Hedle: Ez ê heta dawiyê têbikoşim

  • 09:04 4 Adar 2023
  • Rojane
Marta Somek
 
SEMSÛR - Hedle Muhammed a ji Kobanê ji ber şer koç kiriye û li Semûrê bi cih bûbû dukana kuaforuyê vekir û bi tena serê xwe têkoşîna jiyanê da. Hedle ku xaniyê wê ji erdhêjê zirarek mezin dît wiha got: “Min Kurdî bi zarokên xwe neda jibîrkirin. Heta dawiya jiyana xwe ez ê têbişom.”
 
Bi erdhejên 6’ê Sibatê ku navenda wê Mereş bû û her wiha erdheja 20’ê Sibatê ya navenda wê Samandag û Defne ya Hatayê bû bi dehezaran kesî jiyana xwe ji dest dan. Yek ji van bajaran ku hilweşînek mezin lê çêbû Semsûr bû. Li Semsurê bi dehezran kesî ji ber dereng hatina ekîbên AFAD û desthilatdariyê jiyana xwe ji dest dan. 
 
Ji Kobanê heta Kurdistanê berxwedan
 
Jina bi navê Hedle Muhammed di 2014’an de ji ber êrîşên DAIŞ’ê yên li dijî Kobanê hat Tirkiyeyê û li Semsûrê bi cih bû. Hedle diyar dike ku ew jinek Kobanî ye û bi 5 zarokên xwe re li Kobanê jiyanek wan a aram û xweş hebûye û wiha got: “Li Kobanê şer derket. Em li mala xwe bûn. Pîşeya min kuaforî ye. Zarokên min diçûn dibistanê hevjînê min dixebitî. Rewşa me baş bû. DAIŞ’ê êrîş kir. Em hemû reviyan. DAIŞ’ê li mizgeftan bang dikir digot em hemû Kurdan bikujin. Em 6 rojan li deriyê sinor man.”
 
Hedle destnîşan kir ku piştî 5-6 rojan şûnde hatine alî Tirkiyeyê û wiha domand: “Xwişka min li Tirkiyeyê bû. Em hatin Rihayê. Piştre em hatin Semsûrê. Tu tiştekî me tunebû. Keçek min çû Kobanê yek jî li vir zewicî. Niha ez tenê li Semsûrê dijîm. Saleke min dukana kuaforiyê vekiribû.”
 
‘HDP’ê alîkarî da me’
 
Hedleyê wiha dawî lê anî: “Em niha ji ber erdhêjê dîsa li kolanan man. HDP’ê pir alîkarî da me. Tenê HDP’ê alîkarî da me. Xaniyê me zirarek mezin dît. Em perîşan bûn. Ez li mala keça xwe mam. Piştre kon dan me. Ez bi daxwaza xwe ji Kobanê derneketim. Zarokên min biçûk bûn. Hevjînê min krîza dil derbas kir. Lê ez ê heta dawiya jiyana xwe têbikoşim. Ne dest ji zarokên xwe ne jî ji axa xwe berdidim.”