Piştevaniya ji bo kampanyaya 'Malbata Xwişk û Bira' mezin dibe

  • 10:04 17 Sibat 2023
  • Rojane
Zelal Tunç
 
WAN - Ji ber erdheja navenda wê Bazarcix bû û bi pîleya 7.7 pêk hat bandor li gelek bajaran bû. STO û HDP di çarçoveya kampanyaya "Malbata Xwişk û Bira" de piştevaniya bi gel didomînin. 
 
Di 6'ê Sibatê de navenda wê Bazarcix erdheja pîleya wê 7.7 û 7.6 pêk hat. Vê erdhejê bandoreke mezin li ser 10 bajarên Kurdistanê kir. Bi hezaran welatî di bin kavilan de man û bi hezaran welatiyan jî malên wan hilweşiyan û jiyana xwe ji dest dan. Ji roja erdhejê heta niha Rêxistinên Civaka Sîvîl (STO), Pêkhateyên Platforma Demokrasî û Kedê alavên germkirinê, xurek, kon, sobe, komir û gelek pêdiviyên jiyanî bi dehan TIRAN ji mexdûran re hatin şandin. Di çarçoveya kampanyaya "Malbata Xwişk û Bira" de piştevaniya bi gel didome. Bi hezaran erhej hatin li Wanê serî li kampanyayê dan. 
 
Alîkarî gihaşt bi hezaran erdhejzedeyan 
 
300 malbatî ji bo kampanyaya "Malbata Xwişk û Bira" serî li "Maseya Krîzê ya Erdhejê" ya di bi banê Koordînastoriya Komeleya Lêkolînê ya Koçberiyê ya Serhatê de, dane. Bi hezaran malbatî jî qeyda xwe li depoyên alîkarî lê hatibûn komkirin çêkirin û pêdiviyên jiyanî girtin. Dîsa bi hezaran malbatî serî li "Maseya Krîzê ya Erdhejê" ya Pêkhateyên Platforma Demokrasî û Kedê dan. 
 
Divê piştevanî dewam bike
 
Endama Lijneya Weşana Jineolojiyê Neslihan Şedal da zanîn ew wek Pêkhateyên Platforma Demokrasî û Kedê ji 6'ê Sibatê de ye dest bi xebatan kirine û heta îro jî didomîne. Bi sedan malbatan di çarçoveya kampanyaya "Xwişk û Bira" de serlêdan kirin. Alîkariyên di depoyan de li erdhejzedeyan tên belavkirin. Li kuçe û kolanan piştevaniyeke mezin pêşde çû. Dayikan nê tenûrê lê xistin. Lê belê hîn jî mexdûriyeta erdhejzedeyan dewam dike. Divê piştevanî dewam bike.
 
Jin û zarok serî lê didin
 
Ayfer Gelibolu ya wekî "Ekîba Tesbîtê" ya Platforma Demokrasî û Kedê li qadê dixebite da zanîn gelek malbatên serî lê didin ji Wanê koç kirine û wiha got:"Heta niha li dora 300 malbatî serî li maseya krîzê dane. Malbat gelekî mexdûr in û zarok travmayê derbas dikin. Bêtir zarok û jin tên serî lê didin. Mêr jî li herêmên erdhejê li ser kavilên malên xwe disekinin. Hêviya wan ew e ku li wir xizmekî xwe rizgar bikin an jî alavên xwe ji bin enkazan derxin. Heta ji destên me tê em hewl didin pêdiviyên wan ên jiyanî bi cih bîne."
 
Ji bo kampanyaya 'Malbata Xwişk û Bira" serî li HDP'ê dan
 
Semîha Teker a serî li kampanyaya 'Malbata Xwişk û Bira" da bi lêv kir ku heşt sal berê ji ber sedemên aborî ji navçeya Elbakê koç kiriye û wiha got:"Me koçî Kuçeya Şahin Bey a Dîlokê kir. Me serî li kampanyaya 'Malbata Xwişk û Bira" serî li HDP'ê dan. Em li Dîlokê di kirê de dimînin û tenê bi karê bavê min dike em hewl didin debara xwe bikin. Serjimara malbata me ji şeş kesan pêk tê. Roja erdhejê me serê sibehê hejandina pêk hat ferq kir. Em derketin derve û roja ewil em di bin baranê de man. Em pir tirsiyabûn. Dîwarên me ji ber erdhejê derizîye. Me betaniyên xwe rahiştin û em êdî neketin hundur. Me bi tu awayî alîkarî negirt û ji bo alîkariyê em hatin Wanê. Me serî li kampanyaya 'Malbata Xwişk û Bira" a HDP'ê dan. Ev kampanya gelekî girîng e."