Li Amedê dorpêça polîs hat protestokirin: Hikûmet îstîfa

  • 18:11 8 Adar 2023
  • Rojane
 
AMED - Jinên bi pêşengiya DAKAP’ê hatin gel hev li dijî astengiya polîs bi dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ berxwe dan.
 
Bi pêşengiya Platforma Jinan a Dîcle Amed (DAKAP) di çarçoveya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de li Parkormani ya Peyas a Amedê bi sedan jin hatin gel hev.  Aktîvîstên TJA, meclîsa dayikên aştiyê, komeleya Jinan a Rosa, Baroya Amedê, Komeleya mafê Mirovan jî tevli çalakiyê bûn û polîsan dor lê girtin.
 
Tevî dorpêça polîsan jinan qad tije kirin û pankarta ‘Dem dema jin jiyan azadiyê ye’ hildan û dovîzên ‘Em bihev re xurtin, piştevaniya jinê dide jiyîn, emê jiyanek nû ava bikin’ rakirin.
 
Jinan bi dirûşmeya xwestin bimeşin lê polîsan dor lê girtin û nehiştin jin ji parqê derkevin.. Jinan bi dirûşmeyan astengî  protesto kirin.
 
 
‘Em ê bi dirûşmeyan ji vir derkevin’
 
Jinan tevî hemû astengiyên polîs yên wekê ‘Hun nikarin bimeşin lê hun dikarin li parqê daxuyaniyê bidin û belav bibin’ çalakiya runiştinê pêk anîn. Piştî bendewariya saetan şûnde Hevseroka HDP’a Amedê Gulîstan Atasoy axivî û got: “Em dixwazin daxuyaniya xwe bidin û bimeşin. Lê pergala dewlet-mêr a sedsalî li pêş jinan astenge. Bi barîkatan dixwazin me bidin sekinandin.Dixwazin em belav bibin. Madem em nikarin bimeşin em ê daxuyaniya xwe bidin û bi dirûşma ji vir derkevin. Em li dijî pergalê bêdeng namînin. Jin wê berxwedanê li her derê bidomînin.
 
Jinan di dirûşma demekê çalakiya runiştinê domandin. Bi sedan jin bi dirûşmeyan çalakiya xwe bidaweî kirin û ji qadê veqetiyan.