Fatmaya Semsûrî: Me ji welatiyên Rihayê pir alîkarî girt

  • 09:03 24 Sibat 2023
  • Rojane
Marta Somek
 
SEMSÛR - Fatma Kayşiyogun ya di redhêjê de 6 xizmên xwe winda kir û hevjînê wê di beşa giran de ye, bi zarokên xwe re hîna di xaniyê bi xesar dîtiye de dijîn. Fatmayê da zanîn ku heta niha ji dewletê tu tiştek nedîtine û banga alîkariyê kir.
 
Di 6’ê Sibatê de navenda wê Mereş bû du erdhêj pêk hatin û 10 bajar bi bandor bûn, hilweşînên erdhêjê hîna berdewam dikirin di 20’ê Sibatê de saet di 20.05’an de erdhêjek din ku navenda wê Samandag û Defne ya Hatayê  bû pêk hat. Yek ji bajarên herî zêde bi bandor bû Semsur bû. Ekîbê xilaskirinê û dewlet 4 roj şûnde çûn Semsûrê. Welatî bi hewldana dildarên ji bajarên cuda çûne li ser piyan dimînin.
 
Di roja 18’an de ye lê alîkarî tune
 
Di kavilên bajar de bi dehezaran kesî jiyana xwe ji dest dan û bi hezaran welatî bê kefen bi cil û bergên wan hatin definkirin. Li aliyê din jî tê zanîn ku li bajar gele gorên komî hene.
 
Li Semsûrê kesên ji erdhêjê xilas bûn hewcedariya wan niha bi gelek alavên paqijiyê, xurekan heye lê mixabin xwe nagîhînin alavan. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û jinan ji bo welatiyan kon vedan. Me bi gelê li konan dijîn re hevdîtin kirin û welatiyan diyar kirin ku desthilatdariyê bi tu awayî piştgirî nedaye wan. Fatma Kaşiyogun der barê mijarê de xivî û got ew di roja 18’ê erdhêjê de ne û got 6 heb xizmên xwe di erdhêjê de winda kiriye.
 
Em dikarin çi bikin?
 
Fatmayê destnîşan kir ku roja erdhêj pêk hatiye li odeyên cuda razabûn û wiha dirêjî dayê: “Kurê min yê mezin, keça min û hevjînê min ji hundir derketibûn. Ez û du zarokên xwe di odeyê de man. Derî hatin girtin. Me bi zor derî vekirin. Heta em derketin hevjînê min ji tirsan krîz adil derbas kir. Du caran derba kir. Me bir nexweşxanê û anjiyo kir. Lê baş nebû. Me bi ambulansê bir Rihayê di beşa giran ma. Emelyeta baypass bû. Krîzê zirar da organên wî. Niha girêdayê makînê ye. Ev du roje ji ber derman hatiye birîn ranabe. Ez bi çar zarokan re tenê me. Tu hatineke me tune. Konê me tune. Em nizanin çi bikin.”
 
‘Me heta niha tiştek ji dewletê nedît
 
Fatmayê wiha dirêjî dayê: “Piştî erdhêjê ji gelek bajaran dildar hatin. Nan, ava fêkiyan, av belav kirin. Me ji Rihayê pir alîkarî girt. Lê me ji dewtê tiştek nedît. Hevjînê min nexweşe, em nikarin bikevin e-dewletê. Şîfreyên me bi wî re ne. Em li mala xwe ya bi xesar dimînin. Em nobetê digirin. Ez heta sibehê li ber zarokên xwe dipêm. Ez nizanim biçim ku derê.”
 
‘Em li bendê alîkariyê ne’
 
Fatmayê bi lêv kir ku 6’ê Sibatê de dê, bav û apê wê bi sê keçên xwe re di bin kavilê de mane û jiyana xwe ji dest dane û wiha bidawî kir: “Xaniyê 5 kat bi ser wan de ket. Em ev qas giriyane rondikên me ziwa bûne. Kezeba me dişewite. Gelo wê ev bûyer dubare bikin? Gelo wê dê û bavê me ji vir şûnde derkekevin. Gelo wê hevjînê min baş bibe. Em li jiyana xwe ya berê digerin. Cîranên min hemû çûn. Em li vir man. Em dixwazin kon bidin me. Em banga alîkariyê dikin.”