Rêya gundê Dilkiya venabe: Xizmet tune ye

  • 09:09 3 Adar 2023
  • Rojane
Marta Somek 
 
SEMSÛR - Welatiyên gundê Dilkiya ya girêdayê Semsûrê ji ber erdhêjê hemû hilweşiya diyar kirin ku cenaze sê rojan bin kavilê de mane û her kesî ji gund koç kiriye. Gundiyan diyar kir ku ji rayedaran xwestine ku riya gund bê vekirin û rayedaran gotiye "Hûn biçin rê vekin em mazota we didin."
 
Bîlançoya erdhêja ku navenda wê Mereş bû û bandor li ser11 bajaran kir her diçe giran dibe. Yek ji van bajaran Semsûr bû. Bi dehezaran welatî ji ber ekîbên xilaskirinê dereng çûn di bin kavilan de jiyana xwe ji dest dan. Gelek gundên Semsurê jî êdî jiyan lê nemaye. Yek ji van gundên ku bi tevahî hilweşiyaye gundê Dilkiya ya girêdayê Semsûrê ye.
 
Rê nayê vekirin
 
Di erdhêjê de 48 kes li gundê Dilkiya di bin kavilan de man û ji ber rêya gund girtîbû 4 rojan cenaze di bin kavilan de man û cenaze piştî rojan şûnde hatin derxistin. Rêya gund hîna venebûye. Gundiyan serî li îdara taybet ya Semsûr û Midûriyeta Karê Avê ya Semsûrê dan û bersiveke "Hûn biçin rê vebikin em mazota we didin" girtin. Gundiyên neçar man koç bikin ji ajansa me re axivîn.
 
Bi biryarin
 
Gundiyan diyar kir ku ji bo vekirina rê destûr nedane wan û wiha gotin: “Ji me re gotin ekîpman, loder û kepçe tune. Welatiyên dildar xwestin rê vebikin. Vê carê rayedaran gotin hûn vekin em mazota we didin. Gundiyan kepçe bi TIR'ê anîn lê vê carê jî di rê de man.” Gundiyan diyar kirin ku ew bi biryarin ku wê rêya gund vebikin.
 
Neçar man koç bikin
 
Gundiyan destnîşan kir ku ji ber jiyan li gund nemaye nikarin li wir bimînin û neçar man koç bikin û gotin: “Em li gund bimana em ê bin kavilan de bimana. Hemû şêniyên gund koç kir. Xaniyê wan hilweşiyan. Berf barî. Gelek kes mirin. Me ji bo cenaza bi derftên xwe kepçe bir. Sê rojan kesî xwe negîhand gund. 46 kes mirin. Niha her kes bi derfetên xwe hewl didin rê vebikin. Xizmet tuneye.”