MKGP û DFG: 9 meh in çima îdîaname nehatiye amadekirin

  • 12:01 9 Adar 2023
  • Rojane
AMED - MKGP û DFG, ji bo rojnamevanên girtî ku 9 meh in îdianameya wan nehatiye amadekirin daxuyaniya ku dan de, anîn ziman ku operasyonek siyasi ye û çima 9 meh in îdîaname nehatiye amadekirin.
 
Platforma Rojnamegerên Jinên Azad (MKGP) û Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) ji bo rojnamevanên girtî ku 9 meh in îdianameya wan nehatiye amadekirin li ber Edliyeya Amedê daxuyaniyê dan çapemeniyê. Parlamentera Partiya Gelan a Demokratîk (HDP) a Amedê, endam û rêvebirên HDP'ê û gelek rojnameger tevlî daxuyaniyê bûn. Daxuyaniyê de pankarta "Çapemeniya azad nayê bêdengkirin" hat vekirin û wêneyên rojnamegerên girtî hatin rakirin. Daxuyaniya kurdî ji hêla Berdevka MKGP'ê Roza Metîna, ya tirkî jî Sekreterê Giştî yê DFG'ê Cuma Daş ve hat xwend.
 
Roza, anî ziman ku di 8’ê Hezîranê de li Amedê jê 20 rojnameger 22 kes hatin binçavkirin û li Muduriyeta Emniyetê ya Amedê hatin girtin. Roza, got di çarçoveya operasyonê de lêgerîn hem li malên rojnamegeran hem jî li şîrketên JINNEWS, Pel, Piya û Ari cihên hevalên lê dixebitîn lêgerîn hat kirin û wiha domand: "Polîsan dest xistin ser ekîpmanên xebatê yên wekî kompîtur, kamera, wênekêş, mikrofon, arşîvên rojnameyan, wêneyên şehîdên çapemeniya azad. Polîsan ev wêne wekî delîlên sûc parve kirin û di bin navê lêgerînê de mehekê saziyên çapemeniyê dagir kirin. Her wiha bûn asteng ku hempîşeyên me karê xwe bikin."
 
'Ev operasyonek siyasî ye'
 
Roza, bi bîr xist ku polîsan ji rojnamegerên ku bi awayekî nehiqûqî 8 rojan di bin çavan de man tenê pirsa nûçe û bernameyên wan kirine û wiha pêde çû: "Ev operasyoneke siyasî ye. Bi vê operasyonê Mudura JINNEWS’ê Safiye Alagaş, Hevserokê Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê Serdar Altan, Mudurê Karê Nivîsê yê Xwebûnê Mehmet Ali Ertaş,Edîtorê Ajansa Mezopotamyayê Azîz Oruç, Rojnameger Omer Çelik, Zeynel Abidin Bulut, Mazlum Dogan Guler, Îbrahim Koyuncu, Neşe Toprak, Elif Ungur, Abdurrahman Oncu, Suat Doguhan, Remziye Temel, Ramazan Geciken, Lezgin Akdeniz û Mehmet Şahin bi iddiaya 'endamtiya rêxistinê' hatin girtin."
 
9 meh in girtî ne
 
Roza, destnîşan kir ku 9 meh ji ser girtina 16 rojnameger re derbas bûye û wiha pêde çû: "Li wir îddianameyeke hatiye amadekirin tune ye. Pêvajoya girtinê veguheriye îşkence û infaza bê daraz. Dozgerê dosyayê ku divê vê îşkenceyê ji holê rake ji bo vê girtina neheq li mana û li tûrikekî digere. Em ji dozgerê ku dibêje 'dokumanên dîjîtal pir zêde ne' vê pirsê dikin: 'Gelo ne zêde ye ku ev rojnamegerana ewqas roj in girtî ne?' Medyaya alîgir jî dema hevalên me di bin çavan de bûn diyar kiribû ku dokumanên bernameya 80 saetî hatine lêkolînkirin û li vir îddia kirin ku têkiliyeke rêxistinî hatiye danîn. Diyar e ku dozgerê ji wan dokumanên bernameya 80 saetî 'endamtiya rêxistinê'dernexistiye vê carê bi dû lêkolîna dokumanên dîjîtal ên cuda ketine. Dozger diyar kir ku ji ber erdheja ku ev meheke li dû xwe hiştiye dokumanên dîjîtal negihaştiye ber destên wan û ev yek jî bi dîtina xisarê ya Muduriyeta Emniyetê ve gire da. Em jî vê  yekê dipirsin û dibêjin we 8 mehên berî erdhejê çi kir, we çima amade nekir?"
 
'Rojnamegerî nikare bê darizandin'
 
Roza, dawiyê de wiha got: "Ev helwesta dozgerê dosyayê jî nîşan dide ku îddianameyê ne dozger polîs amade dike. Dewsa Serdozgeriya Komarê ya Amedê mudaxaleyî vê rewşê bike xwe li dû hinceta “Dokumanên dîjîtal pir zêde ne” vedişêre. Dev ji vê yekê berdin; Madem hûn dibêjin ev lêpirsîneke berfireh e wê demê hûn çima dozgerê vê lêpirsînê ji dosyayên din muaf nakin? Madem hûn dibêjin “Dokumanên dîjîtal pir zêde ne” wê demê hempîşeyên me berdin û wiha îddianameyê amade bikin. Kanî darizandina girtî îstisna, darizandina serbest esas bû !
 
Girtina 16 rojnamegeran a li girtîgehê veguheriye cezakirinê. Em vê rewşê ji îktidara siyasal a di serdemeke em ber bi hilbijartinê ve diçin de,  bû kavil û bi ser gel de hat, nikarin cuda bigirin dest. Em bang li dozger û dadgeran dikin: Dev ji tevgera bi talimata îkdara ku îro heye lê sibehê tune ye, berdin. Ji vê şaşîtiyê vegerin, dev ji sepanên neheq û nehiqûqî berdin. Ji ber rojnameger di bin sîwana îktidarê de weşana xwe nakin, wan danerizînin. 16 hevalên me demildest tehliye bikin û îddianameya wan amade bikin.
 
Wê astengî, girtin, lêpirsîn û doz nikaribin pênûsa heqîqetê bitewînin. Rojnamegerî nayê darizandin!" 
 
Daxuyanî bi dirûşmeya "Hûn nikarin çapemeniya azad bêdeng bihêlin" bi dawî bû.