‘Me xemgîniya xwe veguhert hesabpirsînê’

  • 09:46 9 Adar 2023
  • Rojane
Sema Çaglak
 
ŞIRNEX - Jinên ku tevlî meşa 8'ê Adarê ya li Silopiyê bûn, diyar kirin ku jinam dîwarên bindestiyê hilweşandin û gotin: "Em xwemgîniya xwe ya ji bo mexdûrên erdhejê vediguherînin hesappirsînê."
 
Jinan îsal 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bi dirûşma “Dem dema Jin Jiyan Azadi ye” li bakurê Kurdîstanê û Tirkiyê li 14 navendan bi meş û daxuyaniyan  pêşwazî kirin.  Li Botanê jinan 8’ê Adarê li navçeya Silopyê ya Şirnexê bi meşeke girseyî pîroz kirin. Jinên ku tevli meşe bûn axivîn.
 
‘Me xemgînî veguhert hesabpirsînê’
 
Endama Lijneya Dîsîplînê ya HDP'ê ya bajarê Şirnexê Nurcan Alturk, diyar kir ku ew 8’ê Adarê bi rihê piştevanî û hesabpirsîna ji desthîlatdariyê pêşwazî dikin û got: “Ji ber erdhejê me 8’ê Adarê bi xemgînî pêşwazî kir. Lê me ev xwemgîniya xwe veguhart hêrs û hesappirsînê. Em wek jinên Botanê û TJA’yê jinan tenê nahêlin û piştgiriya ligel van didomînin. Jixwe ji roja ewil heta niha bi şev û roj em nesekinî ne û li qadan e. Me  alikarî gihand jinan û piştgirî da. Diyar bû ku dewlet bi zanebûn neçû cihê erdhejê. Lewra ji aliyê gel ve hêrsekê heye. Welatiyan ji roja ewil ve pirsa ‘Dewlet li ku ye’ kirin. Lê gel hêzê ji  piştgiriya hevdû digire. Me wek HDP’ê jî ji destpêkê heta niha tora piştgiriyê xurt kir û xebatên xwe yên ji bo jinan meşand. Îro ji em li qadê bûn dengê wan jinan.”
 
‘Li hemberê zilmê têkoşîna jinan mezintir dibe’
 
Ji Rêveberiya HDP’ê ya navçeya Qilebanê Ferîde Yaman jî 8’ê Adarê li hemû jinan pîroz kir û got: “Em vê rojê diyarî hemû hevalbendên xwe yên zindanê û jinên ku hatine qetîlkirin dikin. Her ku zilm û tehde li ser jinê zêdetir dibe em têkoşîna xwe mezintir dikin. Em hêza xwe ji zilmê digirin.  Heta ku zilm li me bê kirin em ê bi hêztir bibin. Ez vê rojê diyarî jinên têkoşer û berxwedêr dikim.”
 
‘Bi yekitiya jinan aştî pêkan e’
 
Rihan Konut jî anî ziman ku jin îsal ji bo aştî û azadiyê li qadan bûn û got: “Fikr û doza me hemûyan yek e. Em ji bo jinan jî aştî, azadî û wekheviyê dixwazin. Êdî bese ji zilmê re. Hemû jin bi yekitiya xwe dikarin li hemberî vê zilm û şerî bisekinin. Em daxwaz dikin ku xort, keç, ciwan û jin destê xwe bidin hevdû û xeleka aştî û azadiyê di demekê nêz de ava bikin.”
 
‘Jinan dîwarê bindestiye hilweşand’
 
Meryem Oruç jî diyar kir ku jinan êdî dîwarên bindestiyê hilweşandine û wiha pêde çû: “Em li dijî qetîlkirina jinan, li dijî zilmê û ji bo aştî û azadiyê li qadan e.  Li ku derê zilm û zordestî hebe divê gel bibin yek û li hemberî vê zilmê bêdeng nemînin. Li  Rojava û Surîyeyê jî erdhej çêbû le Tirki êrîşên xwe yên li ser  Rojava dewam kirin. Ewqas kes di bin xirbeyan de jiyana xwe jidest dan kes neçû alikariya wan, qey ew ne mirov in. Her wiha zilm û zextekê mezin li ser jinê heye. Jin ewil di destê bira û bav de tahdeyê dibîne û piştî dizweice jî ji mrê pê re hatî zewicandin û xezûrê xwe zilmê dibîne. Em êdî vî tiştî qebûl nakin. Ez ji bo li hemberî vê zilmê derkevimji Cizîrê hatim. Li ser jinê hemû êrîş û şerên xwe yên qirêj dimeşînin. Bedena jinê teşhîr dikin, tecavûz dikin û qetîl dikin. Em jin êdî sebra me jiwan pêkanînan re nema ye. Li hemberê van hemûyan em ê dengê xwe bilindtir bikin.”
 
‘Li dijî polîtîkayên taybet em li qadê ne’
 
Herî dawî jî Medya Hezer axivî û bal kişand ser polîtîkayên li dijî jinên ciwan û got: “Îsal 8’ê Adarê bi piştgirî û têkoşînê hate pêşwazîkirin. Jinan îsal hemû dengên xwe yên ji bo raperînê ji bo jinên mexdûrên erdhejê û ji bo jinên ku ji aliyê mêrdewletê ve hatin qetîlkirin bilind kirin. Jin xwe di kolanan de bi ewle hîs nakin. Her wiha jin li dijî polîtîkayên şerê taybet yê li dijî jinên ciwan li qadan e. Ev polîtîka ne nû ye, ji demên borîn ve ev polîtîka heye û jinan hedef digire . Divê jinên ciwan, li hemberî vê polîtîkaya qirêj xwe bi rêxistin bikin û neyên listikan. Pêwiste ku jinên ciwan li dijî pêkanînên qirêj hişyar bin.”