Emîneya ji Helebê: Tu kes dengê min nabihîze!

  • 10:37 28 Sibat 2023
  • Rojane
Dilan Babat
 
DİLOK - Emîne Abdu ya ji Helebê ji ber şer hat li taxa Altinuzum a Islahyeyê bi cıh bü ku hevjinê wê di erdhejê de jiyana xwe ji dest da bi 6 kesî re di depoyeke komirê de dimîne. Emîne  diyar kir ku 23 roj e ji rayedaran kon dixwaze  lê jê re dibêjin "kon tune ye".  
 
Di erdheja 6’ê Sibatê ya Navenda wê Mereş ku pêk hat de bi hezaran kesî jiyana xwe ji dest dan û bi hezaran kes jî birîndar bûn. Di erdheja ku bandor li gelek bajaran kir de hema hema tu avahiyek li ser piyan nemabû, bi mîlyonan mirov bi rojan li benda alîkariya dewletê man. Di rojên ku hewa gelek sar bû de gel li xwe xwedî derdiket, bi organîzasyona gelê li Tirkiye û Kurdistanê ji roja destpêkê ve li dehan cihên ku erdhej lê pêk hat xwarin, cil, berg, xwarin û malzemeyên paqijiyê hatin şandin û piştgiriyeke mezin ji bo mexdûrên erdhejê hat kirin.  Desthilatdariya ku nikarîbû li hemberî hevgirtina gel xwe ragire, an dest danî ser alîkariyê an jî radestî AFED'ê kir. Li dijî polîtîkaya hikûmetê ya derbarê hevgirtinê de, gel astengiyan nas nake û piştevaniya xwe ya bi mexdûran re didomîne.
 
Nasnameyên wan cuda ne lê bi hev re cîrantiyê dikin
 
Li Taxa Altinuzûm a navçeya Islahiye ya Dîlokê di erdheja duyemîn de hemû avahî hilweşiyan, avahiyên ku hilneweşiya jî zirar dîtine. Xaniyên ku ji wan re rapora kêm zirar dîtine hat dayîn jî welatî ji ber tirs erdhejê newêrin bikevin wan û li derve dimînin. Li gel vê mexduriyeta welatiyan AFAD wekî li her derê piştî bi 3 rojan hatiye taxê. Li taxa Altinuzumê kesên ji baweriyên cuda û neteweyên cuda , wekî kurd, ereb, tirk û elewî bi hev re dijîn. 
 
6 kes di depoyek komirê de dimînin
 
Emîne Abdu ya ku 10 sal berê ji ber şerê li Heleba Sûriyeyê koçî Tirkiyeyê kir, diyar kir ku xaniyê ku wan kirê kiribûn zirar dîtiye û ji ber vê yekê nikare bikeve mala xwe. Emîneyê diyar kir ku xwediyê malê ji wan re depoya komirê vekirine û diyar kir ku 6 kes di depoya komirê de dimînin. Emîneyê got, “Ez çûm ku kon nedan min. Hundirê depoya komirê jî ne qehîm e hemû qeilişiye, her cara ku erdhej pêk tê em direvin nav darên zeytûnan..  Zarokên me biçûk in û ji serma nexweş dikevin."
 
Dibêjin 'kon tune ye'
 
Emîne, anî ziman ku hevjînê wê di erdhejê de jiyana xwe ji dest daye û wiha dawî li axafitna xwe anî: “Bi van zarokên biçûk re ez ê biçim kuderê, ez ê çi bikim? Dema ez dibêjim bi lezgînî pêwîstiya min bi konê heye, kes dengê min nabihîze. Ji erdheja ewil de em li derve ne, xwediyê malê depoya komirê ji me re vekir. Em çend rojan di bin baranê de man. Dema ku alîkariya ji derve tê em diçin û tiştên ku ji me re lazim e distînin, lê pêşî pêwîstiya me bi kon heye. Sobe pênakeve û em êvaran bi hev re radizin ku germ bibin. Divê konan bidin me, li vir jiyan ne pêkan e, nexweşî hene. Li Helebê ji ber şer mala min wêran bû û niha jî cihê ku serî lê bidim nabînim."