Biryara hilweşandinê heye lê rayeder tune: Ji bo dewletê jiyan ne girîng e

  • 09:03 1 Adar 2023
  • Rojane
 
Rojda Aydin - Bêrîtan Canozer 
 
AMED - Li Amedê ji ber erdhejê derbarê gelek avahiyan de biryara hilweşandinê hat dayîn, Jinên ku ji erdhejê mexdûr bûn gotin: "Em nikarin bikevin mala xwe tiştên xwe bigirin. Kincên me hemû di malê de man. Em ê biçin ku derê? Kesên ku me mehkûmî vê yekê kirine ez her tiştê xwe ji wan dixwazim. Me bi hêsanî xaniyên ava nekir.”
 
Piştî du erdhejên bi pîleya 7.7 û 7.6 li navenda Mereşê pêk hat û bandorê li 11 bajaran kir, bi hezaran kesan jiyana xwe ji dest dan û bi hezaran avahî hilweşiyan. Piştî erdhêjê li Hatay, Nûrdagiya Dîlokê, Mereş û Semsûrê bi hezaran kes ketin ser rê û cih û warê xwe terk kirin. Amed jî ji erdhejê bi bandor bû û 409 kesan jiyana xwe ji dest dan. Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê di roja 13’yemîn ango di 18’ê sibatê de hatin bi dawî kirin. Li gorî daxuyaniya di 20’ê sibatê de hat dayîn, xebatên tesbîtkirina xisarên ku ji aliye Midûrtiya Navenda Amedê hat kirin de ji sedî 65 temam bûne. Ji bo hezar û 140 avahiyan biryara "bi lez û bez bên xerakirin" hat dayîn. Hezar û 44 avahî sivik zirar dîtine û 10 hezar û 977 avahî jî kêm zirar dîtiye û 32 hezar û 18 avahî wek bê xisar hatine tespîtkirin. Dema dest bi hilweşandina gelek avahiyên ku giran xisar dîtine kirin, welatî nekarin biçin ji malên xwe alavên xwe bigirin.
 
Welatiyên ku li ber avahiyên ku biryara hilweşandinê dane sekinîne, nizanin çi bikin û dibêjin “Destûr nedan ku em bi tu rayedaran re hevdîtinê bikin. Kesek tê, dibêje 'wê xera bibe' û diçe. Baş e, wê hilweşe, em ê çi bin, em ê biçin ku derê? Em dev ji alavên xwe yên li hundir berdin, me nekarî bîranînek zarokên xwe, wêneyek ku paşeroja me tîne bîra me û ne jî zêrên xwe bigirin." Di erdhêje ewil de Apartmana Hîsamî (Akar) a ku hilweşiya de 135 welatî di bin bermahiyê de man û ji 101 kesî re bû gor. Bloka duyem a Apartmana Hîsamî de welatiyên ku li ber avahiyê disekinin gotin dewletê wan “bêçare” hîştiye.
 
‘Li holê tu rayedarek tuneye' 
 
Fatma Aslan, diyar kir ku gelek avahiyên li taxê xisareke mezin dîtine û biryara hilweşandinê hatiye dayîn û got, “Ev hemû kes dê biçin ku derê? Fatma, anî ziman ku di roja ewil a erdhejê de ew nizanîbûne çawa ji malê derketine û dema derketine derve avahiya ku hilweşiyane tirsa xwe ji bîr kirine û ji bo alîkariyê reviyane ber bi bermahiyan ve. Fatma, wiha berdewam dike: “Me cîranên xwe hemû winda kir. Têr nekir niha jî em malên xwe winda dikin. Bîranîn, paşeroj û keda me hemû di bin vê avahiyê de ma. Me rica ji wan kir ku ‘alavên xwe yên girîng bigirin’ lê belê destûr nedan. Ne xanî heye û ne jî cihê ku em biçin. Em ê heta kengî di yûrdan û konan de bimînin? Li holê tu rayedarek tuneye. Em ê ji kî pirsbikin û gazincan bikin?”
 
‘Hemû tiştên xwe ji dewletê dixwazim’
 
Fatma, destnîşan kir ku derbarê alavên wan ên ku di malê de mane de tu nîşe û lîste nehatiye girtin û bi van gotina bal kişand ser pirsgirêkên welatiyan: “Me bi kedek mezin ew alavên xwe kirî. Em hîn deynê van alavên xwe didin. Di destên me de tu tiştek nema. Mirov bi zarokên xwe re li derve man. Çend kesên ku di avahiyên xwe de çend parçe alavên xwe xilas kirine xwe wek dewlemendek dibînin. Em hatine vê rewşê. Em alavên xwe derbixin cihê ku daynin jî nîne, ji bo alavên nû bistînin pereyê me jî nîne. Cihê ku em biçin nîne. Baş e, li yana me fikirîn gotin ‘xetereya hilweşînê heye’, lê ger em li konanan bimînin em ax bin jî dê çi feyda wê hebe? Em ê li kuçeyan çi bikin? Pirtûk, kincên kurê min, bîranînên zarokên min hemû di hindir de man, me tu tiştek nekarî bigirin. Me ji wan re got ‘belê xetereye wê demê em bi awayek bi kontrol biçin bi tenê pêwîstiyên xwe bigirin’, lê destûrê nedan vê jî. Ez hemû tiştên xwe ji dewletê dixwazim. Lê tu tiştek heman hêstê nade min.  Wek mîna emanetê xuya dike lê ez ji bo zarokên xwe dixwazim. Li dijî kesên ku me mehkûmî vê yekê kirine ez her tiştê xwe dixwazim. Me bi hêsanî vê xaniyê ava nekir.”
 
Fatma, her wiha anî ziman ku avahiya wan saxlem bûye û li dijî xetera “şimitîna axê” hatiye hilweşandin û vegot: “8 saetan bi kepçeye qolona xistin lê avahî hilneweşiya. Piştî 10 saetan encax karîbûn hilweşînin.”
 
‘Em ê 20 salan koletiyê bikin’
 
Songul Akgul jî bi lêv kir ku zaroka xwe ya astengdar re bi rojan di kon de maye û piştre ew li yurdekê hatine bicihkirin. Songul, bal kişand ser gotinên “Ji mexdûrên erdhejê re ji TOKÎ'yê avahî bên dayîn” û wiha pê de çû: “Dê bidin, lê dê me bikin bin deynan. Min deynê vê xaniyê xwe hîn xilas nekiribû. Niha jî bi careke din me bikin bin deynan. Em ê 20 salan deynê wê avahiyê bidin. Ez ê neçar bimînin bixebitim. Wê demê kê keça min binere? Em ê 20 salan koletiyê ji wan re bikin. Ez bi qezenca xwe têra zarokên xwe an dewletê bikim? Deynê vê avahiya min hîn xilas nebûye. Tu rayedarek li holê tuneye. Rewşa keça min jî li holê ye, ez ê çawa wê binerim? Keça min hîn 6 salî ye. Caran yekem duh walî hat ji min re got tu çi dixwazî. Min got ‘ez tu tiştî naxwazim, lê ji bo keça min nivînek taybet bînin.’ Ez ê di wê yûrdê de çawa keça xwe binêrim? Wê ew qas mirov çawa debara xwe bikin. Temam me yûrdê bi cih kirin, windahiyên me tunene. Birîna ew qas kesên jiyana xwe ji dest dane dê çawa bigirin? Ev mirov tiştên ku jiyane dê çawa ji bîr bikin? Em çawa vegerin li ser jiyana xwe ya berê?”
 
‘Min nekarî dermanê keça xwe bigirim’
 
Songul, ji ber alavên xwe nekarî ji mala xwe derbixe gazincan kir û wiha axivî: “Dermanên keça min û ji bo tedawiya wê alavên wê yên taybet hebûn. Destûr nedan wan jî bigirim. Destûr bidana min ê wan bigirta. Ez ê niha çawa wan dermanan bibînim û bînim? Heta kengî em ê wisa bijîn? Hîna ji me re cihek baş nedîtine ku em tê de bimînin, dê çawa alavên me bikirin? Alavên min ê malê bi tenê 100 hezar dike. Ez jî nizanim dê çawa be. Rewşa hemû kesî gelek xirab e. Kesê ku pereyê wan heye û dewlemendin diçin, em ê biçin ku derê?”
 
‘Em ne dewlemendin xîzan in’
 
Hazîne Pehlîvan ku li heman taxê di avahiyek din de rûdine, diyar kir ku avahiya wan “kêm xirab bûye” hatiye gotin, lê avahî gelek zirar dîtiye. Hazîne, wiha pê de çû: “Em ditirsin ku di malê de rakevin. Ger ku tiştek bê sere me kî hesabê bide? Em bi rojan e li kûçeyan dimînin. Bila endezyarek baş bê binêre. Em ne dikarin bikevin mala xwe yan na? Zarokên min hene, herî zêde jî ji bo wan ditirsim. Ger ku îro sibe erhêjek bibe em ê çawa ji malê birevin û xilas bikin. Tu rayedarek bi gel re eleqedar nabe. Em bêxwedî hatin hîştin. Berbirsyarek nîne. Em ji qedera xwe re mane. Em ne kesên dewlemend in, em mirovên xîzan in. Ji ber çi vê tiştê li me dikin? Xaniyên milet tê hilweşandin, lê destûr nayê dayîn ku ji malên xwe alavan bigirin. Em bi şimikên nigên xwe li kolanan mane. Em nikarin bikevin mala xwe eşyayan bigirin. Kincên me hemû di malê de mane. Em ê biçin ku derê? Ger ku sibê avahiya me jî bê hilweşandin em ê çi bikin? Ez zarokên xwe difikirim.”
 
‘Me bi destên xwe bermahiyan rakir’
 
Afûze Esmer a ku li Apartmana Akarê dima û nekarî eşyayên xwe ji mala xwe derbixe, di roja erdhejê de çi jiyaye vegot û rewşa tişta ku hatiye jiyîn carekedin da li ber çavan. Afûze, da zanîn ku ji ber ku roja erdhejê li qata zemînê de ew yekem kes bû ku ji avahiyê derketiye û dema ku derketiye rastî kavilên avahiya din hatiye û dengê qêrîna wan bihîstiye. Afuze, daxuyakirin ku wan bi destên xwe wan kesên ku di min kavilan de mane xilas kirine. Afuze, got dê wê şeve û qêrînan tu carî ji bîr neke û wiha bi lêv kir: “Êdî em nekarin bikevin malên xwe. Bi cilên ser xwe û bi şimikan ji malê derketin. Me çend caran ji wan re got em biçin montê xwe û çend parçe cilên xwe bigirin, lê destûr nedan.”
 
‘Dengê me bibihîzin’
 
Afuze, diyar dike ku piştî wê bermahiyan dîtiye alavên xwe yên girîng ji bîr kiriye û wiha got: “Piştî erdhêjê 3-4 roj şûnde xizmên min gotin ‘te alavên xwe yên girîng girt an na’ û piştre hat bîra min. Em wêran bûne, ji bo Xwedê vê rewşa me parve bikin. Bila dengê me bibihîzin. Li gelek cihan jî dev ji dayîna xwarinê berdane, dibêjin ‘rabin herin’. Ev mirovan dê biçin ku derê? Ez azerîme û hevjînê min xelkê vê derê ye. Ji welatê min bi balafiran ji vir re bi koliyan alîkarî hatin şandin. Hej jî ji rayedarên me alîkariyek nekiriye. Ez li Rêzanê rûdinim, şaredariya navçeya me tu alîkarî nekiriye, ji bo alîkariyê ez çûm şaredariyek din. Jinek li şaredariyê montê xwe û pêlavên xwe da min. Ew jin çawa çû mala xwe ez nizanim. Hîna difikirim. Alîkarî nayê ev qas mirov dê çi bikin?”
 
‘Hersa min ji dewletê re ye' 
 
Afuze, dawiya axaftina xwe de wiha got: “Xaniyên me hilweşandin, bila bihîştina me pereyê xwe bistanda. Heta gûstîlka min a zewacê jî di malê de ma. Xaniyê min têketina avahiyê de ye. Ger destûr bidana min ê du deqeyan de bigirta. Min ji wan re got ‘ez cihê wê ji we re bejim hûn bînin’ lê vê jî qebûl nekirin. Avahiya ku hevjînê min dixebitî hilweşiya û niha bêkar maye. Em ê niha çi bikin ? Em diçin cem kî ew me dişînin cem kesek dinê. Qeymaqem dibeje here cem walî, walî dibêje here şaredariyê. Bi me re dilêyzin. Min xwest ez bikevim malê, lê min tevdan û ez ketim û destê min êşiya. Ev çend roj in hîn destê min pêçayî ye. Avahiya li kêleka me de 36 zarok çûn. Dema ku min wan dît çawa alavên min bê bîra min. 10 hezar didin me. Ez bi wê 10 hezarî ve çend rojan debara xwe bikim. Hersa min ji dewletê re ye. Kesên ku devê xwe vedikin dibêjin bêjin ‘şikir.’ Ez zanim şikir bikim. Ez şikir dikim ku li jiyanê mame. Lê ger ku wek mirovekî ez nekarim bijîm û birçî dimînin çi wateya wê heye, xwedî bimiriyama."