Ji Cebelînûr gel koç dike: Em bêçare ne

  • 09:02 16 Sibat 2023
  • Rojane
Sema Çaglak -Rabîa Onver
 
DÎLOK - Jinên ku ji Cebelînûr (Nurdagi) a hiweşiyayî ji neçarî koç dikin, gotin, " Em bêçare ne û hemû jiyan û hêviyên me di bin kavilan de man. Ger ku çareyek bihata dîtin me ser axa xwe koç nedikir."
 
Ji cihên ku herî zêde erdheja navenda wê Mereş bandor lê kiriye yek jê jî navçeya Cebelînûr a Dîlokê ye. Hema bêje li navçeyê kevir li ser kevir nemaye û her der hilweşiya ye. Welatiyên ku xaniyên wan hilweşyane ji navçeyê koçî bajaranên din dikin. Jinên ku ji neçarî ji navçeyê koç dikın, diyar kirin û ger ji bilî koçberiyê ji bo wan çareseriyek din bihata kirin wê ji cih û warê xwe koç nekira, ji ber ku ew naxwazin ji ser axa xwe biçin.
 
‘Em du rojan li cihê ajalan man’
 
Jina bi navê Zeynep Kurt diyar kir ku ew bi salan e li vêderê bûn û niha hemû jiyana  wan û pergala wan di bin kavilan de ma. Zeynep, wiha behsa erdheja ku pêk hat kir: “Gava erdhêj çêbû ez di xew de bûm û ketim şoqê. Min û zarokên xwe bi zorî xwe xelas kir. Deriyê mala me venedibû. Mala me hilweşiya û em ji neçarî ji mal derketin. Di du rojên ewil ên erdhejê de em di gomê sewalan de man. Cihekê ku em lê rûnin jî tune bû. Em di bin baranê de man. Li vir jî ne av ne jî ceyran hebû. Em di gelek şert û mercên dijwar de man. Her tiştê me wêran bû. Piştî ku em xilas bûn jî me dibin Mersînê. Em bi salan e li vêderê bûn û niha ji cihê xwe diçin. Ji bo me gelekî zor e, ew hest nayê gotin. Hemû hêvî û xeyalên me di bin kavilan de man. Derûniya me têk çû. Gava tiştek dihêje em tim dibêjin qey dîsa erdhêj çêbû.”
 
‘Em neçar in’
 
Hatîce Bozgeyîk jî 22 sal in li Cebelînûrê dimîne. Hatîce, anî ziman ku ew li benda alikariyê ne û wiha axivî: “Em niha nizanin biçin ku û çi bikin. Di valahiyekê de me û  em li benda alîkariyê n. Jixwe me nikaribû ji malê tu tiştek bigirtqa. Gava em li mala xwe ya hilweşiyayî dinêrin em gelek pê diêşin. Derûniya gel nebaş e. Ez 22 sal in li vir dimînim. Min xaniyê xwe nû sitendibû û bi kirê dabû. Ez niha neçar mam ku em biçin û dilê me dişewite. Ne tenê ez, hemû kes di rewşa min de ne. Şûna ku em koçber bibin çareseriyek din bihata dîtin ji bo me baştir bû. Kon gelekî zor e, ji ber ku ji aliyê hîjyenê ve gelek bi pirsgirêk e.”
 
‘Hemû bîranîn û jiyana me li vir dimîne’
 
Meryem Kurt a ku ji avahiya xwe bi birîndarî xelas bûye diyar kir ku ew naxwazin axa xwe biterikînin û got: “Di erdhêjê ji serê  xw birîndar bûm. Ez bi birîndarî ji mal derketim. Derketina min a ji malê wek mucîzeyekê bû.  Em 2 roj li derve man. Ne kon ne jî cihekê ku em bimînin hebû. Mala me zirarek mezin dît û wê were hilweşandin. Me li Afyonê male dîtiye, em ê biçin wir lê niha nizanin çawa biçin. Her tiştê me li vir ma. Dilê me dişewite lê tiştek ku ji destê me were nîne. Bi çûyîna me hemû bîranîn û jiyana me li vir asê ma. Ev me gelek diêşîne. Lê em neçar in ji ber ku li derve ne û di gelek şertên dijwar de dimînin. Heke jiyana me durist bikirina û ji bo ku em li vir bimînin alikarî bikirina em neçar nediman ku ji vir biçin.”
 
‘Tişta hat serê me bila neyê serê tu kesî’
 
Herî dawî jî Hacer Kurt axivî û destnîşan kir ku ew tiştên ku jiyane tu carî ji bîr nakin û got: “Tişta hat serê me bila neyê serê tu kesî. Gelê vêderê demên gelek xirab derbas kirin û tu carî ji bîr nake. Hemû zarokên min li cihekî bûn. Gava erdhêj çêbû dolab bi ser mi û neviyê min de ket. Ez bi neviyê xwe re derketim derve û berf û baran hebû. Em çûn parkê li wir erdhêjek din çêbû. Wê çaxê rewş xirabtir bû. Hemû kesî banga alikariyê dikirin û diqiriyan. Em bêçare bûn. Cîranê min di bin kavilê de ma û jiyana xwe jidest da. Em ê niha biçin gundê xwe yê kozdere yê. Lê belê wir jî cihê erdhêjê ye.”