'Şîdeta nava malê derbasî konan bû'

  • 10:30 1 Adar 2023
  • Rojane
 
Melike Aydin 
 
HATAY - Endama Meclîsa Jinan a HDP'ê ya Bursayê Fîgen Ovat a li navenda koordînasyona krîzê ya ku li navçeya Defneyê ava kirine cih digire, diyar kir ku pirsgirêkên jinan ên li konan qat bi qat dewam dikin û banga hevgirtina jinan kir.
 
Ji ber erdhejên bi lerza 7.7 û 7.6 ya 6'ê Sibatê ku navenda wê Mereşê bû 11 bajar wêran bûn, bi deh hezaran kesî jiyana xwe ji dest dan û bi deh hezaran kes jî birîndar bûn. Li herêmên erdhejê xebatên rakirina kavilan dewam dikirin, li Hatayê jî erdhejek pêk hat. Ji ber erdheja bi lerza 6,4 bajar wêan bûn. Partiyên siyasî, rêxistinên sivîl û sendîkayan ji roja ewil û vir ve ji bo welatiyên ku malên wan di erdhejê de hilweşiyan kampanyayên xwe yên alîkariyê didomînin. Li gel sedemên weke şer û krîza aborî ji erdhejê jî herî zêde jin bi bandor bûne.
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û Konfederasyona Sendîkaya Kedkarên Cemaweriyê (KESK) jî li navenda koordînasyona ku li navçeya Defne ya Hatayê hatiye avakirin, ji bo jinan Kon vekirin. Li vê qada jiyanê ya ku bi keda kolektîf a jinan hatiye avakirin, ji bilî peydakirina malzemeyên paqijiyê ên ji bo jinan, bi jinan re sohbet jî tê kirin.
 
Yek ji dildaran endama Meclîsa Jinan a HDP'ê ya Bursayê Fîgen Ovat der barê mijarê de ji ajansa me re axivî û diyar kir ku li qadên konan pirsgirêkên jinan qat bi qat zêde bûne û şîdeta di nav malbatê de li konan zêdetir bûye.
 
'Ji bo jinan qadekeke xweser hat avakirin'
Fîgenê diyar kir ku li navenda Antakyayê wêraniyeke mezin çêbûye û got ku piştî vê hilweşînê barê jinan zêde bû. Fîgenê diyar kir ku jin ji ber tunebûna avê û şert û mercên nepaqij bi bi nexweşiyên weke xurî, gurîbûn û herwekî din re rûbirû dimînin û diyar kir ku jin ji ber ava nepaqij her roj neçar dimînin cilên xwe biguherînin. Fîgen got, “Em ne tenê malzemeyên paqijiyê didin konê jinan, em bi jinan re sohbetê jî dikin û jin eleqeyeke meizn nîşanî me didin. Bi afirandina qada xweser, me ji wan re cîh çêkir. Bi vî awayî ew dikarin bi hêsanî behsa pirsgirêkên ku dijîn bikin.”
 
'Şîdeta nav malê derbasî konan bû'
 
Fîgenê da zanîn ku barê jinan ên weke lênêrîna zarokan, lênêrîna malbatê û lênêrîna astengdaran di jiyana li kon de du qat zêde bûye û got ku şîdeta nav malê derbasî konan bûye. Fîgen bal kişand ser girîngiya piştevaniya bi jinên asterndar û zarokan re û wiha dirêjî da axaftina xwe. "Em hawîrdorek ku dê jinan bihêztir bike û karibin bi hêsanî pirsgirêkên xwe bibêjin ava dikin. Em piştgiriya manewî didin. Em ji bo piştgiriya psîkolojîk jî alîkariyê didin. Em bi taybetî li hember bandora erdhejê moral didin û jinan arasteyî psîkologên pispor dikin."
 
'Dê TIR'a Mor bê'
 
Fîgenê diyar kir ku di warê lazimiyên jinan ên wekî pîjama û binkrasan de ku ji bo tendirustiyê girîngin pirsgirêkan dijîn û anî ziman ku li gel alîkariya li gundan herî kêm rojê 150 jian jî izyaret dikin. Fîgenê wiha dawî li axafitina xwe anî, "Li cihê ku ava paqij tune be herî zêde jin pirsgirêkan dijîn û nexweşî bi wan re peyda dibin. Lê hevkariya jinan bi jinan re dewam dike. Hefteya bê jî em li bendê ne ku TIR'a xemrî bê û xebatên me di dema bê de jî wê dewam bikin. Bila  her kes piştgiriyê bide ji ber ku em li vir lîsteya lazimiyên jinan a acîl parve dikin."