Zuleyha Gulum: Ji bo avakirina nû bi herêman re biryar tên girtin

  • 09:05 28 Sibat 2023
  • Rojane
 
HATAY - Zuleyha Gulum a HDP’yî  diyar kir ku wê zor bidin dewletê ku bacên tên komkirin ji bo gel bên xerckirin û got ji bo avakirina Hatayê wê bi dînamîkên herêmê re tev bigerin, li dijî koçberiyê jî projeya konbajaran esas digirin.
 
Piştî erdhêjên navenda wan Mereş bû şûnde xebatên rakirina kavilan û derxistina cenazeyan didome.  Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Zuleyha Gulum der barê Pêvajoyê de axivî û diyar kir ku xebatên piştevaniyê ya partiyê û kampanya didomin. Zuleyhayê got desthilatdarî koçberiyê li gel ferz dike û li dijî van ferzkirinan ew tevgereke hevpar a bi dînamîkên herêmê re esas digirin. 
 
Rastiya erdhêjê nû tê ferqkirin
 
Zuleyhayê da zanîn hewcedarî gelek hat şandin lê di vê pêvajoyê de divê piştevanî hebe wiha dirêjî dayê: “Ji roja duyem şûnde xebatên xilaskirinê ji aliyê dildar û welatiyan ve hat meşandin. Welatiyan bi qêrîn û hewar alîkarî xwestin. Ger ku organîzasyonek baş hebûna  alav hebûna wê gelek kes bihata xilaskirin. Travmayek ku erdhêjê afirandiye heye. Bêhêvîtî heye. Hewcedarî gelek hat şandin lê di vê pêvajoyê de divê piştevanî hebe. Hewcedariya bi kon û sobeyan pir zêde ye.  Xurek û alavên paqijiyê her tim divê hebin. Hewcedarî bi piştgiriya psîkolojîk heye. Rastiya erdhêjê nû tê ferqkirin.”
 
Nexweşiyan rû da
 
Zuleyhayê bi lêv kir ku pirsgirêka avê, kêmbûna tuwaletên seyar dibin sedema nexweşiyan û wiha dirêjî dayê: “Her ku hewa germ dibe nexweşî didome. Ji kavilan hîna cenaze tên derxistin. Mirov hîna li xizmên xwe digerin. Tevî çavkaniyên destê desthilatdariyê de zêde ne jî ji erdhêjê re nayê xerckirin. Welatî hîna bê kon in. Desthilatdarî hewl dide Hatayê vala bike. Mirov ji ber starbûnê wê koç bikin. Lê naxwazin koç bikin.”
 
Kampanya hat destpêkirin
 
Zuleyhayê destnîşan kir ku HDP’ê kampanya ‘em malbatan tînin gel hev’ dane destpêkirin û di vê mijarê de jî wiha got: “Bi alîkariya koliyan nabe. Ji ber vê divê malbat bi hev re bikevin nava têkiliyan. Ji ber vê kampanyaya me daye destpêkirin di cih de ye. Em bi keya, dînamîkên herêmê, hêzên ked û demokrasiyê re li ser avakirina ji nû ve nîqaşan dimeşînin. Em bi herêman re di alî avakirinê de biryaran digirin. Divê em dewletê bidin zorê ku bacên tên komkirin ji bo gel xerc bikin.”