Ji bo tendirustiya jinan hewcedarî bi konan heye

  • 09:02 28 Sibat 2023
  • Rojane
 
Zelal Tunç 
 
WAN - Fatma Arslan a KHK’yî ku li Semsurê xizmeta tenduristiyê dide got divê piştevanî demdirêj be û divê jî bo tendirustiya jinan kon bên avakirin.
 
Di 6’ê sibatê de de navenda wan Mereş bi pêla 7.7 û 7.6 du erdhej pêk hatin û piştî vê  ji ber desthilatdariyê dereng mudaxale kir bîlanço giran bû. Li gorî hejmarên fermî nêzî 45 hezar kesî jiyana xwe ji dest dane.  Li herêmê piştevaniya gel bi mexduran re didome.
 
Fatma Arslan ya bi KHK’ê hatibû îxrackirin li herêmê bi awayekî dildar xizmet meşandibû. Fatmayê der barê pêvajoyê de ji ajansa me re nirxandin kir.
 
Starbûn, av û tuwalet
 
Fatmayê da zanîn ku karaset ji dîmenên di televîzyon û çapemeniya dîjîtal de tên weşandin girantir e û got: “Em li qadê li ser xizmeta tenduristiyê xebitîn. Em li gundên Semsurê xebitîn. Tabloya li pêş me bi rastî bi xof bû. Av, tuwalet tunebû. Pirsgirêka starbûnê pir zêde bû.  Li herêmê nexweşiyan rû da. bi taybet jin û zarokan travmayên giran jiyan. Zarokên biçûk ditirsiyan. Ji cem dayikên xwe venediqetiyan. Zarokên ji bo ezmûnên zanîngehê xwe amade dikirin bi fikar bûn. Di rewşa heyî de hewcedariyên jinan yên taybet gelek bi pirsgirêk bûn. Jinan nikaribûn xwe bigihînin hewcedariyên xwe.”
 
Divê zêdetir jin biçin herêmê
 
Fatmayê ev tişt anî ziman: “Piranî dildarên diçûn herêmê mêr bûn. Ji ber vê  jinan nikaribûn hewcedariyên xwe binav bikin.Şerm dikirin. Divê hejmara jinên dildar zêdetir be. Dema jin ligel jinan bin pirsgirêk tên ziman. Di bedena jinan degelek nexweşî peyda bûne. Di rêya mîzê de enfeksiyon û mantar ji ber şert û mercên nepaqij peyda bûne. Bincilkên paqij tunebûn. Li ser pêşniyarên li ser çapemeniya civakî  ji gelek bajaran TIR’ên Mor ketin tevgerê. Kêm bin jî hewl didin  hewcedariyên jinan pêk bînin.”
 
Divê ji bo tendirustiya jinan kon bên avakirin
 
Fatmayê di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku ji ber travma giran gelek jin berî wextê rgil dibin û hejmara jinên zarok ji ber wan diçin jî zêde bûne. Fatmayê her wiha destnîşan kir ku ji bo hewcedariyên taybet yên jinan divê li herêman ji bo tendirustiya jinan konên taybet bên avakirin û bi saya van konan wê jin hîn hêsantir xwe bigihînin hecdariyên xwe.