Li Hatayê dildar û jin bi hev re jiyanek nû dihûnin

  • 09:02 9 Adar 2023
  • Rojane
Dîlan Babat
 
HATAY - Li taxa Tavla ya Defneyê  jinên erdhejzede û dildar bi hev re xwarinê çêdikin û ji hev re dibin destek. Jinên erdhejzede diyar kirin ku ew bi piştevaniya dildaran li ser piyan e.
 
Di ser erdhêja ku 6’ê Sibatê de li Mereşê pêk hat mehek derbas bû. Meheke gel bi dildaran re birînên xwe diewînin. Li navçeya Defne ya Hatayê hemû avahî hilweiyan û yên mane jî xesarek giran dîtine. Piranî welatiyên ku hîna kon negirtine dipên ku kon an konteynir ji wan re bên şandin.
 
Li Hatayê pirsgirêka ava paqij heye
 
 
Li Hatayê tenê kavil mane û niha bi hewldana dildaran her çiqas daxwazên welatiyan hinek bên pêşwazkirin jî jiyana gel bi kêmasiya kon zehmet dibe. Li bajar ava paqij tune, nexweşiyan rû daye û dildar xizmeta av û tenduristiyê didin gel. 
 
Hêviya darên lîmon û portekalan…
 
 
Li bajar ku hîna kavil li erdê ne, ji aliyê din jî gel tevî êşa xwe, têkoşîna jiyanê dide. Darên lîmon û portekalan ên li dora kêlekên riyên sereke yên bajar cih digirin bi rengên xwe hêviya jiyana nû didin û dibin hêvî. 
 
Her çiqas desthilatdarî hewl bide têkiliya dildaran bi gel re qut bike jî dildar tevî hemû zextan xizmeta ji bo gel didomînin. Yek ji taxa Defne ya Hatayê ku 5 hezar serjimara wê heye Tavla ye. Tavla ji sedî 80’ê hilweşiyane. Piraniya gel hîna kon negirtine û bi derfetên xwe kon li baxçeyên xwe vedane. Jinên taxê bi dildaran re ji nû ve jiyanê dihûnin.
 
20 roj şûnde kon dan
 
Jina bi navê Seyhan Karam ku ji ber pirsgirêka nan bi jinên taxê re nan dipije diyar kir ku AFAD roja 5’ê erdhêjê hatiye taxê û got: “Em li derve man. Heta kon hatin em li derve bûn. 20 roj şûnde kon şandin. Konê me jî xizmên me ji Stenbolê şandin. Ji roja ewil de em bi alîkariyên gel li ser piyan e. Em bi dildarên ji derve hatine rojê ji 13 kesî re nan çêdikin. Dildarên ji derve hatine tenê alîkariyê nakin. Piştgiriyek cidî ya psikolojik didin me. Ev piştevanî me li ser piyan digire.”