Dixwazin demografya Samandagê biguherin

  • 09:03 9 Adar 2023
  • Rojane
 
HATAY - Yek ji cihên ji erdhêjê pir zêde bi bandor bû jî Samandag a Hatayê bû.  Hat hînbûn ku Waliyê Îdîrê ku wek berpirsê Koordînasyona erdhejê ya  navçeya Samandag a Hatayê hatibû tayînkirin, hewl dide demografiya navçeyê biguhere. Her wiha hat diyarkirin ku Waliyê Îdirê ku du roj berê bi keyayan re civîn çêkiriye ji Waliyê Burdurê re gotiye ‘Em çima terorîstên sosyalist rehet berdin, hemû cihên veguheztina wan tune ye em ê rakin.’
 
Di ser erdhêja ku navenda wê Mereş bû û bandor li ser 11 bajaran kir mehek derbas bû. Piştî erdhêjê  desthilatdariya xebatên rizgarkirinê dereng dest pê kir hîna gelek pirsgirêkên gel çareser nekiriye. Ji roja ewil de dildaran xwe gîhand alîkariya gel. Desthilatdariya ku xwest piştevaniya gel jî asteng bike, bi waliyên ku tayînê herêmên erdhêjê kir dixwaze demografiya herêmê biguhere.
 
Taxa Ataturk di hedefê de ye
 
Di serî de navenda Hatayê navçeyên wê hemû wêran bûn û di bin kavilê de man. Li Hatayê hema hema yek xaniyek nema lê tevî vê mirovan axa xwe terk nekirin. Tevî hemû pirsgirêkan welatî li ber xwe didin. Desthilatdariya ku bi salane polîtîka têkbirinê li Kurdistanê xistiye dewrê niha polîtîka xwe li cihên erdhêjê didomîne. Yek ji van cihan taxa Ataturk a Samanag a Hatayê ye.
 
Waliyê Îdirê: Çima em terorîstan rehet berdidin
 
Waliyê  Îdirê ku li taxa Ataturk a Samandagi dinêre du roj bere li waliyê Burdurê yê li navçeya Defne dinêre re û keyayan re civîn pêk aniye. Li gorî agahiyên hatin girtin tê xestin ku tax bê valakirin. Hat îdiakirin ku Waliyê Îdirê ji Waliyê Burdurê re gotiye ‘Em çima terorîstan li vir rehet berdin? Em ê hemû navendên veguhestina wan tune rakin’. Hat gotin ku Waliyê Burdurê li dijî van gotinan gotiye ‘Wek dewlet tu birînan nakewînî bihêle bila ew bikewînin.’
 
4 rojan kes nehat
 
Tê gotin ku wê şêniyên taxê li avahiyên TOKÎ'yan ên bên çêkirin bên bicihkirin. Her wiha hat gotin ku gel bertek nîşanê gotinên Walî dane.
Welatiyek ku nexest navê xwe bide wiha got: “Keyayê Antakyayê van gotinan ji Walî dibihîze. Ev bêyî planan bikin bêyî dîrok û sazbûna demografik bifikirin diaxivin. Planên îmarê yên ne li gorî erdhêjê diaxivin. Ji xwe vir cuda didîtin niha zêdetir cuda dikin. Ev meheke tiştên em dijîn li holê ye. Ji derve ji hinek saziyan alîkarî hat. Lê fikarên me hene. Piştgiriya dewletê qet tune. Mirov di sermayê de dijîn. Ez sê hefteyan di wesayîtê de mam. 4 rojan tu kes nehat vê derê. Mirov ketibûn derde canê xwe.”