'Tenê kurd û HDP hat alîkariya me'

  • 09:03 11 Adar 2023
  • Rojane
 
Dilan Babat 
 
HATAY - Welatiyên li Qada Bazara Taxê ya taxa Ataturk a Samandagi dimînin diyar kir ku tevî mehek ser erdhêjê de derbas bûye ji bilî HDP û kurdan tu kesî alîkarî nedane û gotin: “Dewletê tu piştgirî nedan. HDP hat alîkariya me.”
 
Li Samandagi ya Hatayê ku ji ber erdhêjê texrîbatên mezin lê çêbûn, gel birînên xwe bi piştgiriya dildaran dikewînin. Welatiyên ku hîna fikarên mezin dijîn, mereq dikin ku pereyên di bernameyên TV’yan de kom bûne çûye ku derê. Welatiyên li Qada Bazara Taxê ya taxa Ataturk a Samandagi dimînin bi derfetên xwe ji brandayan kon çêkirine û diyar dikin ku ji bilî HDP û kurdan kesî alîkarî nedaye wan.
 
‘Nehatin xilaskirinê’
 
Neziye Gumuş diyar kir ku hemû şêniyên taxê li bazara taxê bicih bûne û dildaran ji wan re kon anîne lê hîna di alî kon de pirsgirêk tên jiyîn. Neziyeyê wiha dirêjî daye: “Ev meheke em xwe naşon. Me bi derfetên xwe kon dîtin lê hîna yên bên kon dijîn hene. Alavên hîjyenê tünene. Sê roja ekîbên xilaskirinê nehtin vir.Xizmên me 6 roj şûnde hatin derxistin. Ger ekîb zû bihatana wê  evqas mirov nemiriba. Lê gelek malbatî jiyana xwe ji dest da.”
 
Alîkarî ji kurdan û HDP’ê hat
 
Neziyeyê dawiyê de wiha vegot: “Dema erdhêj çêbû hewa pir sar bû. Em çûn bazara taxê. Em ji vir derneketin. Cihê me tunebû. Çar rojan cih tunebû em razên. Em li ser pakêtên bazarvanan radizan. Me bi defetê xwe ev der ava kir. Alîkarî ji kurdan û HDP’ê hat. Me bi derfetê xwe kon vedan.”
 
‘Dewlet dereng ma’
 
Jina bi navê Yildiz Gumuş jî wiha anî ziman: “Xizmên me ji Harbiyê kon anîn. Kurdan jî kon anîn. Em tenê nehiştin. Lê dewletê tu tiştek nekir. HDP’ê mirovahî nîşanê me da. Hema hat alîkariya me. Lê dewlet pir dereng ma. Dest danî ser alîkariyên HDP’ê.
 
‘Gelo divê em koç bikin?’
 
Yurdanur Yilmaz jî diyar kir ku berê rewşa wan ya aborî baş bû û got: “Em nizanin ku kengê bên ser xwe. Mehek berê bi awayekî cidî di televîzyonan de bexş hatin komkirin.  Gelo ev pere çû ku derê. Pêşiya me tgariye. Em niznain ku wê çawa be. Sozên dewletê dane nizanim wê çawabe. Em bi fikarin. Gelo wê her kes bibe xwedî xaniyekî.”