Aktîvîsta TJA'yê Guler Tunç: Dema azadiya jinê hatiye

  • 09:05 3 Adar 2023
  • Rojane
 
Sema Çaglak
 
ŞIRNEX - Aktîvîsta TJA'yê Guler Tûnç, diyar kir ku ew bi rojeva şer û erdhejê 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê pêşwazî dikin û diyar kir ku ew ê bi ruhê hevgirtin û têkoşîna jinên Kurd xwe bi rêxistin bikin û dema azadiya jinê hatiye."
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) li Şirnexê bi dirûşma “Dema jinan a azadiyê, hevgirtina jinan jiyan dike” bernameya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li bajarê Şirnexê da destpêkirin. TJA ya ku ji ber erdhejên li Mereşê bernameya xwe guhert û li qada erdhejê bal kişand ser hevgirtinê, xebatên xwe didomîne. Aktîvîsta TJA'yê Guler Tunç der barê xebatên xwe de axivî.
 
‘Dema azadiya jinê hatiye’
 
Guler, diyar kir ku di 40 salên dawîn de jin bi felsefeya Jin Jiyan Azadî ku bûye xeta têkoşînê li ber xwe didin û wiha axivî: “Jinên Rojhîlata Navîn bi felsefeya Jin Jiyan Azadi ku paradigmaya birêz Ocalan afirandiye têkoşîna xwe li hemû deverên cîhanê belav dikin. Ev çirûsk di şexsê jina kurd Jina Amînî de geş bû û li ser vê xetê têkoşîn û berxwedanek heye. Bi vê yekê em wek TJA’ê bi îdîayek mezin destnîşan dikin ku dê ev sedsal bibe sedsala azadiya jinan. Jinan ji bo vê îdîayê gelek berdel dan û têkoşînek bêhempda didin. Em carek din dubare dikin ku bi hêz, ked û têkoşîna jinê dê ev sedsal bibe sedsala jinê û dema azadiya jinê hatiye.”
 
‘Ji erdhêjê herî zêde jin û zarok bibandor bûn’
 
Guler, bal kişand  ser erdhêja ku di 6’ê Sibatê de pêk hat û got: “Me 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê her sal bi çalakî û bernameyên cuda pêşwazî dikr. Lê ev sal ji salên din cudaitir e û wê vê salê rojeva erdhej be. Kerasetek mezin çêbû û bi deh hezaran kesî jiyana xwe jidest dan. Di vî erdhêjê de kesên ku herî zêde mexdûr bûn jin û zarok bûn. Em wek TJA  ji roja ewil a erdhêjê de li qadên erdhejê  bûn. Me ligel jinan tora piştevaniyê ava kir. Em ligel jinan bûn û bi wan re di têkiliyê de bûn. Bi hemû derfet û hewildanên xwe ji bo ku alikariya jinan bibikin û bêjin ku ‘hûn ne bi tenê ne’ me xebatên xwe meşandin. Di vê çarçoveyê de me kampanyaya da destpêkirin. Me ji bajarên erdhêj li wan pêk hat TIR’ên xemrî şandin. Ji bo ku jin pêdiviyên xwe yên bingehîn pêk bînin me xwe gihand mexdûrên erdhêjê yên jin.”
 
‘Li dijî binpêkirina mafan em ê li qadê bin’
 
Guler, di berdewamiya axaftina xwe de daxuyand ku wan îsal xebatên xwe yên 8’ê Adarê veguherandin meş û daxuyaniyan û got: “Ji ber erdhêjê îro li Kurdîstan, Tirkiyê û Sûriyê xemginiyek gelek mezin heye. Şîneke neteweyî heye. Di vê erdhêjê de sersariyek gelek mezin heye lê belê dewletê berpirsyarî negirt ser xwe. Bi rojeva erdhejê ve girêdayî em bi şer, kaos û aloziyên li Tirkiyê dikevin 8’ê Adarê. Li dijî van binpêkirinan mafan, şer û girankirina tecrîdê em ê li qadan bin.”
 
‘Em ê rihê piştevaniyê bi rêxistin bikin’
 
Guler, di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser bernameyên xwe yên 8’ê Adarê û destnîşan kir ku ew ê rihê piştevaniyê bi xurttir bikin û got: “Vê salê li alyekê bi ruhê têkoşer ê jinên kurd û li aliyekî ji bi ruh piştevaniyê em 8'ê Adarê pêşwazî dikin. Malbatên ku ji herenên erdhêjê hatine, em ê serdana wan bikin. Her wiha pêdiviyên jin û zarokan em ê bi cîh bînin. Heta 8’ê Adarê em ê bi cûrbecûr bernameyan li qadan bin. Her wiha piştî 8’ê Adarê jî wê xebatên me yên bi wî şiklî berdewam bikin.”