Gulistan Kiliç Koçyîgît: AKP pergala perwerdehiyê tune dike

  • 15:11 2 Adar 2023
  • Ramyarî
 
ENQERE - Hevberdevka Komîsyona Polîtîkayên Perwerdehiyê ya HDP’ê Gulistan Kiliç Koçyîgît bi lêv kir ku li herêmên erdhejê mafên 3 milyon û nîv xwendekar û 200 hezar mamoste hatiye desteserkirin. Gulistanê got AKP pergala perwerdehiyê tune dike.
 
Komîsyona Polîtîkayên Perwerdehiyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) têkildarî herêmên erdhejê ku perwerdehî hat sekinandin civîna çapemeniyê li dar xist. Civîn li Navenda Giştî ya HDP’ê pêk hat. Hevberdevka Polîtîkayên Perwerdehiyê ya HDP’ê Gulistan Kiliç Koçyîgît axivî û diyar kir ku li herêmên erdhejê li 10 bajaran 20 hezar û 688 avahiyên perwerdehiyê hene û 23 avahî bi temamî hilweşiyan e û 83 avahî jî xesarên giran dîtine. 
 
'AKP pergala perwerdehiyê tune dike'
 
Gulistan destnîşan kir ku li 10 bajarên tesîra erdhejê li serê bûne 3 milyon û nîv xwendekar û 200 hezar mamoste hene û mafên wan hatine desteserkirin û piştî daxuyaniya Serokkomarê AKP’yî Erdogan a li Amedê da dibistan hatine girtin û xwendekarên li wargehan bê cih mane û mafên perwerdehiyê û xebata mamosteyan hatine desteserkirin.   
 
Gulistan anî ziman ku ew dixwazin wargehên xwendekaran bên vekirin û mexdûrên erdhejê li hotêlan bên bicihkirin. Gulistan diyar kir ku pergala AKP’ê ya perwerdehiyê ew pergal e ku pergala perwerdehiyê tune dike.