Qeyd heye lê çareserî tune ye

  • 09:06 8 Adar 2023
  • Rojane
 
Gulistan Dursun
 
DÎLOK - Li taxa Gozluhuyuk a Cebelînûr ku hilweşînek mezin çêbû, her roj rayedar tên xebatên tespîtkirina xesarê dikin lê mixabin pirsgirêk nayên çareserkirin.
 
Di erdhêjên meizn yên navenda wê Mereş bûn karasetên mezin hatin jiyîn. Tevî mehek di ser erdhêjê de derbas bûye, hîna hewcedariyên gel nehatine peydakirin û pirsgirêk didomin. Di erdhêjê de beşek mezin a taxa Gozluhuyuk a ku 311 nifûsa wê hebû ya girêdayê Çebelînûr a Dîlokê hilweşiya. Herî kêm 50 kesî jiyana xwe ji dest da. 
 
Du rojên ewil yên erdhêjê ku rayedarên dewletê neçûn gel bi defeta xwe xebatên kavilan meşandin. Gund debara xwe bi sewalkarî û çandiniyê dikir. Piranî sewal jî di erdhêjê de di bin kavilan de man. Ekîbên cotkariyê yên wekê traktor jî di bin kavilan de man û zirarek mezin dîtin. Li gund hîna pirsgirêka av û ceyranê didome.
 
‘Alîkarî dereng hatin’
 
Jina bi navê Meryem Kayar axivî û got ji bo Cebelînûr û Islahiyê zêdetir derfet hatin dayîn û got: “Tevî li gundan zirar mezin bû di alî şandina alîkariyan de pirsgirêk hebûn. Hewcedariyên sereke tuwalet û serşo ne.  Roja 5’an anîn lê mehek şûnde tesisat ava kirin. Havîn tê paqijî gelek girîng e. Em ê pirsgirêkên tenrustiyê bijîn.”
 
Meryemê wiha dirêjî daye: “Me ji xwe re êm û peyn girtibû. Lê ew jî bin kavilan de man. Niha em hem alî aborî hem jî alî manewî de pirsgirêkan dijîn. Qeydên alavên me hene bila piştgirî bê dayîn. Li vî gundî milyar lira zirar heye. Her roj rayedar tên. Em bizanibin ku tiştekî nakin em ê li gorî wê tevbigerin.”
 
‘Divê piştgirî bê dayîn’
 
Meryemê da zanîn ku malbata wê cotkare û wiha dawî lê anî: “Heta niha der barê cotkarî, çandinî û sewalkariyê de tu xebat nehat kirin. Dostên me ji bo sewalan alîkarî dan me. Gundê herî zêde zirar dît gundê me ye. Lê me piştgiriyek ji bo cotkaran nedît. Divê piştgirî ji bo me bê dayîn. Em niha nizanin ku çi bikin.”