‘Daxuyaniyên bi nakok ên dewletê tatmîn nakin'

  • 09:01 28 Sibat 2023
  • Hiqûq
 
Melek Avci
 
ENQERE - Parêzer Hediye Gokçe Baykal diyar kir ku wek saziyên civaka sivîl şopdarê zarokên ku malbatên wan tune ne û winda bûne û got daxuyaniyên bi naqok yên dewletê mirovan tatmîn nake û hewl didin mijarê jî veşêrin.
 
Piştî erdhêjên navenda wan Mereş, rewşa zarokên bê refekat hîna ji aliyê dewletê ve nehatiye ronîkirin. bi sedsan zarokên nasnama wan nehatiye tespîtkirin di bin kontrola Wezreta Xizmetên Malbat û Civakê de ne.  Lê gelek îxbarên bi belge ku zarok dane tarîkat û cemaatan di çapemeniyê de hatin dîtin. Ewil nûçeyek derket gotin 60 zarok li Beykozê di vîlayekê de hatine bicihkirin. Piştre ji aliyê nûçegîhan Alîcan Uludag ve hat belgekirin ku 9 zarok birine Sakaryayê û li Kursa Quranê ya Mekke Mescîdî Hanîfe Akin ya ji aliyê Komeleya Xizmetên Îlmê Erenler ya Sakaryayê ya aîdê Cemaata Îsmaîlaga ya girêdayê Diyanetê.
 
Cemaat û tarîkatan ev îdia tevî delîlên nivîsên cemaet û wêneyên navenda têkoşîna bi dezenformasyonê re gotin derewin û wezaretê jî îdia red kirin û piştre gotin agahiya wan heye, piştre dîsa îfade guhertin îdia kirin ku zarokên li Beykozê zarokên Suriyeyiya ne. Rayagiştî û rêxistinên civaka sivîl ku ketin pey zarokên ku refaktên wan tune ne, der barê saziyan de serlêdana sûc kirin.
 
Parêzer Hediye Gokçe Baykal a ji Komeleya  Ewil Jin û Zarok, diyar kri ku ew şopdarê pêvajoyê ne û der barê serlêdana sûc û pêvajoyê de axivî.
 
‘Gelek îdia  hene’
 
Hediyeyê da zanîn ku piştî erdhêjê gelek zarok ji bin kavilê hatine derxistin û gelek îdia hene. Hediyeyê wiha got: “Di nav van îdiayan de tê gotin ku kesên cilên polîsan li xwe dikin zarokan ji nexweşxana direvînin, dema sewqkirina nexweşxaneyan zarok winda bûne. Li ser çapemeniya civakî malbat li zarokên xwe digerin. Ji serî de em bi vê mijarê re eleqeder bûn. Lê delîlek şênber tunebû. Ji ber vê me nikaribû tiştekî bikin. Lê piştre îxbar hatin. Gotin 60 zarok li Beykozê xistine vîlayekê. Şahidek di koma whatsappê de bûye şahidê axaftinan û vîdeoyek jî heye. Me delîl pêşkêş kir û serlêdana sûc li Serdozgeriya Komarê ya Beykozê kir. Jina di vê vîdeoyê de dibêje wê 60 zarokên erdhejzedeyan bînin Stenbolê li van malan bi cih bikin.”
 
Ji saziyên dewletê daxuyaniyên cuda
 
Hediyeyê wiha dirêjî dayê: “Piştî daxuyanî û serlêdana sûc wezareta xizmetên civakî û malbatî daxuyanî da.  Di daxuyaniyê de got ev xanî di bin agahiya wan de ne û bi zanebûn ev zarok li van malan bicih kirine. Dîsa navenda têkoşîna dezenformasyonê ya girêdayê Serokatiya Ragîhandina Serokomar der barê mijarê de got îdia rastiyê nîşan nadin, Wezareta Xizmeta Civakî û malbatî çûye esrdana van malan lê ev ne zarokên bê refakatin. Piştre daxuyaniyek din dan. Gotin ev zarokên Sûriyeyî ne û bi dayikên xwe re li wir in. Dibêjin berê jineke xêrxwaz li Hatayê li wan mêze dikir lê piştî erdhêjê nikaribûn li wir bimînin û anîne van malan bi cih kirine.”
 
‘Nikare bê qebûlkirin’
 
Hediyeyê got ev daxuyaniyên bi naqok û ev zarokên di bin kontrola dewletê de ne û teslîmkirina ji bo sexsên sêyemîn nikare bê qebûlkirin û wiha anî ziman: “Daxuyanî kesî tatmîn nake. Piştî me serlêdana sûc kir îxbar jî hatin. Ne tenê li Beykozê li bajarên din jî di bin navê komeleyên cuda de zarok anîne. Di vî alî de îxbar hatin ji me re. Ev mijare cidiye. Zarokên erdhejzede ji xwe psîkolojiya wan xera bûye. Piraniya malbatên xwe winda kirine.Ji ber vê jî ev daxuyaniyên bi naqok û teslîmkirina zarokan a ji bo şexsên sêyem nayê qeûlkirin. Gotin û îfadeyên ku yek bi yekî nagire hene. Armanca wan ya ku gotin zaorkên Sûriyeyê ne jî em fêm nakin.  Ger zarok bin û refakatên wan tunebin wê di bin kontrola dewletê de bin. Çima dibêjin zarokên Sûriyeyê ne. Em wê jî fêmnakin lê tu daxuyaniyek me tatmîn bike nehat. Hewl didin serê mijarê bigirin, bûyerê veşêrin. Lê vê mijarê di alî rayagiştî de bertekên mezin derxist holê.”
 
Divê zext bê kirin
 
Hediyeyê wiha dawî lê anî: “Yekane saziya ewlehî û parastina zarokan dike Wezareta Xizmetên Civakî û Malbatê ye. Divê rêxistinên civaka sivîl şopdarê mijarê bin. Em jî wek komele şopdarê bûyerê bin. Di vê  mijarê de divê zext li wezaretê bê kirin. Divê zexta civakî bê avakirin.”