Çaglar Demirel: Em ê di 8'ê Adarê de hêza piştevaniyê nîşan bidin

  • 10:46 28 Sibat 2023
  • Rojane
 
Gulistan Dursun 
 
AMED - Aktivîsta TJA'yê Çaglar Demirel bal kişand ser 8'ê Adarê û piştevaniya jinan û wiha got:"Wê jin bibin dînamîk û hêza herî mezin a piştevaniya jinê. Em ê ji talan, polîtîkayên berjewendiyê, rantê bibêjin na û em ê bi jinan re 8'ê Adarê pêşwazî bikin."
 
8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê ji aliyê Neteweyên Yekbûyî hatiye naskirin û rojeke navneteweyî ye. Di vê rojê de pêşketina hişmendiya siyasî û civakî ya jinê tê esasgirtin. Her sal jin bi hêrs û coşa xwe derdikevin qadan. Lê belê îsal li Kurdistan, Tirkiye û Sûriyeyê erdhej pêk hatin û vêya bandoreke mezin li ser mirovan kir. Di erdhejên pêk hatin de herî zêde zarok û jin bi bandor bûn. Loma wê Tevgera Jinên Azad (TJA), bi dirûşma "Wê Piştevaniya Jinê Bide Jiyîn" li herêmên erdhejê bi jinan re piştevaniyê mezin bike. Aktivîsta TJA'yê Çaglar Demirel li ser girîngiya 8'ê Adarê û çalakiyên wê li dar bixin axivî. 
 
*Hûn girîngiya 8'ê Adarê ya di aliyê jinê de çawa dinirxînin?
 
Girîngiya 8'ê Adarê ji bo me gelekî girîng e. Dema em li pêvajoyên 8'ê Adarê heta niha dinêrin ev roj serhildan û têkoşîna jinê temsîl dike. Di sala 1910'an de bi nêrîna enternasyonal a Clara Zetkin xîtabî hemû jinan dike û di şexsê 129 jinan de pêş ket. Niha hemû jinan di xwe de vedihewîne û veguheriye dîrokeke têkoşînê. Me wekî jinên kurd 8'ê Adarê bi coş, mîting, meş, hevdîtin û şahiyan pêşwazî kir. 8'ê Adarê wekî berxwedan û serhildanê tê îfadekirin me ev her tim wiha girtiye dest. Lê belê îro em xemgîniya vî tiştî dijîn. Lê belê em di heman demê de dizanin ku îro dema mezinkirina serhildan û raperînê ye. Li Kurdistan, Tirkiye û Sûriyeyê erdhej pêk hatin û vêya bandoreke mezin kir. Li vir me seferberiya gel jî dît. Em ê jî serhildana xwe îsal li gor şerd û mercên erhdhejê bimeşînin. Em ê 8'ê Adarê wekî tevgera jinê ya kurd bi piştevanî, parvekirin û rihê serhildanê pêşwazî bikin. Loma em ê li herêmên erdhejê bin. Em ê dîsa bi piştevaniya jinê vê pêvajoyê bimeşînin. Loma em ê li herêmên erdhejê bin. Em ê beriya 8'ê Adarê jî li hemû bajaran bi jinan vê pêvajoyê bidin meşandin. 
 
*Îsal 8'ê Adarê bi hilweşandina erdhejê tê pêşwazîkirin. Jin û zarok ji vê hilweşandinê çawa bi bandor bûn?
 
Em ji roja ewil a erdhejê li qadê bûn. Me ev dît ku yê di bin erdhejê de ma îktidar bi xwe bû. Çimkî em bi îktidareke ku gelekî bi derengî ket û tu amadekarî nekiribû li hemberî hev bûn. Li her cihê em çûn welatiyan bi derfetên xwe ev pêvajo meşandin. Welatiyan bi destên xwe kavil kolandin û xwestin xizmên xwe derxin. Me li cihên erdhejê piştevaniya jinê jî dît. 
 
Em wekî TJA'yê li hemû navçe û bajaran geriyan. Li wir hevalên me yên jin koordînasyon û organîzasyon çêkirin. Jin bi taybet bûn mekanîzmayên girîng ên vê organîzasyonê. Elbest ên herî zêde bi bandor bûn jin û zarok bûn. Ji bo zarok derûniya erdhejê derbas bikin hevalên me yên jin bi lezgînî diyalog danîn. 
 
*Wê TJA xwe çawa bigihêjîne hemû jinên li herêmên erdhejê yên hilweşiyan? Wê di 8'ê Adarê de piştevaniyeke bi çi rengî û xebatên çawa bi jinan re piştevaniyekê daynin?
 
Piştevaniyeke civakî pêş ket. Mirovan bi hêza xwe gelek tişt bi serfketî bi dest xistin. Wekî mînak em bidin jinan bi destên xwe çorbe dan malbatên li ber kavilan. Êzingên li mala xwe li baxçeyên xwe bir dan wan ji bo xwe germ bikin. Deriyên malên xwe vekirin. Rihê piştevaniyeke bi vî rengî pêş ket. Ez dixwazim ji bo Amedê çend tiştan bibêjim. Çimkî Amedê ji gelek tiştî re pêşengî kir. Ev yek jî nîşan dide ku hestiyariya civakî, rêxistinbûyin bêtir derketiye pêş. Gelê Amedê nîşanî îktidarê da ku gel bêyî îktidarê jî dikare pirsgirêkan çareser bike. Civakbûyina rêveberiya xweser ev e. Nokteya me behs dikir ev bû. Îro Amedê ev bi ser xist. Ne tenê li Amedê ev yek bû sedem ku li bandora xwe li bajarên din jî bike. Pêşengiya vî tiştî jî jinan kir. Ya ku ev di pratîkê de derxist pêş jin bi xwe bû. Ev di heman demê de pêvajoya ji dîroka me hatiye. Me wekî TJA starta xwe jî li gor vê yekê da û me starta xwe da. Dirûşma me jî dîsa "Jin jiyan azadî" bû. Me felsefeya vê dirûşmê ji dîroka xwe girtiye. Me bi pakêtên ku ji bo jinên erdhejê amade kirin piştevaniya xwe ya bi jinan re xurt kir. Bi rêya kampanyaya "Tira Xemrî" pêdiviyên jina diçin ber destên wan. Me pêdiviyên jin û zarokan ên sereke diyar kirin. Em ê di 8'ê Adarê de jî bi jinan re di nava piştevaniyê de bin. Em di vê 8'ê Adarê de li herêmên erdhejê bi rihê piştvaniyê 8'ê Adarê pêşwazî bikin. 
 
*Di pêvajoya erdhejê de îktidarê xwest hemû tiştî li gor berjewendiyên xwe bi teşe bike û erdhejê veguherîne fersendekê. Jin wê di 8'ê Adarê de li hemberî vêya bersiveke çawa bide?
 
Dema em ji aliyê zihniyeta mêr û dewletê dinêrin zihniyeteke ku bi çavên rantê li her tiştî dinihêre heye. Em bi rihê em ê piştevaniya xwe çawa mezin bikin seferber bûn lê belê ev zihniyeta tenê li ser fikra em ê bikaribin çiqasî bi zêdetir pereyî bifiroşe hereket kir. Lê belê li hemberî vê yekê kesî dev ji hêza rêveberiya xweser berneda. Gelê kurd û jinên kurd bi ser ket. Li Mereşê welatiyan gotin "Kesên me deng didan wan me li gel xwe nedît lê belê kesên wekî terorist dihatin pênasekirin îro li me xwedî derketin". Felsefe, fikir û nêrîna me ev e. Lê belê ji ber fikrên xwe em hatin darizandin. Darizandina me didome. Kesên xwestin erdhejê ji bo xwe veguherînin rantekê îro hîn li ser îktidarê ne. Divê gelên li Tirkiyeyê vêya bibînin. Ji ber me ev tişt got me avêtin girtîgehan. Bi zihniyeta dijminatiya kurdan, xwezayê jin û zarokan dike ev pêvajo nameşe. Divê em û gel dest bidin destên hevdu û pirsgirêkên xwe çareser bikin. Me bi rêxistinên civaka sîvîl û jinan ev yek bi ser xist. Çimkî dîroka me ya serhildan, berxwedanê ev tişt nîşanî me da. 
 
*Di vê pêvajoya ku TJA mezinkirina piştevaniyê esas digire de peyama we çi ye? 
 
Em jin di destpêkê de dikarin bi hêz û piştevaniya xwe vê pêvajoyê bidin meşandin. Em ê di 8'ê Adarê de vê yekê bikin. Bernameya me ya 8'ê Adarê ya ku li hefteyan belav dibe heye. Ew ê hevalên me herin herêmên erdhejê û vê pêvajoya erdhejê bi têkoşîn û serkeftinê derbas bikin. Ez bawer im ku ev hêz bi jinan re heye. Îro dema em li pêvajoya hevserokatiyê jî dinêrin em dibînin ku jin bi awayekî bi hêz vê pêvajoyê derbas dikin. Piştevanî jinê dide jiyîn. Wê jin bibin dînamîk û hêza herî mezin a piştevaniya jinê. Em ê ji talan, polîtîkayên berjewendiyê, rantê bibêjin na û em ê bi jinan re 8'ê Adarê pêşwazî bikin."