Jinan TIR'ên Xemrî yên nû ji bo 8'ê Adarê amade kirin

  • 10:05 3 Adar 2023
  • Rojane
 
ENQERE - Jinên HDP'yî kolîyên ku bi dirûşma "Jin jiyan azadî. Em ne bi tenê em bi hev re ne" amade kirin bi rihê 8'ê Adarê şandin herêmên erdhejê. 
 
Ji roja ewil a erdheja ku navenda wê Mereş bû pêk hat jinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ketin nava liv û tevgerekê. Niha 8'ê Adarê jî nêz dibe û jin bi rihê piştevaniyê hewl didin 8'ê Adarê pêşwazî bikin. Alîkariyên ji bo 8'ê Adarê hatine amadekirin wê ji avahiya HDP'ê ya Çankayayê îşev derkeve ser rê. Jinên koliyên alîkariyê amade kirin gotin:"Em ne bi tenê ne em bi hev re ne."
 
'Em ne bi tenê ne em bi hev re ne'
 
 
Hevseroka HDP'ê ya Enqereyê Pakize Sinemillioglu, da zanîn ew ê di 8'ê Adarê de ji her bajarî biçin herêmên erdhejê û wiha got:"Me dirûşma 'Jin jiyan azadî. Em ne bi tenê bi hev re ne' dest bi karê xwe kir. Me îro kamyona xwe ya xemrî tije kir. Em bi 20 hevalên jin re ewil herin Islahiyê. Em ê li wir bi jinan re bên gel hevdu, destê xwe bidin destên wan û li wan guhdarî bikin.  Em ê piştî şevekê herin Cembelînûrê. Armanca me ew e ku em bi jinên li wir re bikevin nava piştevaniyê. Em hefteyeke vê girseya xwe ya xemrî amade dikin. Li gor pêdiviyên her jinê me ev amadekarî kirin, ji meqesa neynûkan bigire heta mûçirkê ji pedên paqij bigirin heta bincil û cilan me amadekarî bi baldarî kirin. Em ê bi şev derkevin ser rê. Tevî hemû astengiyan me xwest em bi gel re werin ba hevdu. Em ê têkoşîna xwe bidomînin."
 
'Em ê sekna xwe ya li ser piyan bidomînin'
 
Ji Koordînasyona Bajêr a Erdhejê ya Enqereyê ya HDP'ê Dilan Karademir, da zanîn ji roja ewil a erdhejê wan li vir têkoşîn dane û wiha got:"Me îsal bêtir 8'ê Adarê di çorçoveya şîn û têkoşînê de derbas kir. Erdhej komkujiya bi destên dewletê bû. Lê belê çi dibe bila bibe ji bo em hesab bipirsin em ê li qadan bin. Heta em hesabê xwişkên xwe nepirsin em rûnanên."
 
'Em bi rihê piştevaniyê li vir in'
 
Ji HDP'ê Bedriye Irmak,  da zanîn jin û zarok ji felaketê bi bandor bûn û wiha got:"Îro em li avahiya partiya xwe ya Çankayayê ne. Em koliyên xwe amade dikin da ku bişînin cihê erdhejê. Em ê alîkariyan bigihênin Dîlok û herêmên erdhejê. Em bi dil, hêsir û canê xwe li gel jinên li herêma erdhejê ne. Çi ji destên me bê em ê ji bo wan bikin. Em vî hîs û rihî li vir in."
 
'Em ê li gel jinan bin'
 
Endama Meclîsa Partiyê ya Maseya Bawerî û Gelan a HDP'ê Sevgi Kişin Sazan, da zanîn ew ê li herêmên erdhejê bi jinan re di nava piştevaniyê de bin û wiha lê zêde kir:"Me dixwest em bi coşeke mezin 8'ê Adarê pêşwazî bikin lê belê li Kurdistanê li 11 bajaran felaketa erdhejê çêbû û loma jî me ev ked veguherand piştevaniyê. Em ê li Islahiyê bin. Em ê li ba jinên li wir bin. Em ê bi dirûşma em êşa wan parve dikin li gel wan be."
 
'Em ê bi hev re bi ser bikevin'
 
Ji Meclîsa TJA'yê Badegul Avci wiha got:"Em ê jin bi hev re bi hêz bin. Li welatê me felakete mezin heye lê belê em ê jin destên xwe bidin hevdu û vê yekê derbas bikin. Em ê bi ser bikevin yekîtiya bi hev re dide jiyîn em hêviya xwe winda nakin."