Jinan ji Enqereyê bang kirin: Hikûmet Îstîfa

  • 22:26 8 Adar 2023
  • Rojane
ENQERE - Jinên îro li Enqereyê kom bûn tevî hemû astengiyên polisan barikat derbas kirin û bi dirûşma ‘Ne karaset cinayete wê dewlet hesab bide. Hikûmet îstîfa’ meşiyan.
 
Jin ji bo Meşa Şevê ya Femînîst ku her 8’ê Adarê pêk tê li Kolana Sakarya ya Enqereyê hatin gel hev. Jinên saet di 19.00’an de hatin gel hev ji aliye polîsan ve hatin kontrolkirin.
 
Jinan bi dirûşma ‘ne karaset cinayet e. Wê dewlet hesab bide’ balkişandin ser erdhêjên 6’ê Sibatê de pêk hatine û dirûşmeyên ‘jin jiyan azadî berzkirin.”
 
Jin bi dirûşmeya tevî hemû barîkatan dest bi meşe kirin. Gelek rêxistinên jinan û parlamentera HDP’ê ya Enqereyê Fîlîz Kerestecîoglu jî tevli meşe bû. Daxuyanî ji aliye Hatîce Beydîllî, Ilgi Kahraman û ya metna Kurdî jî Mahbat Akin  ve hat xwendin.
 
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku hewce bi yekitiyê û piştevaniyê heye û îsal ji bo piştevanî hîn bêtir mezin bibe û êşa gel bê parvekirin çalakiya 8’ê Adar û Meşa Şevê ya Femînîst ya 17’emîn kirine yek û bi hevkarî serhildan mezin kirine. 
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Di erdhêjan de dehezaran welatiyên me jiyana xwe ji dest dan.  Deriyên sînor yên Sûriyeyê hatin girtin û bi hezaran mirov terkî mirinê hatin kirin. Desthilatdariyê yên ku piştevanî rêxistin kirin jî krîmînalîze kirin. Em ê ji kesên ku erdhêj veguhertin komkujiyê hesab bipirsin. Jinên ku herî zêde li herêmê mexdur bûn, hewl didin jiyana xwe bidomînin û barekî giran li ser wan e.  Bis edan zarok bi destê dewletê teslîmê tarîkatan tên kirin.  Siyasetmedarên jin yên Kurd tên girtin û jiyasetê dur tên girtin. Girtiyên nexweş nayên dermankirin nayên berdan û terkî mirinê tên kirin. Em piştevaniya xwe hîn betir mezin dikin. em ê li dijî her cureyê êrîş û tundiyê xwe biparêzin.”