Dewlet tune ye, bi piştevaniyê dijîn

  • 09:03 19 Sibat 2023
  • Rojane
Dîlan Babat
 
MEREŞ - Fatma Alkiz a li Narli di erdhêjê de xaniyê wan hilweşiya bi hevjînê xwe re li komirdankê dimîne û diyar kir ku bi piştevaniya gel li ser piyan e û got ew nizane dewlet li ku derê ye.
 
Piştî erdhêjên di 6’ê Sibatê de ku navenda wê Bazarcix  a Mereşê bû, pêk hat şûnde 10 bajar bi bandor bûn û bîlanço her diçe giran dibe. Heta niha 39 hezar û 672 kesî jiyana xwe ji dest da û bi sedhezaran jî birîndar hene. Di erdhêjê de bi hezaran xanî wêran bûn û desthilatdariya ku dema erdhêjê de xuya nekir pişt re OHAL îlan kir û berê alîkariyên gel jî dan AFAD’ê. 
 
Dest danîn ser TIR’an
 
Li bajaroka Narli ya Bazarcixê dildaran kon ava kirin û ji tenduristiyê heta paqijiyê alîkarî gihandin her alî. Gelek TIR’ê ku dildaran şandin Narli jî ji aliyê desthilatdariyê ve hatin desteserkirin.
 
Kon kêm in
 
Alîkariyên hatin desteserkirin jî şandin ji AFAD’ê re û bi dehezaran kesên ji erdhêjê bi bandor bûn diyar kirin ku çawa ku AFAD di xebatên lêgerînê de tunebû di alîkariyan de jî nedîtine. Welatiyên Narli da zanîn ku ji ber xaniyan zirar dîtine nikarin bikevin malên xwe û bi piştevaniya dildaran li ser piyan e. Her wiha hîna gelek kesî jî xwe negîhandine konan.
 
Pirsgirêkên tenduristiyê ava bûn
 
Fatma Alkiz da zanîn ku ji ber kon hatine desteserkirin kon negirtine û got bi hevjînê xwe Huseyîn Alkiz re di komirdankê de dimînin. Fatmayê diyar kir ku nexweşiyan rû daye û divê demildest cihekî paqij û germ bê peydarkirin.
 
‘Derî nedihatin vekirin’
 
Fatmayê destnîşan kir ku di kirê de diman lê xaniyê wan bi giranî xesar dîtiye û wiha bi lêv kir: “Hevjînê min çavên wî nabînin. Di dema erdhêjê de ez û hevjînê xwe bûn. Ji ber hevjînê min çavên wî nedidît em di dema erdhêjê de pir pirsgirêk jiyan. Ez jî wê demê ketim û lingê min birîndar bû.Ceyran çûn derî venebûn. Min destê hevjînê xwe girt û bi zorê xwe avêt derve.”
 
Fatmayê di dawiya axaftina xwe de wiha bang kir: “Çar zarokên min hene. Li Bazarcixê rûdinim. Mala wan jî hilweşiya. Di destê me de tiştek nema. Her tiştê me çû. Em nizanin ku dewlet li ku ye. Tu alîkarî nedan me. Mirovên dildar hatin alîkariya me.Her kes perîşan bûye. Kon nedan me. Ne kes tê ne diçe. Em li komirdankê dimînin. Gelek sar e. Em nikarin tê de bimînin.”