Deklerasyona Newrozê hate dayîn: Em bi hev re agirê azadiyê gur bikin

  • 13:10 10 Adar 2023
  • Rojane
 
AMED - Tifaka Partiyên Kurdistanî, KCD, DBP, HDP û TJA'yê bi dirûşma “Her Der Newroz, Her Dem Azadî”  deklerasyona Newroza 2023’yan dan. Di daxuyaniyê de Pervîn Buldan axivî û got: “Em ê şîna xwe, xema xwe parve bikin. Em ê serhildana xwe û li hemberî îqtidarê helwesta xwe nîşan bidin. Werin em bi hev re agirê xwe yê Newrozê, agirê têkoşîn û azadiyê gur bikin.”
 
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Meclîsa Dayikên Aştiyê, Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiyên Tifaqa Kurdistanî bi dirûşma “Her Der Newroz, Her Dem Azadî”  li Navenda Çandê ya Dîcle Firatê deklerasyona Newrozê dan. Li gel nûnerên sazî û partiyan, hevseroka giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan, hevseroka giştî ya KCD, DBP’ê û bi jimarek zêde de pêkhate û welatî jî amade bûn. Li eywana daxuyanî lê hat dayîn de alên reş ên li ser “Bi Agirê Newrozê Ber bi Azadiyê ve” nivîsandine hatin daleqandin.
 
Metna daxuyaniyê ya Kurdî ji aliyê hevserokê KCD’ê Berdan Oztur ve hate xwendin.
 
‘Bi hêvî em Newrozê pêşwazî dikin’
 
Berdan Ozturk erdheja Mereşê ya bandor li 11 bajaran ango 15 milyon welatiyan kiriye destnîşan kir û got: “Bi dilekî xemgîn lê bi hêvî û bawerî em Newroza 2023’yan pêşwazî dikin. Em bi êş û jan û bi şîn Newroza 2023’yan pêşwazî dikin. Pêdiviya piştgirî û piştevaniyê ji her demê zêdetir e. Bi erdheja Mereşê, careke din hat dîtin ku heqîqeta bi salan e em ji bo wê têkoşînê dikin piştrast bû. Ew heqîqet jî ev e: desthilatiya navendî li hemberî feraseta rêveberiyên herêmî têk çû. Ev model bi erdhejê re careke din aşkera bû. Li hember pergala navendî, îro pêdivî zêdetir bi pergala herêmî heye. Bi erdhejê re me dît ku ev pergala giran, ev brokrasiya riziyayî, xisarên mirovî zêdetir kirin. Faşîzma AKP-MHP’ê ya ku rêveberiyên herêmî tasfiye kir, bû sedema van encaman. Feraseta otorîter bingeha vê têkçûnê ye. Li aliyê din jî piştgirî û piştevaniya piştî erdhejê derket holê bandoreke mezin li ser ruhê yekîtiya neteweyî ya Kurdan kir. Derket holê ku tenê bi pergala xweseriya demokratîk em dikarin rizgar bibin û paradîgmaya komara demokratîk ava bikin.”
 
‘Em ê bi rihê Newrozê amadekariya hilbijartinê bikin’
 
Berdan di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn rihê Newrozê rihê coş û vejînê ye. Em her sal Newrozê bi vî ruhî pîroz dikin, lê em ê di Newroza îsal de bi zêmar û lawjeyan hemû qurbaniyan bi bîr bînin. Salîha wiha berdewam kir: “Kerb û kîna me zêde ye, êşa me giran e. Lê em ê bi ruhê serhildana Kawa ya li hemberî Dehaqê zalim, hesabê ji faşîzma AKP-MHP’ê bipirsin. Em di vê Newrozê de careke din tecrîda li ser Birêz Ocalan qebûl nakin û em bang dikin ku ji bo birêz Ocalan rola xwe ya dîrokî bi cih bîne divê rojek berî rojekê tecrîd bê rakirin û divê hemû girtiyên siyasî bigihîjin azadiya xwe. Dîsa Newroza 2023’yan mizgîniya xelasiya ji desthilatiya AKP-MHP’ê ye. Em ê bi ruhê Newrozê amadekariyên xwe yên hilbijartina 2023’yan bikin û bi ser bikevin.”
 
‘Em ê her derê bikin qada Newerozê’
 
Berdan got siyaseta Kurd; yek ji stûnên sereke yên stratejiya hilbijartinên 2023'yan e, banga me ew e ku bandora dezgehên siyasî yên rejîmê li Kurdistanê, li ser sindoqan, were şikandin û em careke din li qadên Newrozê yên ku bûne qadên azadiyê biqîrin ku şertê sereke yê Enqereya demokratîk, Amed a demokratîk û azad e. Berdan wiha pê de çû: “Bi pergala rant, talan û gendeliyê, gelên me mehkûmî avahî û xaniyên riziyayî kirin. Di encama vê pergalê de gelên me zirareke mezin dîtin. Lê em vê pergalê qebûl nakin, gelên me qebûl nakin. Berpirsyariya me ya dîrokî û siyasî ew e ku em ê vê pergalê biguherînin û pergaleke birêkûpêk ava bikin. Bi taybetî em ê bi pêşengiya ciwanan û jinan û bi hêz û îradeya gelên xwe vê pergalê biguherînin. Em ê Newroza 2023’yan, bi vî ruhî pîroz bikin û her derê bikin qadên Newrozê.”
 
‘Her der Newroz, her dem Azadî’
 
Berdan herî dawî ev gotin kir: “Ji ber vê yekê bernameya Newroza 2023’yan, li ser van esasan hate amadekirin. Em ê îsal bi dilekî xemgîn, bi şîna bi deh hezaran kesan, bi kerb û kîn, lê bi ruhê Newrozê li qadan bin. Bobelateke mezin hate serê gelên me, lê em dîsa jî bi hêvî ne. Em ê bi ruhê yekîtiya neteweyî û bi ruhê piştgiriyê ya ku piştî erdhejê derket holê, li qadan bin û hemû qurbaniyan bi bîr bînin. Newroz; mizgîniya biharê, ahenga mirov û xwezayê ye, Newroz vejîn e. Em ê li dor agirê Newrozê germ bibin û careke din bibêjin edalet, aştî û azadî. Em dibêjin, ‘Her Der Newroz, Her Dem Azadî’ û hemû gelên xwe dawetî qadên Newrozê dikin. Em di serî de Newroza gelê Kurd û Newroza hemû gelan pîroz dikin. Em hêvî dikin Newroza 2023’yan bibe Newroza aştî, wekhevî û welatekî azad.”
 
‘Herî zêde îro pêdiviya me bi yekîtiyê heye’
 
Pervîn Buldan piştî metna daxuyaniyê axivî. Pervîn bi bîranîna erdhejê re dest bi axaftinê kir û got: “Em bi atmosfera erdhejê re Newrozê pêşwazî dikin. Em ji ber vê yeke jî Neworzê di hewayek a cejnê de pêşwazî nakin. Lê em ê bi rihê azadiyê pêşwazî bikin. Em ê şîna xwe li vir bînin ziman. Li gel wê jî em ê vê Newozê bikin nîşaneya yekitî, azadî û aştiyê. Di heman demê de tê zanîn Newroz li dijî xirabiyan navê têkoşînê ye. Li hember neçareserî û li hemberî tecrîdê navê çaereseriyê ye. Newroz kombûna yekitî û piştevaniya gelan e. Ji bo em birînên xwe bipêçin wê Newroz qada herî rast be. Herî zêde îro pêdiviya me bi vê rihê yekitî û piştevaniyê heye.”
 
‘Werin em bi hev re agirê xwe gur bikin’
 
Pervînê da zanîn werin em bi hev re agirê xwe gur bikin û wiha berdewam kir: “Em ê li vir peyamek din jî ragihînin. Em ê li hemberî îktidara ku Tirkiyeyê ber bi qeyranan ve dibe re bibin bersiva herî xurt. Em ê bi yekbûn û berxwedanek hevpar re vê bersivê bi awayek herî xurt bidin. Peyama din jî ew e ku em ê nîşan bidin em tucarî nakevin, em neketine û em li vir in. Em ê hêza xwe carek din nîşan bidin. Em baş dizanin ev îktidar dijminê civak û jinan e. Em dizanin ku ev îktidar îktidarek qayûmkar e. Em ê li hemberî vê bibin bersiv. Em ê biguherînin. Em ê bi ser bixin. Em ji xwe bawer in. Gel biryara xwe girtiye û em ê di Newrozê de bersiva wan bibînin. Wê tifaqa kurdan were dîtin. Em ê qedera Tirkiyeyê biguherînin. Em hemû gelê xwe vedixwînin Newrozê. Werin em bi hev re agirê xwe gur bikin.”
 
‘Werin em têkoşîna xwe gur bikin’
 
Li ser navê TJA’yê Gulcîhan Şîmşek axivî. Gulcîhan di serî de sersaxî ji bo kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane xwest û got: “Di dema erdhejê de gel yekîtiyek xurt nîşan da. Lewra em ê wê yekîtiya xwe di Newrozê de bi rêxistin bikin. Meha Adarê meha têkoşînê ye. Di 8’ê Adarê de jinan got ‘Dem Dema Jin Jiyan Azadîyê ye’ Ev dirûşm xwedî felsefeyek kûr e. Çawa ku li Rojhilat bi hezaran kesî bi vê dirûşmê têkoşîna xwe mezin kirin îro em bi wî rihî têkoşîna xwe didin dewamkirin. Dilê me bi êş e lê em ê banga xwe ya têkoşînê bikin.”
 
Herî dawî sînevîzyona ji bo Newrozê hatiye amadekirin hate pêşkêşkirin û daxuyanî bi dawî bû.