Pervîn Buldan: Li dijî desthilatdariyê hersek mezin heye

  • 16:24 15 Sibat 2023
  • Rojane
 
AMED - Li Amedê têkildarî karesata erdhejê û xebatan de Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar daxuyaniyek dan û gotin: "Îktîdar di nava 10 rojan de jî nekarî xwe organîze bike û xebatên rêxistinên saziyên sivîl û partiyên siyasî asteng dike."
 
Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan û Mîthat Sancar, bi şandeya xwe re ku ji gelek parlementeran pêk dihat li Amedê serdana malbat û kesên ku ji ber keraseta erdhejê mexdûr bûne kirin. Pervîn û Mîthat, ewil li stadyûma Amedsporê û piştre jî li Taxa Mevlana Xalid serdana gel kirin. Du re li avahiya partiya xwe ya navçeya Peyas a Amedê têkildarî xebatên Navenda Koordînasyona Krîzê ya Amedê daxuyaniyek dan. Li eywana ku daxuyanî lê hate dayîn de pankarta “Dem dema piştgiriyê ye, roj roja hevkariyê û dest bi dest mezinkirina piştevaniyê û pêçandina birînan e” hat vekirin.
 
Di destpêka daxuyaniyê de Cîgira Hevserokên Giştî yên HDP’ê ya ji Rêxistinkirinê Berpirsyar Ozlem Gunduz axivî. Ozlem xebatên Navenda Koordînasyona Krîzê parve kirin û da zanîn ku ew bi zêdetirî 3500 kesan xebatên koordînasyona krîzê dimeşînin. 
  
Piştre Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldanê bi lêv kir ku di roja 10’an a erdhejê de hêj jî rewşeke gelek giran heye. Pervîn da zanîn ku ew ji roja ewil ve li cem mexdûrên erdhejê ne û ji bo çareser kirina pêdiviyên wan di nava hewldanan de ne. Pervîn axaftina xwe wiha domand: “Me di nava van 10 rojan de li dijî desthilatê her cihê ku em çûnê hêrsek mezin dît. Lê di vê pêvajoyê de tiştê mirov herî zêde keyfxweş dike, piştevaniya ku derketiye holê ye. Pêwîste cenazeyên tên derxistin, neyên perçekirin. Komîsyona me ya hiqûqê, ji bo vê yekê ji di nava hewldanan de ye.”
 
Pervîn, bal kişand ser zarokên bêkes mane û wiha axivî: “Li ser medyaya dîjîtal derbarê zarokên bêkes mane de hinek îdîa tên kirin. Hewce ye bi lez ev yeke were lêkolînkirin û raya giştî bê agahdar kirin. Pêwîste xebat bên kirin ku zarokên bêkes dişînin ku derê û bên tespîtkirin. Desthilat di nava 10 rojan de jî nekarî xwe organîze bike û xebatên rêxistinên saziyên sivîl û partiyên siyasî asteng dike.”
 
Pervîn têkildarî 15 Sibatê Salvegera Komploya Navneteweyî jî axivî û ev tişt gotin: “Îro salvegera Komploya Navneteweyî ye û em vê komployê şermezar dikin. Ez dixwazim bal bikişînim ser vê yekê ku divê ev welat li hemberî siyasetên şer û tecrîdê bisekine û divê kesên ku vî welatî bi rê ve dibin jî li hemberî siyasetên şer û tecrîdê bisekinin. Welatê me êdî nikare êş û mirinan ragire.”
 
Dû re Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar dest bi axaftinê kir û da zanîn ku binavkirina vê bûyerê ya weke karesata sedsalê, reva ji berpirsyariyê ye. Mîthat, diyar kir ku rastiya ji bin kavilan derketî piştevanî ye û ew jî hêviyê dide mirov û wiha domand: “Desthilat bi polîtîkayên xwe berpirsiyarê vê erdhejê ye û niha jî dixwaze encama erdhejê ji bo ranta siyasî û îktîsadî bi kar bîne. Desthilat ji bo vê rewşa xerab vegerîne rantê planan dike. Lê vê piştevaniyê planên rantê têk birin. Em weke HDP’ê amade ne ku çi bikeve ser milên me bikin.”
 
Daxuyanî bi pirs û bersivan bi dawî bû.