‘Di konên ku berê sewal têde diman de dijîm’

  • 09:04 26 Sibat 2023
  • Rojane
 
Şehrîban Aslan
 
MELETÎ - Gundê Mihaciran ku di erdhêjê de zerareke mezin dî wek herêmên din hilweşînek mezin lê çêbû. Medîne Babur a li gund dîmîne diyar kir ku ji ber kon nedane wan di konê ku berê sewal têde diman de dimînin.
 
Piştî erdhêja navenda wê Mereş bû û bandorek mezin li ser 11 bajaran kir,  bi hezaran kes mirin û bi hezaran avahî hilweşiyan. Yek ji van cihan jî gundê Mihaciran ê navçeya Wêranşar a Meletiyê bû. Lê gund ji aliyê dewletê ve terkî qedera xwe hat kirin. 
 
Medîne Babur a li gundê Mihaciran  diyar kir ku  dema erdhêj çêbûye rayedar 10 roj şûnde hatine gund.
 
Gel hat alîkariya me
 
 
Medîneyê ev tişt anî ziman: “Me bi kedek mezin xanî çêkirin. Em 20 salan çûn mişmişan û me ev xanî çêkir. 4 kurên min hene. Ez hevjîn û zarokên xwe bi hev re xebitîn. Em çûn dervê bajar xebitîn. Erdhêj çêbû xanî hilweiya. Keda me ya 20 salan çû. Dema erdhêj çêbû me bi zor xwe avêt derve. Me zarok xistin wesayîtan. Em nêzî 130 kesî di konê ku berê sewal têde diman de man. Em hemû gundî ketin konekî. Ez li ber malê nakevim lê gelek can çûn .Kes nehat gund. Gelê me dîsa xwe gîhand me. Konê me gel e kesî din tune. Em di konê sewalan de dimînin. Em hewl didin bijîn.”
 
‘Ji vir neçûm’
 
Medîneyê destnîşan kir  ew kesên ku jiyana xwe ji dest dane ji bîr nake û wiha dawî lê anî: “Rewşa me her diçe zehmet dibe. Min bûk, nevî û sê kurê xwe şandin Îzmîrê. Piştî rewş baş bibe wê bên. Niha ne pêkane li vir bimînin. Tenê HDP û CHP’ê alîkarî şand. Lê piraniya wan AFAD’ê dest danî ser. Ez ji vir neçûm.  Xaniyê me zera dîtiye. Lê ji ber berfê pir xuya nedikir. Gotin wê dîsa werin. Hewcedariya me bi av û kon heye. Em dixwazin ekîbên tenduristiyê bên. Bila dengê me bibîhizin.”