'Welatiyên li taxa Şêxmeqsûdê ji ber ambargoyê jî êşê dikşînin'

  • 09:12 3 Adar 2023
  • Rojane
 
Mîdye Miqted 
 
HELEB - Bi armanca alîkariya welatiyên taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ya bajarê Helebê şandeyek ku ji gelek tevgerên jinan pêk tê xwe gihand wan taxan. Endama Koordînasyona Kongreya Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Welîde Botî ya di nava vê şandeyê de bû wiha got: "Welatiyên van taxan ne tenê ji erdhejê ji ambargoyê jî êşê dikşînin."
 
Di 6'ê Sibatê de erdheja bi pîleya 7.7 ya navenda wê Bazarcixa Mereşê pêk hat û vê yekê bandoreke mezin li ser Kurdistan, Sûriye û Tirkiyeyê kir. Di nav de taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ya bajarê Helebê jî para xwe ji karesata erdhejê girtin û 6 ji welatiyên taxê bûn qurbaniyên erdhejê û gelek avahiyan zirar dîtine. Piraniya xelkên van taxan li kolanan li bin konan ev bû 21 roj jiyana xwe berdewam dikin bê ku alîkarî ji tu rêxistinên mirovî ji bo wan bê kirin li ser vê rewşa giran û ji bo alikariya welatiyên van taxan were kirin şandeyek ku ji gelek tevgerên jin pêk tê ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwe gihandin wan taxan. Şande ji berdevka Partiya Sûriya Pêşeroj ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, berdevka Kombûna Jinên Zenobiya, Meclîsa Jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Yekîtiya Kongreya Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Cîgera Desteya Jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk dihat.
 
Endama Koordînasyona Kongreya Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Welîde Botî ji ajansa me re axivî û got: “Welatiyên taxa Şêxmeqsûdê di encama van erdhejên ku çêbûyî de îro di nava şert û mercên pir giran de dijîn. Hatina me ya li bajarê Helebê ji bo naskirina rewşa gelên taxê ye, her wiha ji bo pêşgirî û alikariya welatiyan em ji hemû aliyan bikin.”
 
'Welatiyên van taxan ne tenê ji erdhejê ji ambargoyê jî êşê dikşînin'
 
Welîde di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Welatiyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji bilî êşa ku ji erdhejê dikişînin îro tevî berdewamiya erdhejê ambargoyeke giran ku ji aliyê Hikumeta Şamê ve li ser wan hatiye dayîn di encama vê ambargoyê de madeyên sotemenî, derman, xwarin û şîrê zarokan derbasî van taxan nabe, tevî vê yekê welatiyên van taxan di bin van şert û mercên giran de dîsa li ber xwe didin. Her wiha armanca vê ambargoyê ew e ku hemî deriyên jiyanê li pêşiya welatiyan were girtin û ev hevgirtina gel û berxwedana wan a li hember hemû êşan were têkbirin.”
 
'Projeya netewa demokratîk dibe sedema hevgirtina gelan'
 
Welîde da zanîn ku di nava van taxan de hevgirtinek welatiyan heye û wiha pê de çû:" Ji ber ku hemû pêkhate û gelên van taxan li gorî projeya Netewa Demokratîk xwe bi rêxistin kirine loma jî bi hev digirin. Welatiyên li van taxan bi rêxistinbûna xwe di nava van şert û mercên giran de moralekî mezin ji wan tê girtin lê pêwîst e rêxistinên mirovî jî bi wan re bibin alîkar. Armanca hatina şandeya me ew e ku em alîkariya welatiyan bikin û daxwazên wan pêk bînin. Çi ji me bê xwestin em amade ne ku alîkariya welatiyên taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ya bajarê Helebê bikin."