'Em ê jiyanê bi hev re bi hêza xwe ava bikin'

  • 10:03 10 Adar 2023
  • Rojane
 
Gulistan Dursun
 
DÎLOK  Haticeyê bi lêv kir ku piştî du erdhejên mezin ew û zarokên xwe perîşan bûne û bal kişand ser piştevaniya li herêmên erdhejê. Hatice wiha got:"Em ê beramberê keda xwe bigirin. Em ê vê jiyanê bi hev re di nava piştevaniyê de bi hêza û bi aqilê xwe ava bikin. Em ê jiyana xwe wiha bidomînin."
 
Piştî erdhejên navenda wê Mereş bû û bandor li 11 bajarî kir mehek derbas bû. Jin di pêvajoyê de di şert û mercên zehmet de têkoşina jiyanê didin. Jina bi navê Hatîce ku ji ber nexwest paşnavê mêr bi kar bîne pirsgirêkên dijîn û avakirina jiyana nû nirxand. 
 
 
Hatîceyê diyar kir ku jin her tim tune tên hesibandin û wiha got: “Heta ku jin bên binpêkirin û îradeya wan aydê kesên din bin wê edalet pêk neyê. Jin di erdhejê de di her alî de tenê man. Yên zarokan tînin dinê jin in, yên malê li ser piyan digirin jin in. Yên li ser axê çandiniyê dikin jin in. Yên keda mezin didin jin in. Lê li ser gora wan jî paşnavê bav û hevjînê wan tê nivîsin. Ev edaletek çawa ye gelo.”
 
Em ê mafên xwe bigirin
 
Hatîceyê da zanîn ew ê mafê xwe bigirin û wiha dirêjî dayê: “Em ê li ser piyên xwe bisekinin û mafê xwe bigirin. Em ê şûnde gavê neavêjin. Wê îrade, ked, bedenên me yên me bin. Em ê mafên xwe bigirin. Piştî erdhejê jin û zarokan zehmetiyên mezin kişandin. Jin û zarok perîşan bûn. Dema baran dibare av dikeve konan. Em nexweş dikevin. Zarok nexweş ketin. Alavên me nakevin hundir. Mirov li ser hev radizên. Destav û serşo tune ye. Barê giran li ser jinan dimîne.”
 
‘Em ê jiyana nû bi hev re ava bikin’
 
Hatîceyê da zanîn ew ê jiyana nû bi hev re ava bikin û wiha dawî lê anî: “Di civaka xwezayî de piştevanî hîn xurtir bû. Pere tune bû. Em wisa jiyan. Divê em ji axê re xizmetê bikin. Ax dikare me têr bike. Em ê jiyana nû jî bi hev re bi piştevaniyê ava bikin. Di nava piştevaniyê de bi rihê piştevaniyê jiyana nû dikare bê avakirin."