Li Meletiyê roja 26’an: Pirsgirêka konan nehatiye çareserkirin

  • 09:03 3 Adar 2023
  • Rojane
 
MELETÎ - Li Meletiyê piştî erdhejê ku 25 roj zêdetir derbas bûye hîna hewcedariyên gel nehatine peyedakirin. Welatiyan diyar kirin ku hewcedarî ji aliye dildaran ve tên peydakirin û gotin wan rûyê dewletê nedîtine, gelo wê kengî bibînin.
 
Di 6’ê Sibatê de navenda wê Mereş bi pîleya 7.7 û 7.6 erdhej pêk hatin û 11 bajar bi bandor bûn. Yek ji van bajaran Meletî bû. Li Meletiyê di 27’ê Sibatê de erdhejek din a 5.6 pêk hat. Waliyê bajar di 11’ê Sibatê de daxuyanî da û got hejmara avahiyên hilweşiyane hezar û 154 e û hejmara miriyan jî hezar û 224 e û ya birîndaran jî 6 hezar û 942 ye. Daneyên 26’ê jî cih nedanê.
 
26 roj ji ser erdhejê derbas bû û hîna gelek welatiyan xwe negîhandine kon. Ji ber hîna erdhejên biçûk didomin piraniya welatî ya çûn gundên xwe yan jî koçî bajarên din kirin. Ji ber vê jî serjimara bajar a ji 800 hezarî zêdetire nîvê wê bajar terk kiriye.
 
Li navenda bajar pirsgirêka av, ceyran, destav û serşoyê nehatiye çareseririn û li gundan jî welatiyan li ber malên xwe kon vedane û heman pirsgirêkan dijîn. Ji ber pirsgirêka paqijiyan nexweşiyan jî rû daye.
 
Piştevanî didome
 
 
Ji Kurdistan û gelek bajarên Tirkiyeyê dildar bi STK’yan re piştevaniya ji bo erdhejzedeyan didomînin. Welatiyan bertek nişan dan û gotin dewlet nehat, dewlet li vir tune ye. Welatiyên gundê Yuvali, Karaterzî, Kelhalîl û Toraktepe ya Wêranşar a Meletiyê diyar kirin ku piranî kes hîna bê kon in û gelek kes jî di yek konî de yanî 20 kes 10 kes dimînin.
 
Jina bi navê Sakîne Şahîn ji gundê Yuvali got di erdhêjê de xaniyê wan ê li Meletiyê zirar dîtiye bi zaroka 20 rojî re sê rojan li derve mane û got zarokên xwe şandine derveyî bajêr û ew jî hatine gund.
 
Elîf Yalçin a dayika wê bi nexweşiya alzaymirê ye wiha got: “Xaniyê me zirarek mezin dît. Ji ber nexweşiya dayika min her tim diçe lavaboyê. Em neçar in ji bo destavê bibin  xaniyê bi xesar. Tevî bi dehan carî me kon xwest nedan. Me bi brandayekê kon veda.”
 
Hanim Çelîk a li gundê Çiglik dijî got piştî erdheja duyem xaniyê wan zirarek mezin dîtiye û got hewcedariya jinan bi gelek tiştî heye lê rewşa wan a ku van hewcedariyan pêk bîne tune ye.
 
Turunç Kalî jî ya li gundê Yuvalî dijî bertek nîşanî rewşê da û got dewlet di rojeke wisa de neyê wê kengî bê û got ew li bende dewletê ne ka dewlet li ku ye.