Bi 50 dildaran xwe gihandin gelek gundan

  • 10:58 20 Sibat 2023
  • Rojane
 
Dîlan Babat - Nîşmiye Guler
 
MEREŞ - Bi rêya KESK'ê, li bajaroka Narli ya Bazarcixa Mereşê Navenda Koordînasyona Krîzê hat avakirin û koma ku ji 50-60 kesên dildar pêk tê, alîkariyê dibin gundên ku ji erdhejê mexdûr bûne. 
 
Erdheja ku di 6'ê sibatê de li Mereşê pêk hat, 11 bajar bi bandor bûn. Ji tenduristiyê heta perwerdeyê, ji xwarinê heta konan ji bo pêdiviyên gel pêk bînîn sendîka, saziyên sivîl, partiyên siyasî û dildar li her qadê seferber bûn, berê xwe dan herêmên ku erdhej lê rû da. Hikûmeta ku nikare erdhejê bi rê ve bibe, bi tayînkirina qeyûman xebatên koordînasyonan û alîkariyên ku tên asteng dike. 
 
Ji hêha sazî û rêxistinên sivîl ên demokratîk ve bi rêya Konfederasyona Sendîkayên Kedkar ên Cemaweriyê (KESK), li bajaroka Narli a Bazarcixa Mereşê Navenda Koordînasyona Krîzê avakirin. Koordînasyon hewl dide ku xwe bighîne gundên ku dewlet hêj neçûne. Her wiha ji sedî 70 Mereş hilweşiyaye. Her wiha xebatên lêgerîn û rizgarkirinê jî hatin bi dawî kirin û nihat tenê xebatên rakirina kavilan tên kirin. 
 
Ji Enqerê, Stenbolê û Amedê bi dehan dildar hatin bajêr. Ji xwendekarên zanîngehê bigire heta tendurisvan, mamostê niha bi dildarî li vir dixebitin. 50 kesên ku bi dildarî dixebitin alîkariya ku ji hêla koordînasyonê ve hatine şandin gihandin gelek gundê Mereşê. 
 
Rewşa pîr, kar, zarok û pitikan...
 
Endama Meclîsa Partiyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Çîçek Ariç, diyar kir ku alîkariyên ku ji hêla partiyê ve hatî komkirin gihandine Mereşê. Çîçek, destnîşan kir ku ji roja ewilî heta îro bi koordîneyî li vir xebat dane meşandin û got: "Gelek kes tên û dixwazin bi rêya HDP'ê alîkariyên xwe bighîne herêmê. Ji hêla dildaran ve alîkarî hatin paketkirin û li TIR'an hatin barkirin. Hefteyek berê hatine Bazarcixê. Ji 60 û 70 kesî hatine û li vir koordîne bûne. Navend jî di nav de xwe gihandine gelek gundên Mereşê. Piştî hefteteyek şûnde qeyûm tayînê Bazarcixê kirin û ev tayînkirin bû sedema mexduriyeta gel, ji ber ku alîkariyên ku hatin dayîn hatin astengkirin. Li vir pîr û kal hene, zarok hene, pitik hene. Niha pirsgirêka kon heye, alavên paqijê kêm in, ji bo pitikan malzeme hewce dike." 
 
'Li Narliderê koordîneyeke baş heye'
 
Çîçek, destnîşan kir ku koordînasyon ji hêla jinan ve hat avakirin û wiha bi lêv kir: "Bi alîkariya jinan alîkariyên ku hatin komkirin hatin pakêtkirin. Bi alîkariya jinan jî hatin belavkirin. Li bajaroka Narliyê koordîneyeke baş pêş ket. Li vir dewlet tunebû tenê jin hebû. Jinên Bazarcixê bertek nîşanî tayînkirina qeyûman didin. Dibêjin ne dewlet yên dildar li vir bûn."
 
'Gelek gund mexdûr bûne'
 
Çîçek, daxuyand ku hêj jî alîkarî negihaştiye gelek gundan û wiha axivî: "Li gund mexdûriyet gelek zêde ye. Heke roja ewilî koordîneyek bihata kirin evqas mexduriyet pêknedihatin. Niha jî ev mexdûriyet berdewam dike. Niha jî kêmasiya cil, derman û hwd hene. Di sermayê de bi terlikan digerin ji ber ku her tiştên wan di bin kavilan de maye."
 
'Em ê çi bikin'
 
Çîçek, destnîşan kir ku ji ber tirs û strese gelek jin regl bûne û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ev pirsgirekek mezin a jinê ye. Em hewl didin ku pedan bighînin jinan. Bincilên nîne û eşofman nîne. Her wiha pirsgirêka derûniyê li pêş dikeve. Jinên ku em bi wan re têkilî datînin dibêjin hûn biçin em ê çi bikin."