bi darê zorê hat derxistin, li wesayîtekê siwar kirin û birin mala Sedat Bucak. Ji 12'ê Adara 1994'an û vir ve tu agahî ji Nazim Babaoglû nayê girtin.
 
Dosyaya lêpirsînê tê girtin
 
Bavê Îbrahîm Babaoglû yê ku li ser van gotinan gilî kir, ji aliyê polîsan ve tê binçavkirin û gef li wan tê xwarin. Ji bo zarokên xwe yên din biparêze îfadeya ‘Ez nizanim kê kurê min revandiye’ dide. Bi vî awayî dosyaya lêpirsînê hat girtin. Bav û dayika Nazim Babaoglû jî piştî windabûna Nazim bi Sedat Bucak re hevdîtin dikin. Piştî hevdîtinê bi qasî mehekê, li kêleka çemê Firatê cenazeyekî bê can  tê dîtin. Polîsên ku bi îdiaya Nazim Babaoglû ye destûr nedan malbata ku xwest biçe cihê bûyerê û lêkolînê bike, bêyî nasname diyar be li goristana bêkesan defin dikin. Her çend car caran şahidên der barê Nazim de digihijin malbatê jî, ev şahid naxwazin îfadeyên saziyên fermî bidin.
 
Weke parêzvanên mafên mirovan, em ê tu carî dev ji têkoşîna xwe ya ji bo aqûbeta windayan bipirsin û kiryarên wan bên eşkerekirin, bernedin. Lêgerîna me ya edalet û heqîqetê wê heta windayên me yên dawî bên dîtin, bidome.”
 
Piştî daxuyanîyê, çalakî bi qedeyek rûniştinê bi dawî bû.