Saziyên jinan hatin girtin mirinên bi guman zêde bûn

  • 09:02 10 Adar 2023
  • Rojane
 
WAN - Hevşaraedara HDP’ê ya Tuşba ya Wanê Ayşe Mînaz mirinên bi guman ên li Wanê nirxand û got piştî tayînkirina qeyûman sazî hatine girtin û mekanîzmayên jin serî lê bidin nemane û divê saziyên jinan, STO bi hev re bixebitin.
 
Di hefteya dawî de li Wanê 2 li Colemêrgê jinekê bi guman jiyana xwe ji dest dan. Hevşaredara Tuşba ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Mînaz der barê mijarê de nirxandin kir. 
 
Ayşeyê diyar kir ku Tevgera Jinên Azad (TJA) û meclîsa Jinan a HDP’ê  çûne serdana malbatên her du jinên bi guman jiyana xwe ji dest dane û got: “Barê rojane yên jinan giran in. Piştî qeyûman jî hemû saziyên aydê jinan hatin girtin. Mekanîzmayên jin serî lê bidin  nemane. Jin tenê hatine hiştin. Beriya qeyûm xeta ‘Alo Tundî, stargehên jinan,îstasyonên jiyanê yên jinan hebûn’. Lê mixabin ev hemû hatin girtin. Niha hinek saziyên girêdayî walitiyê hene. Bêguman ev jî saziyên bi mekanîzmayên siyasî tên meşandin e.”
 
Heta niha tu gumanbarên mirina bi guman nehatine dîtin
 
Ayşeyê di berdewamiyê de daxuyakirin ku jinên Wanê bi pergaleke ku jiyanê radiwestîne re rû bi rû ne û wiha domand: “Tundiya mêr dewletê bandor li ser hemû jiyanan kiriye. Em nikarin jiyana xwe ya rojane jî bijîn. Li bajarên me mirinên bi guman zêde dibin. Em wek saziyên jinan û TJA’yê dibêjin ku ev cînayet polîtik in. Heta niha der barê mirinên bi guman de tu gumanbar nehatin girtin.”
 
Banga li sazî û STO'yan
 
Ayşeyê di dawiya axaftina xwe de bang li hemû saziyên jinan, saziyên civaka sivîl kir ku li dijî mirinên bi guman bi hev re bikevin nava tevgerê û wiha dawî lê anî: “Ger ku em bixwazin van mirinan kêm bikin divê em li qadan bin. Divê em xwe bigihînin zêdetir jinî û rêxistibûna xwe ava bikin. Bi vî awayî em dikarin mirinên bi guman kêm bikin.”
 
Di hefteya dawî de mirinên bi guman ên jinan wiha ne:
 
*Li taxa Marmêt a Tuşba ya Wanê di 3’yê Adarê de jina bi navê Ozlem Karadogan bi guman  jiyana xwe ji dest da.
 
*Li taxa Karşiyaka ya girêdayê Tubşa ya Wanê di 1’ê Adarê de hat îdiakirin ku jina bi navê Çîgdem Cansiz a 18 salî dawî li jiyana xwe aniye.
 
*Li gundê Dizê ya Colemêrgê di 5’ê Adarê de jina bi navê Zîlan Turan ya 19 salî li mala xwe birîndar hat dîtin. Zîlan ku rakirin nexweşxaneyê tevî hemû hewldanan nehat xilaskirin.