'Dewleta tirk bi erka xwe ya mirovahiyê ranebû'

  • 09:04 11 Adar 2023
  • Rojane
 
Mîdye Miqted 
 
HELEB - Endama Koordînasyona Kongreya Star a Kantona Efrînê Ferîde Îbo bal kişand ser karesata erdhejê û êrişên dewleta tirk û wiha got:"Dewleta tirk him derî li pêşiya alîkariyên ku pêwîst e derbasî nava herêmên ku ji erdhejê zirar dîtine, girt û him jî êrîşên xwe li ser welatiyên Efrînê yên ku koçberî Şehbayê bûne dide dewamkirin û li milekî din bi erka xwe ya mirovî ranebû."
 
Karesata erdhejê ku navenda wê Mereş bû bandora xwe li ser gelek bajarên Bakurê Kurdistanê her wiha Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. Di encamê de bi deh hezaran welatî di bin kavilan da man û jiyana xwe ji dest dan. Lê tevî vê yekê dewleta tirk dest ji qirêjiya xwe berneda û hîn bêhtir karê xwe yê derveyî sînorên mirovatiyê dewam kir. Yek ji wan jî ew alîkariyên ku pêwîst bû derbasî nava herêmên ku di encama erdhejê de zirar dîtine bibe lê belê dewleta tirk berovajî wê derî li pêşiya wan alîkariyan girt û li milekî din êrîşên xwe bi ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bi taybet li ser welatiyên Efrînê yên ku bi darê zorê ji Efrînê koçî Şehba bûne, dide dewamkirin. Têkildarî mijarê  Endama Koordînasyona Kongreya Star a Kantona Efrînê Ferîde Îbo axivî. 
 
'Dewleta tirk karê xwe yê ji exlaq dûr e hîn pêk tîne'
 
Ferîdeyê bal kişand ser alîkariyên ku hatin astengkirin û wiha got:"Dewleta tirk karê xwe yê ji exlaq dûr e hîn pêk tîne. Dewleta tirk  
him derî li pêşiya alîkariyên ku pêwîst e derbasî nava herêmên ku ji erdhejê zirar dîtine, girt û him jî êrîşên xwe li ser welatiyên Efrînê yên ku koçberî Şehbayê bûne dide dewamkirin û li milekî din bi erka xwe ya mirovî ranebû. Lewma piranî welatiyên li Bakur di bin kavilan de jiyana xwe ji dest dan. Sedema vê jî negihandina seferberiyê bû."
 
'Êrîşên dewleta tirk bi ser hemû deveran de tên kirin'
 
Ferîdeyê di dewamiya axaftina xwe de anî ziman êrîşên dewleta tirk bi ser hemû deveran de tên kirin û got: "Weke xelkên Efrînê
rojane êrîşên dewleta tirk li me tên kirin û hîna di encama erdhejê de dewleta tirk rê nade ku alîkarî derbasî nava hêrêmê bibe. Hemû derî dane girtin, li herêmên din bi balafirên bê mirov êrîşî sivîl û xebatkaran dike. Her wiha êrîşên xwe li ser çiyayên şervanên azadiyê bi çekên qedexekirî dide dewamkirin û ev hemû kiryarên dewleta tirk, armanc û siyaseta wê ya ji bo qirkirina mirovahiyê derdixe pêş. Û hebûna xwe li ser pişta kuştina mirovahiyê û qirkirina civakan dide jiyîn û dewleta tirk bi serkêşiya AKP'ê rê li pêşiya parastina mirovahiyê venake. Ev yek nîşan dide ku ne nêzî exlaqê mirovahiyê ye."
 
'Dewleta tirk bi awayekî bê wijdan nêzî vê karesatê dibe'
 
Ferîdeyê bal kişand ser lîstokên îktidara li Tirkiyeyê û wiha got:"Îktidar bi van lîstokên xwe dixwaze careke din di hilbijartinê de bi ser bikeve. Divê bi van kiryarên xwe Tayyip Erdogan careke din nebe Serokê Komara Tirkiyeyê û careke din gel bi rê ve nebe. Di deverên ku di encama erdhejê de zirar dîtine gelên kurd, ereb, tirkmen û ermen hebûn lê gelên van herêman bi xwe alîkariya hevdu dikin. Lê belê ji ber derfet kêm bûn lewma nikarîbûn pir kesî ji bin wan kavilan derbixin û dewleta tirk bi carekê bi van welatiyan re nebû alîkar. Dewleta tirk bi awayekî bê wijdan nêzî vê karesatê dibe."