Li Beybostanê piştî erdhejê tenê çûk û mirîşk mane

  • 10:43 27 Sibat 2023
  • Rojane
Marta Somek
 
SEMSÛR – Li gundê Beybostan ê Alduşê ku ne tenê mal lê ax jî parçe bû, ji neçarî gundiyên mayî cihê xwe terikandin, li gund tenê çûk, mirîşk û çend çêlek mane.
 
Li Kurdistan û Tirkiye ku veguherîne "cihê erdhejê", Di 6'ê Sibatê de Navenda wan Mereş du erdhejên dijwar çêbûn û erdhejê li 11 bajaran bandora xwe kir, bi deh hezaran kesî jiyana xwe ji dest dan. Di 20'ê Sibatê de 2 erdhejên din rû dabûn ku navenda wan navçeyên Samandag û Defne yên Hatayê bûn. Semsûr  ku yek ji bajarên erdhejê zêde bandora xwe lê kir, veguherî bajarê kavil.  Li bajêr gelekê avahiyan hilweşiyane û yên mayî jî li ber hişweşînê ne. Ev jî rêjeya felaketa ku li vî bajarî çêbûye diyar dike. 
 
Gorên komî û hejmara kesên mirî tê veşartin!
 
Piştî erdhejan ne AFAD û ne jî rayedar neçûn Semsûra ku li kolanên wê bêdengiyeke mezin hebû. Li gelek gundên bajêr ku bi deh hezaran kesî jiyana xwe ji dest dan, goristanên nû hatin vekirin û cenazeyên di nava xirabeyan de hatin dîtin bê kefen, bê şuştin û bi cil û bergên xwe hatin definkirin. Li Semsûra ku ji erdhejê rizgar bûne hê jî nikarin konan veşêrin, windahiyên jiyanê û wêrankirinên li Semsûra ku wêran bûye hîna kesên mayî ji bo xwe konek ango stargeheke lê peyda bikin nedîtine û li dijî hikûmetê gelek bi hêrs in.  Bi xebatên dildar ên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Tevgera Jinên Azad (TJA) û rêxistinên sivîl, hewl tê dayîn birînên kesên li bajêr bên dermankirin.
 
Gundê Beybostan bi erdê re bûye yek
 
Li navçeya Semsûr Alduş ku nifûsa wê nêzî 3 hezar û 500 kes e, piştî erdhejê mal, dibistan û kargeh dinav de zêdeyî 50 xanî hilweşiya ne. Gundê Beybostanê ku 30 km dûrî Aldûsê ye, yek ji wan cihên ku wêraniya herî giran lê hat dîtin e. Li gundê Beybostanê ku bi giranî Kurd lê hene, heta erdhejê debara xwe bi sewalkariyê dikirin. Lê piştî erdhejê gundê 160 kes lê dima hema bêje wêran bûye. Dema em li ser rêya gund perçeyên ji Keleha Alduşê ketine dibînin, em hîn dibin ku cenazeyê Sebrî û Hasan Gok ên li gundê Vankukê  jiyana xwe ji dest dane, ji aliyê zarokên wan ên Stenbolê ve ji bin xirabeyan hatine derxisitn. Em dibînin ku Sebrî û Hasan Gok li goristana gund di du gorên ku nû hatine kolandin de hatine veşartin.
 
Ji 30 malan tenê 3 hilneweşiyan e
 
Paşê em rêya xwe ber bi gundê Beybostanê didomînin. Dema ku em digihin gundê ku nêzîkî 30 xanî, mizgeft û dibistanek lê hene, em dibînin ku tenê 3 xanî li ser piyan mane, lê ew jî di rewşekê de ne ku her kêlî dikarin hilweşin. Piştî ku li perê gund didin ser şopa çend çêleka, em axurê wan ê yê wêrankirî jî dibînin ku li dorê diçin û tên. . Li gund yek ji dîmenên herî diyar jî herkîna ax û avahiya ye. Ev jî giraniya wêraniya piştî erdhejê aşkere dike.  
 
Erd qelişî ye
 
Ji rûxandina ku di ketina gund de dest pê kir, em  3 kundirên avî yên ku li ser betonê li bexçeyê xaniyekî wêrankirî hatine danîn û pencereke şikestî ya li ser kulîlkên ku nû şîn bûne de ketiye dibînin. Dema ku em hinekî pêş de diçin, em pê dihesin ku ev hîna dîmena herî "sivik" ê hilweşandinê ye. Xeta fayê di gund re derbas bûye û tenê gund hilneweşya ye erd jî ji ber erdhejê qelişî ye. 
 
Heywan di bin kavilan de mane
 
Di nav dîmenên ku em li kolanan pê re rû bi rû dimînin, yê herî balkêş,  pêlavên lastîkî yên li ber kavilan.  yekane mizgefta gund li ser erdê ye û beşa wê ya jorîn jêkirî ya li erdê ye. Dîsa em dibînin ku dar û nebatên gundê ku serayên ku dora wan hatiye çêkirin hilweşiyan e û balîf jî hemû peritî ne. Ji ber ku şêniyên gund karibûne bi revê xwe ji bin kavilan rizgar bikin  li gund tê gotin ku tenê  2 kesan jiyana xwe ji dest dane, li gund ziyana canî kêm e. Lê belê ji ber hilweşîna axuran gelek heywan mirar bûne.
 
Ji heywanan pê ve tiştek nema ye
 
Ji ber ku ne AFAD, ne ekîbên lêgerîn û rizgarkirinê û ne jî rayedar piştî hilweşandinê nehatin gund, şêniyên gund ji ber tunebûna cih û warê jiyanê wekî salên borî careke din koç dikin û çûne cihê ku xizmên wan lê dimînin. Çend heywanên ku di dema erdhejê de ji axuran reviyan li gund bi tenê mane. Li gund tenê çûk, mirîşk û çend çêlek mane, ne mirov tên û ne jî diçin... Dengê heywanên ku li ser sergo  û bi çêra giyayê hişkbûyî yên ku di nava xirbeyan de dibînin zikê xwe têr dikin.