Dê li konbajaran de dê konên jinan bên avakirin

  • 09:04 2 Adar 2023
  • Rojane
 
Marta Somek 
 
SEMSÛR - Hevseroka Giştî ya SES'ê Gonûl Adîbellî diyar kir ku ji ber ku av tuneye nikarin serê xwe bişon, nikarin biçin tualetê, ji ber vê yekê, bi taybetî di nav jinan de, nexweşiya enfeksiyona vajînal û gurîbûn zêdetir tê dîtin û got: "Lê jin pirsgirêkên xwe ji bîr dikin û hewcedariyên xwe piştguh dikin. Em li dijî piştguhkirinê li vir in."
 
Di erdheja ku 6'ê Sibatê de li Mereşê pêk hat de bîlanço roj bi roj girantir bû, di 20'ê Sibatê de jî 2 erdhejên ku navenda wê navçeya Samandag û Defne yên Hatayê bûn pêk hatin. Li navçeyên erdhejê ku hikûmet, AFAD û rayedarên dewletê ji roja ewil heta niha tiştek nekiriye, dildar bi kedeke mezin hevgirtina xwe didomînin. Ji bo jin û zarokan gelek xebat hatin kirin, li konbajaran ji bo jinan konên taybet hatin avakirin. 
 
Li Narlikuyuya Semsûrê ji hêla Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Tevgera Jinên Azad (TJA), Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Sendîkaya Kedkarên Tenduristiyê (SES), Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB) û gelek saziyên sivil di nava piştevaniyê de konbajarek avakirin. Di nav konbajarê de jî Konê Jinan a KESK'ê hatin vedan. Hevseroka Giştî ya SES'ê Gonul Adibellî, ji ajansa me re behsa xebatên xwe û tenduristiya jinan kir. 
 
'Bi tena serê xwe man...'
 
Gonul, da zanîn ku wek Şandeya SES'ê di roja 3'yemîn de hatine bajarên erdhejê û got: "Me di nava 6 û 7 rojan de xebatek da meşandin û derbarê xebat û çavderiyên xwe de me raporak amade kir. Tabloya ku em rûbirû man mirovan matmayî dike. Wekî herkesî dibêje di mudaxaleyê de dereng mane û welatî tenê hatine hiştin. Bi tena serê xwe xwe hewldane ku xizmên xwe rizgar bikin. Hem xebatên lêgerîn û rizgarkirinê de û hem jî di hêla xwarin vexwarin, cil û bergan de pirsgirêk nehatin çareserkirin. Welatî di hewaya sar de tenê bi cilên ser xwe, xwe ji mirinê rizgar kirine." 
 
'Bi dildarî xwe gihandin herêmên erdhejê'
 
Gonul, daxuyand ku wek sendîka hewl dane ku pirsgirêkên tenduristî, xwarin vexwarin, cil û bergan de bi daxuyaniyan binîn ziman û wiha axivî: "Kedkarên tenduristiyê bi dildarî xwe gihandin herêmên erdhejê. Her kedkarek li gorî derfetên xwe alavên xwe girtin û berê xwe dan bajarên erdhejê. Ji roja ewilî heta îro kedkarên tenduristiyê li qadên erdhejê bûn. Roj bi roj pirsgirêk derdiketin holê."
 
'Binesaziya navçeyê hilweşiyaye'
 
Gonul, diyar kir ku hewa sar e, tualet tuye û av tuneye, heke ev pirsgirêk çareser nebin dê şewb zêde bibe û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ew pirsgirêk nehatine çareserkirin. Niha jî weke hevserokên KESK, SES û hempîşeyan careke din serdana herêmên erdhejê dikin. Tabloya ku em pê re rû bi rû man ne li gorî rojên ewilî ye hinek cuda ne, lê dîsa jî gelek pirsgirêk hene. Beriya ku em werin vir, em bi Şaredarê Golbaşiyê re axivîn, av hê jî bi tankeran tê, binesazî bi tevahî hilweşiyane. Ger hewcedariyên av û tuwaletê bi cih neyê dê şewb zêde bibe."
 
'Nikarin serê xwe bişon û cilên xwe biguherînin'
 
Gonul, di axaftina xwe de wiha bal kişand ser nexweşiyên jinan: "Ji ber ku av tuneye serşûştin nîne, nikarin bi rihetî biçin tualetê. Bi taybetî jin di vî warî de  pirsgirêkên tenduristiyê dijîn. Enfeksiyona vajînal, enfeksiyona mîzê, ji ber serî nayê şûştin gurîbûn bêtir li pêş e. Me serê ewîlî behsa wan tiştan kiribû û me xwest tedbîr bên girtin. Her wiha şopandina rewşa jinên ducanî, ji ber ku gelek ducanî niha pirsgirêkên derûniyê dijîn. Ji ber ku xwarinek baş nine rewşa ducaniyan bêtir dikeve nava xeterê ye. Her wiha divê derzîkirina zarokan neyê dereng hiştin. Niha navendên tenduristiyê ya malbatan xizmetê dide, lê li gelek deveran xizmetê nade. Heke bi rêkûpêk xizmet neyê dayîn dibe ku zarok bi pirsgirêkan re rûbirû bimîne. Ji ber ku jin vîtamîn nagirin, xwarineke baş nîne, derfeta paqijiyê nîne bi xetereyên mezin re rûbirû ne. Bi taybetî jî pirsgirêkên jinan heye. Lê di nava pakêtên alîkariyê de ji bo hewcedariyên jinan tiştek nîne. Ji ber ku bincil nîne nikarin serê xwe bişon û cilên xwe biguherînin. Ji bo hewcedariyên jinan alav kêm in. Ji ber ku kesên ku alavan belav dikin mêr in, jin nikarin hewcedariyên xwe bînin ziman." 
 
'Ji bo jinan pakêtên taybet tên amadekirin'
 
Gonul, piştî gilî û gazincên jinan a derbarê nebûna jinan a di xebatên alîkariyê de ji bo jinan xebateke taybet dane meşandin û wiha bi lêv kir: "Wek KESK'ê li hemberî van gilî û gazincan ji bo jinan di 2 û 5’ê adarê de hempîşeyên me yên jin ên dildar dê bên herêmên erdhejê. Li vir dê konên jinan ên KESK'ê bên vedan. Me ji bo hemû navçe û bajaran peşniyareke wisa kir ku ji bo jinan lîsteyeke taybet bê amadekirin, li gorî wê pakêt bên amadekirin û şandin. Ev pakêtên ku hatin amadekirin dê ji hêla jinên KESK'ê ve dê li herêmên erdhejê ji bo jinan bên belavkirin. Me ji bo tenduristî û derûniya jinan bernameyek taybet da ber xwe." 
 
'Jin hewcedariyên xwe piştguh dike'
 
Gonul, diyar kir ku jin di konbajaran de hewcedariyên xwe û daxwazên xwe piştguh dikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Jin di her derê û di her şert û mercan de her tim xwe ji bîr dike û hewcedariyên xwe piştguh dike. Ji ber ve sedemê em li vir in. Di her alî de em dixwazin piştgiriyê bidin jinan. Jinên mexdûrên erdhejê dikarin alîkarî li me bixwazin. Ji ber vê sedemê jî avakirina me ya konên jinan girîng e. Em dikarin wisa xwe nêzê jinan bikin."