Divê piştevanî bidome

  • 09:08 3 Adar 2023
  • Rojane
Melîke Aydin
 
HATAY - Cansel Ateş diyar kir ku li Hatayê hîna welatiyên kon bi dest nexistine hene û got zexta li ser saziyên civaka sivîl tê wateya ku welatiyan terkî mirinê dikin. Canselê got divê piştevanî bidome.
 
Piştî du erdhêjên mezin ên navenda wê Mereş bû şûnde li Hatayê 22 hezar kesî jiyana xwe ji dest da û bi hezaran xanî hilweşiyan. Welatiyan diyar kirin ku dewlet sê roj şûnde hatiye xebat meşandiye û gotin hîna welatiyên ku konê wan tune ne hene. Dildarên li Samandag a Hatayê Piştevaniya Erdheja Hatayê jî, alîkariyên tên vir digihînin gel.
 
Ji Dildarên Piştevaniya Erdhêjê Cansel Ateş diyar kir ku dewletê alîkarî negîhandiye xebatkarên xwe jî, lê zext li saziyên wek Yekîtiya Tabîbên Tirk kiriye û got hewcedariyên gel didomin û baga piştevaniyê kir.
 
‘Ya dewlet dide kêm dimîne’
 
 
Mexdûra erdhêjê Dîdar Can destnîşan kir ku piştgirî bi awayekî wekhev nayê belavkirin û ji malbatekê gelek kes cuda cuda xurekan digirin û wiha pê de çû: “Em navnîşanê dinivîsin, kolî nayên. Min xwe ji AFAD’ê da nivîsîn çend caran hatin. Em lê geriyan lê êdî nehatin. Xaniyên mirovan gelek xesar dîtine. Hewcedariya wan heye. Gelek alîkarî tên xêrxwaz tên alîkariyê didin. Dewlet çiqasî dide ez nizanim. Dewlet kêm dimîne.”
 
’18 kes di konekî de dimînin’
 
Lamîa Gozbebek jî bi lêv kir ku tevî 20 roj ji ser erdhejê derbas bûye hîna kon negirtine û wiha pê de çû: “Em 18 kes di konekî de dimînin. Zarok ditirsin. Jintiya min û du zarokên xwe jiyana xwe ji dest dan. Sê rojan di bin kavilan de man dijiyan lê me nikaribû xilas bikin. 4 roj şûnde ji kavilê hatin derxistin.” 
 
Welatiyên nexwestin navê xwe bidin jî diyar kirin ku alavên paqijiyê, bincilk û bi taybet av tune û hewcedariyên pitikan nayên peydakirin. Welatiyan her wiha diyar kirin ku  mirov sê rojan di bin kavilan de mane û dewletê xwe negîhandiyê.
 
‘Kesî alîkarî neda’
 
 
Welatiyek din ku wê jî nexwest navê xwe bide wiha got: “Sê roj şûnde ne ekîbên AFAD’ê dildar hatin. 4 roj şûnde malbata min ji bin kavilan derxistin. Ji ber zû nehatin xilaskirin mirin. Em nikarin serê xwe bişon. Tu cilên me tune ye em li xwe bikin. Ne serokomar ne şaredar kesî alîkarî neda. 
 
‘Em kon û xurekan dibin’
 
Ji Dildarên Piştevaniya Erdhêjê Cansel Ateş diyar kir ku tevî 20 roj ji ser erdhêjê derbas bûye welatiyên bê kon hene û got: “Em wek Piştevaniya Erdheja Hatayê piştgiriya xurekê didin welatiyan û dibin gundan. Qelsî û astengî çêdikin ji ber ekîbek dildar e. Rojekê mazot diqede. Em kon dibin ji welatiyan re. Em di alî cilên paqij de pirsgirêkan dijîn ku bibin ji welatiyan re. Nexweşxane û saziyên xizmeta civakî jî ji bo alavên paqij serî li Piştevaniya Erdheja Hatayê didin. Dewlet ji cil û bergan heta tûlûmên xewê tu tiştekî nade xebatkarên xwe. Hefteya borî em fêr bûn ku di 12 saetan de 20 cenderme, polis û xebatkarên tenduristiyê ji birçîna ji ser hişê xwe ve çûne.”
 
Canselê wiha dawî lê anî: “TTB’ê xwest li Samandag navenda tenduristiyê ava bike. Lê bi hinceta herêma erdhejê ye hat astengkirin. Ji ber pirsgirêkên serma û paqijiyê nexweşî zêde bûne. Zextên li hember konên TTB û SES’ê bi niyeta baş nayên kirin. Ev tê wateya ku welatiyan terkî mirinê dikin. Em ji roja ewil de li vir in. Roja din qeymeqam hat xwest vir bigire. Dixwazin mirovan û kesên dikevin nava piştevaniyê terkî mirinê bikin.”