'Bi şoreşa jinê jiyana azad tê afirandin'

  • 16:01 8 Adar 2023
  • Rojane
Mîdya Miqted
 
HELEB - Îro li taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê bi meşekê hat pêşwazîkirin.
 
Jinan bi çalakiyên cuda 8'ê Adarê pêşwazî kirin. Ev roj bi meşeke girseyî li taxa Şêxmeqsûdê ya bajarê Helebê hat pîrozkirin. Gel ji pêşiya Navenda Ciwanên Şoreşger ya ku dikeve milê Şêxmeqsûd xerbî û ber bi qada pakrewanan ve herikîn. Di meşê de pankarta bi nivîsa “Bi jin jiyan azadî re ber bi şoreşa jinê  ve” û wêneyên pakrewanên jin û ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatin hildan. Meş bi dirûşma "Jin Jiyan Azadî", "Bê serok jiyan nabe" dest pê kir û bi dawî bû.
 
Piştî deqeyek rêzgirtinê axaftin ji aliyê Kongreya Star Zelal Ciger hat kirin. Zelalê got: “Em roja 8’ê adarê li hemû jinên cîhanê li Rêberê PKK ê Abdullah Ocalan û gelên taxa Şêxmeqsûdê ya berxwedêr pîroz dikin."
 
Zelal di berdewamiya axaftina xwe de da diyarkirin ku di rojek wiha de ku bi taybet bi têkoşîna jinên berxwedêr ên mîna Jiyanan, Sosinan, Sakîneyan, hatiye xemilan din îfade dike ku bi felsefeya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan  jina kurd rengê xwe yê azadiyê li tevahî cîhanê belav kiriye û pîrozbahiya vê rojê di demeke wisa de vê yekê ji bo me dide sepandin ku rengê berxwedanê me daye pêş."
 
'Bi şoreşa jinê jiyana azad tê afirandin'
 
Zelal di berdewamiya axaftina xwe de wiha anî ziman: “ Îro bi dirûşma jin jiyan azadî em ber bi azadiyê ve têkoşîna xwe bilind dikin û li dijî hişmendiya mêr a desthiledar em meydana xwe berfireh dikin, lewma bi rengê azadiyê û bi ramanê Rêberê PKK' ê Abdullah Ocalan em dibêjin jin jiyan azadî.”
 
Her wiha ji Komîteya Perwerdeyê ya bajarê Helebê Muna Kibik ji ajansa me re axivî û  roja 8’ê Adarê li hemû jinên cîhanê û li Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û li hemû şervanên di çeperê şer de pîroz kir. 
 
Muna di berdewamiya axaftina xwe de da diyarkirin û got: “Em vê rojê ne tenê bi armanca ku jin tê de tekoşîna xwe bilind kiriye em pîroz dikin lê belê ji bo ku em hemû rojên xwe bikin roja azadî û tekoşîna jinê em vê rojê pêşwazî dikin.”
 
Welatiyên Efrînê yên li taxa Şêxmeqsûd her tim hêvî dikin ku sala bê ev roj li welatê wan were pîrozkirin lewma welatiyê bi navê Barîn Sîno ji ajansa me re axivî û got: “Ez vê rojê li hemû jinên jiyanê li Rêberê PKK' ê Abdullah Ocalan û li hemû şervanên di çeperê şer de pîroz dikim û hêviya me ya herî mezin ew e ku em roja  8’ê Adarê li Efrînê pîroz bikin.”
 
Meş bi gerandina govendê bi dawî bû.