Walîtî û qereqolê gotin: Kon tune ye!

  • 11:02 26 Sibat 2023
  • Rojane
Dîlan Babat
 
DİLOK - Gulîzar Ozturk a ku bi îmkanên xwe li taxa Altunuzum a Islahiyeyê ji xwe re kon vedaye, diyar kir ku sê rojan tu kes nehatiye taxa wan û dema ku çûne qereqol û walîtiyê kon xwestine jî wan re gotine tune ye. 
 
Tevî ku 21 roj di ser erdheja 6'ê Sibatê ya navenda wö Mereşê pêk hat re derbas bûn jî, hê jî alîkarî negihîştiye herêmên herî dûr ên navçeya Islahiye ya Dîlokê ku ji erdhejê bi bandor bûne. Kesên ku bi piştevaniya gel sax dimînin, ji ber ku kon peyda nakin bi pereyên xwe ji derve yan jî bi rêya xizmên xwe yên li derveyî bajêr konan distînin, bi dehan kes bi konên ku wan dannîne hewl didin xwe ji sermayê biparêzin.
 
Tevahiya taxê wêran bû
 
Hat diyarkirin ku li Taxa Altinuzûm a Îslahiyeyê ku hema hema hemû mal hilweşiyane 12 kesan jiyana xwe ji dest dane, malên li ser piyan mane jî zirareke mezin ditine. Li taxa ku xebatên lêgerîn û rizgarkirinê qet nehatin kirin, xebatên rakirina kavilan hatin destpêkirin. Welatî diyar dikin ku konên tên bi gotina "Heke hûn ne alîgirê AKP'ê bin kon tune ye" bi cudakariyê re rûbirû tên hiştin. 
 
Di erdhejê de barê jinan du qat zêde bû
 
Li ser rêya ku em dimeşin, jinên ku hevîr dikin, li kêleka konên ku bi derfetên xwe vedane rûniştine, bala me dikşînin. Dema ku em bala xwe didin jinên ku hevîr dikin, em carek din dibin şahid ku ew bi her cure neheqiyan re rûbirû dimînin. Jinan anî ziman ku ji ber nan biha ye  ew ard distînin û bi hevîrê ku dikin nan dipêjin. Ev jî carek din nîşan dide ku di erdhejê de barê jinan duqat zêde bûye.
 
Ji ber buhabûna nan bi îmkanên xwe nan çêdike
 
Gulîzar Ozturk, anî ziman ku konê ku tê de dimîne bi keda xwe çêkiriye û diyar kir ku ji ber nan 20 TL bû di bin şert û mercên zehmet de dest bi çêkirina nan kirine. Gulîzar got, “ Xwedê dîsa vê yekê nîşanî me nede. Em 20 kes in, em ê nan çêkin. Çawa em her tim nan distînin? Min bi îmknên xwe ev kon çêkir."
 
'3 rojanj kes nehat'
 
Gulîzarê diyar kir ku mala kurê wê li Islahiyeyê bûye û hilweşiya ye û got ku kurê wê bi kredî xanîn kiriye û deynên wî hê jî dewam dikin. Gulîzarê got ku piraniya malbata wê zêdeyî 20 kesî ji ber ku mala wan li Islahiye wêran bûye hatine cem wê û got “ Rayedar heta 3 rojan nehatine navçeyê, piştî sê rojan hatine, lê tiştekî ku pê alîkar bibin jî li gel xwe neanîne û dê çawa bibûna alîkar? Lê roja ewil sê mamosteyên jî Mêrdînê hatin alîkariya me. Bi dildarî hatin. Wan alîkariya me kir."
 
Ji qereqolê gotin: Kon tune ye
 
Gulîzar got ku di warê parqijiyê de jî pirsgirêkên wan hene û wiha dawî li axafitina xwe anî: "Sabûn lazim e lê tune ye. Em nizanin ku em ê biçin ku. Tu kes nayne kî tîne.  Mal tê cihê xwe lê em bêzar bûn. Em ditirsin ku zarokên me nexweş bikevin. Me ji qereqolê kon xwest gotin, 'Tune ye ger ku bê em ê bidin' me 3 rojan zarokên xwe li ser kursiyê kirin xew. Delet li ku ye ne li vir e em bi piştevaniya gel li serpiyan dimînin."