Ji Serhedê peyama 'Dem dema jin, jiyan azadiyê ye'

  • 12:46 8 Adar 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Wan, Colemêrg, Agirî û Mûşê bi pêşeniya TJA û Meclîsa Jinan a HDP'ê bi dirûşma "Dem dema jin jiyan azadiyê ye" meş hatin lidarxistin û daxuyanî hatin dayîn. Jinan banga mezinkirina têkoşînê kirin. 
 
Bi minabeseta 8'ê Adarê li Wan, Colemêrg, Agirî  û Mûşê bi pêşeniya Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi dirûşma "Dem dema jin jiyan azadiyê ye" çalakî hatin lidarxistin. 
 
Wan 
 
Li Wanê Tevgera Jinên Azad (TJA), bi dirûşam “Dem dema jin jiyan azadiyê ye” bi munasebeta 8'ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanê meş li dar xist. Di meşa ji Çerxerêya Semaverê dest pê kir jinan pankarta "Dem dema jin jiyan azadiyê ye" hilgirtin. Jinan fulara xemrî li ser kincên xwe yên reş de hilgirtin û polîtîkayên îktidarê yên bûn sedema mirina bi hezaran kesî şermezar kirin. Jinan lolipopên bi nivîsên "Jin jiyan azadî","Hevserokatî xeta me ya xemrî ye","Em natirsin, bêdeng namînin, serî natewînin" hilgirtin. 
 
Komîsyona Mafên Jinê ya Baroyê, Komeleya Jinê ya STAR'ê, Komîsyona Jinê ya Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Platforma Jinê ya Wanê, Meclîsa Jinê ya KESK'ê, Parlamenterên HDP'ê Muazzez Orhan û Gulistan Kiliç Koçyîgît û Meclîsa Dayikên Aştiyê tevlî meşê bûn. Jinên ku ji Çerxa Samaver heta Parka Mustafa Altay meşiyan li vir daxuyanî hat dayîn. Aktîvîsta TJA'yê Zeynep Kaya metna daxuyaniyê xwend û bal kişand ser girîngiya 8'ê Adarê ya îsal. Di daxuyaniyê hat diyar kirin ku li hemberî polîtîkayên serdest a mêr dê têkoşîna xwe mezin bikin. 
 
Colemêrg 
 
 
Bi pêşengiya TJA'yê li qada Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê daxuyanî hat dayîn. Ji navçeyên Gever û Çelê, sazî û dezgehên sivîl ên bajêr tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Dem dema jin jiyan azadiyê ye” hat vekirin. Ligel dorpêça polîsan jinan daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat diyar kirin dê piştevaniya bi mexdûrên erdhejê de dê bidomînin. Dê li dijî serdestiya mêr pergala hevserokatiyê biparêzin û ji bo azadiya jinê têbikoşîn. 
 
Her wiha Platforma Piştevaniya Jinan a Bajarê Colemêrg ê li ber avahiya KESK'ê daxuyaniyek dan. Di daxuyaniyê de bal kişandin ser polîtîkayên îktîdarê û da zanîn ku dê jin têkoşîna xwe ya azadiyê mezin bikin. 
 
Agirî
 
 
Bi pêşengiya TJA û Meclîsa Jinan a HDP'ê li Bazîda Agiriyê meşek hat lidarxistin. Jinên ku li ber avahiya HDP'ê ya navçeyê kom bûn bi dirûşma “Dem dema jin jiyan azadiyê ye” meşiyan. Piştî meşê parlamentera HDP'ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr, axivî û diyar kir ku dê jin li her qadê dengê xwe bilind bike û got: "Li hemberî serdestiya mêr em ê jiyaneke nû biafirînin. Dirûşmeya ku 'Jin jiyan azadî' ya ku belavî tevahiya cîhanê bûye hêviya jiyana azad mezin dike."
 
Mûş
 
Li Mûşê jî TJA û Meclîsa Jinan a HDP'ê li ber avahiya Rêxistina HDP'ê ya bajêr kom bûn û li vir daxuyanî da. Parlamentera HDP'ê ya Mûşê Şevîn Coşkun axivî û da zanîn ku em ê jiyanê ji nû ve biafirînin û wiha bi lêv kir: "Em ê zîhniyeta serdest bi têkoşîna xwe têk bibin. Jin dê li ber xwe bidin û têkoşîna xwe mezin bikin. Em ê hesabê kesên ku di erdhejê de ji ber îhmalkariya îktîdarê jiyana xwe ji dest dane bipirsin."