Taxeke din ji ser nexşeyê hat jêbirin: 96 avahî hilweşiyan!

  • 10:21 27 Sibat 2023
  • Rojane
Dilan Babat
 
DÎLOK - Taxa Çakmak a Islahiyeyê ji nexşeyê hat jêbirin. Li gundê ku serjimara wî 99 kes e 96 avahî hilweşiyan û 3 avahiyên mayî jî li ber hilweşînê ne. Li taxa ku piştî bi 3 rojan kon hatin belavkirin, xebatên lêgerînê nehatine kirin, mirov hewl didin alavên xwe yên mayî ji bin kavilan derxînin.
 
Kuçeya Çakmak a navçeya Islahiyeyê  ji nexşeyê hat jêbirin. Li gundê ku serjimara wî 99 kes e 96 avahî hilweşiyan û 3 avahiyên mayî jî li ber hilweşînê ne. Sê roj şûnde li vê kuçeyê kon hat belavkirin. 
 
Li Mereşê di 6'ê Sibatê de erdhej pêk hat û bandorên vê yekê hîn dewam dikin. Li gundên xebatên rizgarkirinê lê nehatin kirin hîn kavil li cihê xwe ne. Li Kuçeya Çakmak a navçeya Islahiyeyê hema bêje hemû avahî hilweşiyane. Welatiyên di bin kavilan de man bi derfetên xwe hatin derxistin. Kon jî sê roj şûnde dan welatiyan. 
 
Kavil hîn wekî roja ewil li cihê xwe ne
 
 
Li Taxa Çakmak tenê avahiyeke li ser piyan maye tune ye. Sê malên li ser piyan mane xisara mezin dîtine. Ji sedî 96 mal xira bûne. Kuçe hemû di bin kavilan de mane kuçeyên teng jî ji ber avahiyên hilweşiyane di rewşeke xirab de ye. 
 
Alavên zexm ji bin kavilan tên derxistin
 
 
Herdu rojên ewil welatî terkî qedera xwe hatin kirin. Welatiyan birîna xwe bi xwe pêçan û bi derfetên xwe kon vedan. Ji ber zivistanê nêviyê welatiyan li bajarên din dixebitin loma jî li taxê serjimara kesên temenmezin zêde ye. Mirovên bi derfetên xwe ji bin kavilan hatin derxistin li ber mala şînê ya li taxê hatine gel hevdu û li wir şev derbas kirine. Welatiyên li ber avahiyên hilweşiyayî kon vedane hewl didin alavên xwe yên zexm derxin. 
 
Bi alîkariya cîran û ronahiya telefonan kesên di bin kavilan de hatine derxistin
 
 
Welatiyan diyar kirin ku roja ewil ji Şirnexê alîkarî hatiye û sê roj şûnde ekîbên alîkariyê hatine taxê. Welatiyên li ber mala şînê kon vedan dan zanîn hîn jî ew xwe nikarin bigihên ava paqij û destavê. Muzzeyen Saglam da zanîn wê debara xwe tenê bi dikanekê dikir û keda wê di şevekê de bi erdê teqiyaye. Muzzeyenê da zanîn wan du keçên xwe bi zorê ji bin kavilan derxistine û got bi alîkariya cîran û ronahiya telefonan kesên di bin kavilan de hatine derxistin. 
 
Keda 40 salan di bin kavilan de ye 
 
 
Fehime Karageçile ya mala wê xera bû diyar kir ku keda wê ya 40 salan di bin kavilan de maye û got: "Ez tenê dimînim û kon sar e. Pirsgirêkên ava paqij û serşuştinê dewam dikin. Lawê min ê mezin nîvê şevê li derve avê germ dike û serê xwe dişo."
 
Kon tenê nedan kesê ji Sûriyeyê bû 
 
 
Muhammed Xalid, da zanîn ew 10 sal berê ji ber şerê li Helebê tê Taxa Çakmak û ev bi salan e li vir e. Muhammed da zanîn tenê kon nedane wî û yên kon nedanê jî wiha gotine:"Ev Sûriyeyî ne. Nedin wan. Bila ji vir herin."