Zarok bi xêzên xwe gelek tiştan vedibêjin...

  • 09:18 26 Sibat 2023
  • Rojane
 
Nîşmiye Guler 
 
MEREŞ - Zarokên ku li bajaroka Narliyê ji erdhejê rizgar bûne wêneyan xêzdikin. Zarokên ku ji erdhejê bi bandor bûne di wêneyên xwe de avahiyên ne pir qat yekqatî xêz dikin. Di wêneyên xwe de gelek pêyaman didin mezinan. 
 
Zarokên ku ji erdhejê mexdûr bûne, ji tiştekî nizanin (an jî em wisa difikirin) jiyana xwe di kon, maşîne an jî qadên jiyanê yên ku malbatên wan ji wan re çêkirine didomînin. Berpirsiyarên vê wêranbûyî di nav me de dimeşin, ev wêranbûn dê hişê zarokan de bimîne. 
 
 
Ji bo zarokan, ji aliyê navenda koordînasyonê ya ji aliyê rêxistinên sivîl ên demokratîk ve di bin pêşengiya Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) de li bajarokê Narli ya navçeya Bêzarcixê qadek taybet hat avakirin. Endamên Sendîkaya Kedkarên Zanyarî û Perwerdê (EGÎTÎM SEN) bi dildarî ji bo zarokan hatin bajarokê. Ji bo zarokan kon vedan û di tevahiya rojê de bi zarokan re eleqedar dibin. Ji bo derûniya zarokan, wêne xêz dikin, lîstîkan dilîzîn û stran dibêjin. 
 
Bi vê xebatê zarokên ku dibistanên wan hilweşiyane derfeteke girîng e. Zarok li vir bi hev re dilîzîn û kêm be jî ji derûniya erdhejê ji dûr dikevin. Zarok bi pêlîstokên ku ji hêla dildaran ve hatî şandin re dilîzîn. 
 
Wêneyên ku zarokên mexdûrên erdhejê xêzkirinê balkeş in. Bi wêneyên xwe yên reng bi rengê boyaxkirine derûniya erdhejê jî tînin ziman. Zarok avahiyên xwe yên hilweşiyayî bi boyaxên rengîn xêz dikin. Lê di xêzan de xewn û xeyalên xwe jî xêz dikin. Di xeyalê zarokan de ne avahiyên pir qat avahiyên yekqat hene. Ev zarok jî dizanin ku avahiyên pirqat ên ku ji hêla mezinan e hatî çêkirin dê hilweşin û dê bibin goristan. 
 
 
Her wiha di wêneyên zarokan de tişta herî balkêş derdikeve pêş jî hurmeta ku ji xwezayê re hatî nîşandan e. Di her wêneyan de dar û şînahî heye. Zarok ne wek mezinan tevdigere û dixwazin deverên şînahî zêdebin. Ev wêneyên ku hatî xezkirin gelek peyam dide mezinan. Di wêneyên wan zarokan de nêrîna azadîya jinê ya ekolojîk û demokratîk heye...