Dayika Emîne ya mala wê hilweşiya: Qaşo dewlet heye!

  • 09:07 19 Sibat 2023
  • Rojane
Ozlem Çokdalan 
 
AMED - Dayika Emîne ya ku mala wê li Rezana Amedê hilweşiya ji bo rayedarên alîkariya wê nekirin wiha got:"Qaşo dewlet heye,ka li ku ye?"
 
Di 6'ê Sibatê de navenda wê Bazarcix erdheja bi pîleya 7.7 û navenda wê Elbîstan bi pîleya 7.6 erdhej pêk hat û gelek bajar di bin bandora vê erdhejê de man. Bi hezaran mirovî jiyana xwe ji dest dan û bi deh hezaran mirov jî birîndar bûn. Yên malên wan xisar dîtine jî di konan de û li malên xizmên xwe niha dimînin û têkoşîna jiyanê didin. 
 
Amed’de en çok hasar alan ilçelerden biri olan Rezan’da ise halk riskli ve mühürlenmiş olan binalara girerek kalan eşyalarını taşımaya çalışıyor. Bunlardan biri de Emine anne. Emine anne ise Rezan’da çocukları ile kaldığı binanın ağır hasar alması nedeniyle evini boşaltmak zorunda kaldığını ve gidecek hiçbir yerleri olmadığı için köyde olan kayınının evine gitmek zorunda olduklarını belirterek “Hani devlet?” diyerek tepkisini dile getirdi.
 
'Em ê niha herin ku derê?'
 
Emineyê bi lêv kir ku ji ber sîgorta wê heye tu alîkarî negirtiye û lawê wê bê sigorta dixebite lê belê ji bo sigortaya wî bê razandin mehê 3 hezar TL dide û niha jî tu dahata wan tune ye. Emîneyê da zanîn çar neviyên wê hene diçûn dibistanê û êdî nikarin herin dibistanê jî. Emîneyê wiha domand:"Ji bo mala min rapora xisara giran dan. Kes li me xwedî dernakeve. Ne malekê ne jî heqê kirê didin. Tu tiştekî me kiriye ser hev tune ye û em perîşan in. Ji roja erdhej çêbûye em li mala xizmên xwe ne. Niha jî em ê herin gel tiyê min. Em ê alavên xwe bidin hevdu û herin gundê Tilelo. Em 8-9 kes in. Ez bi nexweşiya asti û dil im. Li ser me heqê pîkapê jî tune ye. Pereyê ji bo em mala xwe bar bikin jî tune ye. Ew ê cîranê me alikariya me bike û em ê alavên mayî bibin. Em mecbûr in. Em ê çi bikin?"
 
'Ka dewlet li ku ye?'
 
Emineyê da zanîn ku ka îktidar û dewlet li ku ye û got:"Çima li me xwedî dernakevin? Qaşo dewleta me heye. Ka li ku ye? Lawê min jî bi nexweşiya astimê ye. Çar zarokên wî hene. Ka bila here ku? Ev avahî bi ser me de hilweşiya me yê çi bikira? Kes tiştekî nabêje. Ne malekê didin ne jî li me xwedî derdikevin. Em li malên wekî din perîşan bûn. Ne rojeke ne du roj e. Ez bi zarokên xwe re gund bi gund geriyame. Bi tu awayî alîkariya me nehatiye kirin. Mirov ditirsin ku bikevin malên xwe. Em ê herin Tileloyê jêrzemînek vala kirine em ê alavên xwe têxin wir. Divê alîkariya me bikin. Hew mabû avahî bi ser me de biketa. Bi tevahî sê malên me xisar dîtin. Sarinc û televizyona me şikestin. Hinek alavên me hebûn me ew hilgirtin. Karekî zarokên min tune ye qe nebe bila karekî bidin wan ji bo bixebitin."