Li Botanê 8’ê Adarê: Jinan kirasê koletiyê qetandiye

  • 13:19 8 Adar 2023
  • Rojane
 
ŞIRNEX - Li Botanê 8’ê Adarê bi dirûşma “Dem dema Jin Jiyan Azadiyê ye” bi meşekê hate pêşwazîkirin. Parlementera Şirnexê Nuran Îmîr, destnîşan kir ku jin kirasê koletiyê qetandiye.
 
Tevgera Jinên Azad (TJA), îsal bi dirûşma “Dem dema Jin Jiyan Azadiyê ye” 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê pîroz dike. Jinan piştî ku starta xwe ya 8’ê Adarê dan bê navber xebatên xwe berdewam kirin û îro fînala xebatên xwe jî li Silopyayê bi meşekê li dar xistin. Parlemenetera HDP'ê ya Şirnexê Nuran Îmîr, aktîvîstên TJA’yê, Meclîsa jinan a HDP’ê, Meclîsa Dayikên Aştiyê, Partiya Heremên Demokratîk (DBP), Partiya Kesk a Çep, Komeleya Çand û Ziman a Bircabelek û bi sedan jin tevlî meşe bûn.
 
Jin li ber dibistana seretayî ya Cumhurîyetê kom bûn. Jinan pankarta “Dem dema Jin Jiyan Azadiyê ye” vekirin. Wêneyên, Evîn Goyî, Nagihan Akarsel, Denîz Poyraz, Sêve Demîr, Pakize Nayir, Fatma Uyar rakirin. Her wiha jinan wêneyê bajarên ku lê erdhej pêk hatiye hilgirtin.
 
Jinan di meşê de gelek caran dirûşmên, “Jin Jiyan Azadî”, “Bijî berxwedana jinan”, “Bijî 8’ê Adarê”, “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin.
 
‘Me kirasê koletiyê qetandiye’
 
Meşa jinan li ber avahiya Rêxistina HDP’ê Silppyayê bi daxuyaniyekê bi dawî bû. Berîya daxuyaniyê ji bo jinên ku di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz hat gîrtîn. Dûvre Parlementera Şirnexê Nuran Îmîr axivî. Nuran, di destpêka axaftina xwe de 8’ê Adarê li hemû jinan pîroz kir û wiha axivî: “Em wek jin di sedsala 21’emîn de qirkirîna li hember hebûna jina azad têkoşînek bêhempa didin. Li dijî hebûna jinê wek pergalekê şer dane destpêkirin. Jin li hember qirkirinê, şer, polîtîkayên şerên taybet, xizanî û li hember binpêkirina mafan dengê xwe bilind dikin. Jinan kirasê koletiyê qetandiye. Lewra desthîlatdariya serdest jinê li her deverê ji xwe re dikin hedef. Îro ji tayên porê jinan serhildanek heye ku belav dibe. Yê ku dibêjin em dengê jinên têkoşer qels bikin li hember serhildana Jin Jiyan Azadiyê têk diçin. Heke deshilatdara ku bi hemû rêbazên taybet û êrişên xwe nikaribe bi ser bikeve, ew bi saya têkoşîna jina kurd e.”
 
‘Têkoşîna jinan belav dibe’
 
Nuran, di dawiya axaftina xwe de banga mezinkirina têkoşînê kir û got: “Civak êdî dizane ku civaka ku jin lê ne azad be, civakeke qels e. Em li dijî wê têdikoşin. Bi dijminatî êrîş dikin. Îro jî li girtîgehan, li kolanan û li meclîsê dixwazin dengê jinan qut bikin. Dixwazin jinên kole biafirînin. Lê em teslîm nabin. Îro desthilatdariya kesên ku têkoşîna me dikin hedef tê hejandin. Em li her qadê li dijî tecrîd, zext û tunekirina xwezayê têdikoşin. Bi felsefeya 'Jin Jiyan Azadî' têkoşîna jinan mezin dibe. Em ê ne tenê di 8’ê Adarê de her roj li qadan bin. Tu kes nikare li dijî têkoşîna me bisekine.”