'Hatay bajarê me ye em terk nakin'

  • 09:52 24 Sibat 2023
  • Rojane
 
Melîke Aydin 
 
HATAY - Kesên ku li taxa Dursunlu ya navçeya Defneyê ji erdhejê xilas bûne, diyar kirin ku cihên wan ên jiyanê nebaş in û erzaq û malzemeyên paqijiyê hêj jî nayên peydakirin. Welatiyên ku dibêjin ew stargehên saxlem dixwazin, dibêjin ew ê taxên xwe neterikînin.
 
Taxa Dursunlu ya navçeya Defne ya Hatayê ji ber erdhejan xisareke mezin dît. Piştî 3 rojan ekîbên lêgerîn û rizgarkirinê xwe gihandin taxê. Di encamê de bi hezaran kes di bin kavilan de jiyana xwe ji dest da û birîndar bûn. Yên mayîn jî nava şert û mercên xirab de ji aliyek cenazeyên xwe derdixin û ji aliyek jî hewl didin bijîn.
 
Ji her aliyên Tirkiyeyê ji bo mexdûrên erdhejê alîkarî hatin şandin, lê belê şêniyên taxa Dursunlû ji bo xwe bighînin alîkariyan diçin taxek din. Hincet jî TIR nikarin bikevin taxê. Şêniyên taxê ji ajansa me re behsa rewşa xwe kirin. 
 
'Li taxa Sumerê qêrîna zarokan dihat'
 
Gonul Çîçekli, li taxê dijî wiha axivî: "Maşîneyên kar roja 3'yê erdhejê hatin taxê lê belê bi hatina wan gelek kesên ku di bin kavilan de man jiyana xwe ji dest da. Li taxa Sumerê qêrîna zarokan dihat. Heke bihata xwestin dikarin bi hezaran mirovan ji mirinê rizgar bikirana. Nexilaskirina wan ji bo me bû êşek mezin. Em niha jî matmayî ne."
 
'Niha alîkarî tê lê belê dê piştre...'
 
Gonul, daxuyand ku niha jî rewşeke kaosê heye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Rojên ewilî me ji mala xwe ya zirar dîti xwarin derdixist û pêdiviyên xwe pêkdianî. Lê belê piştî çend rojan ev jî xilas bû. Piştre alîkariya dildaran destpêkir. Lê niha ji bo alîkariyê hewce dike ku em biçin bajêr. Hîn komên dildar alîkarî dianîn taxê lê belê em nizanin li ku tê belavkirin. Hevcedariya me ji alavên paqijiyê heye. Em niha 4 û 5 malbat di konê de dimînin. Em bi fikarin. Êşa me hêj nû ye, niha gelek alîkarî tên lê belê dê piştre çawa be. Gelê dê ev alîkarî bidomin an na?"
 
'Ev der bajarê me ye'
 
Meral Bereketoglu jî li taxa Dursunluyê dijî diyar kir ku niha alîkarî ji bo demekî tê kirin û wiha got: "Em dixwazin xwaniyê me li cihê berê bên çêkirin. Perê me nîne, em nizanin çi bikin. Ciranê me û malbata me li vir e. Em li vir mezin bûn. Ev der bajarê me ye. Ez nizanim dê çi bibe. Alavên paqijî û xwarin nîne, bincilên me nîne. 
 
'Me nekarî em şînê bigirin'
 
Sevda Çîçek, dayika 4 zarokan e wiha bal kişand ser rewşa xwe: "Her 4 zarokên min ji erdhejê bi bandor bûne û êvarê nikarin rakevin. Xizmên min di bin kavilan de man û jiyana xwe ji dest dan. Me nekarî em şîna wan jî bigirin. Derûniya me têk çûye. Em dikarin tenê du meh di konan de bîmînin. Lê belê piştre..? Rewşa zarokên me têk çûye. Kes nikare alîkariya kesî bike ji ber ku tiştek li holê nîne. Ji bo zarok xwe germ bikin em ketin hindûr lê qasek ma bû ku hevjînê min di bin kavilan de bimîne."
 
'Em bajarê xwe terk nakin'
 
Ji taxa Dervîşlî Yildiz Oksuz li salona sporê ya taxa Dursunluyê li qada kampê dijî. Yildiz, wiha axivî: "Rayedarên dewletê demildest xebatên lêgerîn û rizgarkirinê nedan destpêkirin. Dildar bi TIR'an hatin lê AFAD nehat. Gotin dê cihê xwarinê bê avakirin avanekirin. Me bi xwe ji Muglayê bi tankerê av anî. Salona sporê qirêj bû. Me bixwe salon paqijkir, kurê min tualetan paqijkir. Piştî 3 rojan dildar hatin alîkariya me lê belê AFAD nehat. Em tu carî bajarê xwe terk nakin. Dikarin biryara hilweşandinê bigirin lê em ne dewlemend in û em nikarin carek din avahiyên xwe çêkirin. Heke daxwazek me ya çûyînê hebûya em ê roja ewilî bajarê xwe terk bikira. Kesên ku çûn jî ji ber ku zarokên wan hebû lê dê carek din vegerin." 
 
'Ez ê çawa keda xwe bihêlim û biçim'
 
Emel Altinoz, li taxa Dursunluyê ji dayik bûye, mezin bûye û zewiciye û wiha bi lêv kir: "Ez di 18 saliya xwe de zewicim. Me bi keda xwe xaniyê xwe çêkir. Ez di 18 saliya xwe de heta niha dixebitim. Gelo ez ê çawa xaniyê xwe û keda xwe bihêlim û biçim."